23.01.2015 Views

rustem-cudi-ideoloji

rustem-cudi-ideoloji

rustem-cudi-ideoloji

SHOW MORE
SHOW LESS
• No tags were found...

You also want an ePaper? Increase the reach of your titles

YUMPU automatically turns print PDFs into web optimized ePapers that Google loves.

demê ew rojname rola xwe naleyîze. Ji ber çi Ji ber ku extiyar xerab in, na! Ji ber ku zarok jî xerab in

na, ne ji bo vê ye. Bêguman rola wan jî heye. Lê belê di têkoşîna civakî de di her dem û demekê de

hinek derdor û dînamîk derdikevin pêş. Bi taybetî jî ew qismê ku azadiya xwe di ya civakê de dibînin

derdikevin pêş.

Eger bi giranî nerehetî heye, ciwan zêdetir bi wan nerehetiyan dihesin, çima Ciwan bi temenê xwe

nû ye, yanî gavekî nû ye. Lê belê civaka kevneşop a destpot dîsa bi taybetî jî sîstema dagirker nahêle

ciwan wê dema xwe bijîn. Wan hinekî paşdatir dide jiyîn. Sîstema desthilatdar nahêle ku bi wan

lêgerînên xwe re kilît bibin. Wan paş ve dikişînin. Ev nerehetiyekê çêdike, lê çima Ciwan jî zû bi vê

nerehetiyê dihesin. Çima zû pê dihesin Ji ber ku di encamê de ciwan ji nifşeke nû ye, çalak e û zêdetir

bitevger e. Zêdetir dînamîk e, xwe neçar nabîne ku weke bav û dayîkên xwe bijîn.

Çavkaniya ciwanan a agahiyan cuda ye û naxwaze weke bav û kalên xwe bijî. Lê dinêrin ku nikarin

ji qonaxekî çipî qonaxekî din bibin. Ji bo vê her dem ciwan rêberê îsyanê ne. Divê mirov vê

taybetmendiya wan ji bîr neke. Rêberên îsyanên civakî her dem ciwan in. Welatê ku nifûsa ciwanan tê

de bihêz be, ew welat zêdetir dikarin îsyanê bikin. Di roja me ya îro de jî hîna ev nêzikbûn nehatiye

guhertin.

Li hemberî hemû rengên bêexlaqiya emperyalîzmê em îro dîsa temaşe dikin, hêza herî zêde radîkal

a li ber xwe dide ciwan in. Li Yewnanistan, Ingilîstan, Îspanya û Tirkiyeyê, dîsa li gelek cihan ciwan

têkoşîna civakê kirine û hêza dînamîk a wê civakê ne.

Ji ber vê dijmin dixwaze di zemînê sîstema xwe de ciwanan rehabîlîte bike. Li gorî xwe xwedî

bike, mêjiyê wan li gorî xwe ayar bike. Niha bi taybet dixwazin wan bi ferdiyetparêziyê, ezeziyê,

perwerde bikin ku ew li beramberî pirsgirêkên civakê xemsar bin.

Niha em jî li ser esasê rizgarkirina civakê derketine holê. Dema ku ev fikrê me cihê xwe di mêjiyê

ciwanan de nebîne, çi feydeya vî fikrî heye! Ev fikir ger nikare xwe bigihîne dînamîka esasî yê

têkoşînê, çi feydeya wî fikrî heye Tu feydeya wî fikrî tune ye. Lewra em metodê girîngtirîn, herî

balkêş û serkeftî yê ku em fikrê xwe pê bigihînin ciwanan esas digirin.

Jin îro di aliyê agahî û zanistê de şexsiyeta xwe derdixe zanebûnê. Dinihêre ku tiştê li ser hatiye

gotin kêm e, biçûk e, bêaqil e… nîne. Jin wiha nîne, zanist jî vê îspat dike. Ji bo vê dixwaze

hevpeymaneke nû deyne. Heke pir bi rengekî çors vê bibêje, ji sîstema desthilatiya zilam re vê dibêje:

Rast e te ev qas sal ew qas tişt gotin, te hukmê çewt li ser min kir, li ser vî esasî te ji navenda jiyana

siyasî û polîtîk ez dûr xistim. Lê niha eşkere bû ku ew argumanên te çewt in. Ew egerên te çewt in, di

aliyê zanistê de nikarin xwe îspat bikin. Wê demê pêdivî bi hevpeymaneke civakî ya nû heye.

Ev daxwaz û xwestekên jinê li ser esasên wekheviyê ne. Wê demê wekheviyê dixwaze. Lê temaşe

dike ku bi sîstema siyasî ya kevn ev nabe, ji bo vê li dijî sîstemê hêzeke berxwedanê ye. Yanî

pirsgirêkên civakê bi yên jin û ciwanan re bûne yek. Îro ji her kesî zêdetir jin û ciwan bi sîstemê re di

nav nakokiyê de ne. Bi sîstema desthilatdar re di nav nakokiyê de ne.

Ji bo vê, îdeolojiya azadiyê, ew îdeolojiya ku karibe di dereceya yekemîn de di dilê jin û ciwanan

de bi cih bibe ye. Karibe xîtabê wan bike. Ev pirsgirêkeke esasî ye. Ji ber vê divê em li ser bisekinin.

Mînak, hinek xebatên me hene, li hinek cihan ciwan qet pê re eleqeder nabin. Li Rojavayê Kurdistanê

xebata me bi çend dayîkên ku temenê wan şêstî û jor ve ne, çend bavê şehîdan û gerîlayan ve maye.

Helbet ev mirov ne xerab in, dilsoz in girêdayî ne. Lê belê dînamîkbûna wan qels e. Nikarin rêxistinê

çêbikin. Dikarin ji te re dua bikin, derkevin û tevî çalakiyekî bibin. Dikare di aliyê madî de jî bi te re

alîkariyê bike, dikare li te guhdar bike, lê eger tu bixwazî civakê biguherî, bixwazî li dijî sîtemê îsyanê

bikî, wê demê divê tu jin û ciwanan bigirî nav xwe.

Di wir de divê tu rêxistinê bikî. Heval dibêjin em diçin malan, ciwanên wan hene lê em wan nas

nakin. Nêzikî me nabin, xwe di nav şoreşê de nabînin. Çima wiha dibêjin Tolaz û beredayî ye, ev ne

eger e da ku tu wan birêxistin nekî. Mijar ne mijara lumpeniya wî ye. Pirsgirêk ew e ku ew xebatkar bi

xwe ji metodên gihandinê kêm agahdar e. Dewlemendiya te ya şêwazan nîne. Xwe bê perwerde hiştiye

û statukoparêz e. Tu fêrî şêwazekî bûyî û naguherî, têkoşînê nakî, di şêwaz de dewlemendiyê çênakî.

Ji ber wê tu çors î, bêruh î, ziwa yî û ji ber wê ciwan nêzikî te nabin.

Divê Têkoşîna Îdeolojîk Xîtabî Hêzên Zindî Yên Civakê Bike

Mixabin ku gelek xebatkarên me xwe lêpirsîn nakin, lê civakê lêpirsîn dikin. Ew jî tiştekî çewt e.

Têkoşîna îdeolojîk ew têkoşîna ku tu bizanibî xîtabî hêzên zindî di civakê de bikî. Pêwîst e, ew esas bê

girtin. Dema te ew bi rêxistin kir, wê hingê pêşeroj bi te re ye û tu natirsî.

24

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!