rustem-cudi-ideoloji
rustem-cudi-ideoloji
rustem-cudi-ideoloji
- No tags were found...
Create successful ePaper yourself
Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.
Yê ku wê weke amûreke anîna zarokan dinirxîne, yê ku weke amûreke cinsî dinirxîne… Ji bo ku

jin jî vî tiştî qebûl bike bi salan li ser wê zordestî hatiye meşandin û rojekê ji rojan jinê cesaret nekiriye

ku bêje: “Mafê min û yê zilam wekhev e.” Jin bi xwe êdî xwe kêm dibîne.

Yanî gotinên heqaret, timî li ser hatine gotin û ji bo vê jinbûn bûye weke sûcekî. Zilam bi zilamtiya

xwe pir serbilind e, lê jin bi jintiya xwe serbilind nîne, weke sûcekî dibîne. Weke kêmasiyekê dibîne.

Divê ev sererast bibe. Li şûna wê edalet çi ye, edaleta civakî çi ye, divê ew esas bên girtin. Ew qas

ked, westandin, kar û gelek taybetmendiyên wiha ên civakî yên ku ji nedîtî ve hatine hiştin, pêwîst e

bên dîtin. Wiha nêzikî keda jinê dibin, kes bala xwe jî nadê ka jin çi dijî, çiqas diweste, çi karî dike!

Ji ber ku weke obje tê dîtin bala kesî nakişîne. Jin weke esas, cewher nayê dîtin. Kes ne bi êşên wê

dihese, ne jî ji keda wê re qîmetek tê dayîn. Divê ev sererast bibin.

Niha di tevgera me de, taybetmendiyên me hene. Di çavkaniya felsefeya azadiyê de du tiştên esasî

hene. Yek; ji ber ku em Kurd in çanda xwedavendiyê, çanda dayîkê di esas de li ser vê erdnîgariyê pêş

ketiye, mezin bûye. Ji bo vê ji nû ve pêkanîna wê çanda dayîkê, ew erkeke me ye. Duyemîn, ji ber ku

em PKK ne bi taybetî jî di şoreşê de tevlîbûna jinê divê em baş bibînin.

Cudatiya di nava PKK‟ê de çi bû Heta roja me ya îro jî mirovê herî zêde sosyalîst û pêşketî jî,

demokrat jî, jin kêm didît. Rast e dibêje: “Jin baş e, hêja ye, mirov qedir û qîmet bidiyê, lê di encamê

de ne weke zilam e, kêm e.” Nêzikbûneke tenê di warê xwedîderketinê de ye. Bi vî rengî nêzikî jinê

dibin.

Lê belê di nav PKK‟ê de tiştekî din derket. Di nav PKK‟ê de eşkere bû ku ne tenê di aliyê mêjî de

jin û mêr weke hev in, di karên fizîkî de jî dikarin weke hev bin. Jin di nava PKK‟ê de gerîla bû, di

nava komunê de cih digirt. Fermandarî dikir, kete cepha êrîşê, çekên giran rakir, tevlî meşê dirêj bû û

ev hemû jî bê kêmasî kir. Nêzikbûnên cinsiyetparêziya civakî carna dibûn sedema ku em kêmasiyên

jinê bibînin û yên zilam nebînin. Lê di esas de dema mirov bide ber hev kêmasiyên zilam ji yên jinê

zêdetir bûn. Bi taybet jî di nava şoreşê de.

Vê bi xwe re çi kir Di aliyê fizîkî de jî wekheviya jin û mêr derxist pêş. Ji bo vê di nava PKK‟ê de

bi taybetî tu bihaneyên em bi çavekî cuda li jinê binêrin nemaye. Dema em vê dibêjin, em weke

rêxistin vê dibêjin. Yanî mafê jinê jî tune ye ku bi çavên kêm li jinê binêre.

Ji ber ku cinsiyetparêziya civakî tenê nexweşiya mêr nîne, ya jinê ye jî. Jin jî li hemberî xwe

bêbawer e. Ew jî cinsiyetparêziya civakî ye. Ji ber ku di bin bandora çanda desthilatdar de maye, ji bo

vê jî li cinsê xwe xwedî dernakeve û cinsê xwe naparêze. Ji xwe bêbawer e, ev jî cinsiyetparêziya

civakî ye.

Lewra ev pirsgirêk divê bên çareserkirin. Yanî wiha nêzikbûnên biçûkdîtin divê gav bi gav bi

rengekî bingehîn bi bawerî û perwerdê bên derbaskirin. Li şûna wê têkiliyên jin û mêr li ser esasên nû

bên danîn. Li ser esasê wekheviyê, rêzgirtina beramberî hev esas be, divê tu carî li ser esasê

teqlîdkirinê nebe.

Azadbûna jinê nayê wê maneyê ku wê jin weke zilaman bibin. Yanî nayê wê manê jî ku ew tiştên

heta roja îro mêr dikir, wê êdî jin bike. Em bala xwe bidinê, çanda dayîkbûnê, nayê wateya serweriya

jinê! Çanda dayîkbûnê cuda ye, serweriya jinê cuda ye. Çanda dayîkbûnê tîştekî civakî ye. Lê dema tu

behsa jerontokrasiyê bikî, serweriya jinê bikî, wê demê tu teqlîda zilam dikî. Ev ne azadî ye û tu

têkiliya wê bi azadiyê re tune ye, bi temamî nêzikbûneke desthilatdariyê ye!

Lewma jin xwe nas bike, ji xwe hez bike, bi taybetmendiyên xwe yên jintiyê serbilind be û di

çarçoveya rewşa xwe de siyaseta xwe diyar bike, gelekî girîng e. Rêxistina xwe çêbike, îdeolojiya xwe

peyda bike, rengê parastina xwe diyar bike. Zilam nikare van diyar bike. Bi şopandina liv û tevgera

zilam jin nikare tiştekî pêk bîne, herî zêde jin dibe weke zilam.

Mînak, jinên ku leşkerê Îsraîlê ne hene, niha li xwe mukur hatine, hinek tiştên pir balkêş tînin

ziman. Li Îsraîlê jin û mêr diçin leşkeriyê. Heta demekî jin jî esker e piştî wê ger jin bixwaze

berdewam bike dikare, lê ger nexwaze berdewam nake. Niha ev demeke hinek li xwe mukurhatinên

wan derdikevin çapemeniyê. Tê de dibêjin: “Ya rastî me her kar kir, her kar bi me didan kirin. Lê

piştre me dît ku em ji jintiya xwe dûr dikevin, em êdî weke jinan namînin, em dibin weke zilaman.”

Jin dema tevlî wan karan dibe, wiha difikire ku ew bi wî rengî azad dibe, lê di esas de azad nabe, tenê

dibe weke zilam. Ev rê ne rêya azadiyê ye.

Yanî bi teqlîda zilam, bi kevneşopiyan re jiyîn, bi desthilatdariya di zemînê jinê de pêş bikeve, jin

azad nabe. Azadî ji nû ve li ser esasekî zanistî jiyîn e, çanda dayîkê ye. Yanî jin bi huner, zanistiya

xwe bibe navenda çalakiyên civakî. Jin bibe pîvan. Jin bigihêje wê astê ku zilam lê temaşe bike û li

gorî wê hinek rêkûpêkbûnê bide xwe, pê pîvanên xwe diyar bike.

65