rustem-cudi-ideoloji
rustem-cudi-ideoloji
rustem-cudi-ideoloji
- No tags were found...
Create successful ePaper yourself
Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.
Niha di van xalan de gelek pirsgirêk derdikevin. Gelek kes heta hinek kesên di nava me de

dixwazin bi van tespîtan bileyîzin. Xerab nîşan bidin û dejenere bikin. Gelek caran ev di rastê de pir

xwezayî tê qebûlkirin. Ji ber çi wiha tê qebûlkirin Ji ber ku şiyarî û hesasiyeta me li hemberî xeta

îdeolojîk lewaz e. Mînak yek tê dibêje: “Ya rastî miliyetparêzî baş e, lê ji ber ku hêza me tune ye û em

nikarin bikin em nakin. Dewlet pir baş e, lê ji ber ku bi destê me neketiye lewra em naxwazin. Şîdet

pir baş e, bê şîdet tiştek nabe. Lê ji ber ku me nedikarî me dev jê berda.” Ev di hundirê rêxistinê de

jirêderketin e, xerabkirin e, li gorî xwe têkoşîneke paşverû ye!

Niha em tevgereke zanistî ne û îlmê esas digirin. Wiha jiberkirî, dogmatîk, tiştên em hînbûne, ji bo

me esas nînin. Em zanistê esas digirin. Em bi elimandinan nikarin bijîn, bi hînbûnên xwe yên kevn jî

em nikarin bijîn. Bi jiberkirinê jî em nikarin bijîn. Ev karekterê tevgera me ye. Rêbertiya me,

rêbertiyekî zanyar e lêkolînê dike, lêgerînê dike, balê dikişîne ser mijaran, bi çavan tiştan dibîne, li

gorî wê formulan derdixe. Li gorî wan formulan tevdigere û tiştên nû derdixe.

Demekî me jî ji bo dewleteke neteweyî kar dikir. Dema ku me ji bo dewleteke neteweyî kar dikir,

dîsa me şer dikir. Êrîşên li ser me jî ji yên niha ne zêdetir bûn. Lê me ji bo dewleteke netewî kar dikir.

Lê îro em ji bo dewleteke netewî kar nakin. Em bala xwe bidinê êrîş li ser me zêdetir bûn. Wê demê ne

ku em tirsiyan, yan jî bi dest me neket me dev jê berda, ji bo ku tiştekî pir mezin e û em negihanê rabû

me tiştekî biçûktir xwest! Dema mirov wiha bihizire wê demê jirêderketina herî mezin di roja îro de di

nav me de dijî. Ev fikarên han hemû çavkaniya xwe ji sistbûnê, ji paşxistinê, ji radîkalbûnê dûrketinê,

ji bêprensîbûnê, ji dev ji xwe berdanê digirin.

Lê çavkaniya van têgihîştinên şaş çi ye Gelek kes hene wiha dihizirin û dibêjin: “Berê me ji bo

dewletê şer û têkoşîn dikir. Ev tiştên mezin bûn, lewra hêja bûn. Me fedekarî jî kiriba hêja bû, jiyan jî

sererast kiriba, hinekî jî pîvanên xwe di ber çavan re derbas bikira, me xwe kontrol bikira, lê hemû jî

hêja bûn. Lê niha ne hêja ye em van bikin, em bi pey çi ketine Em ji bo çi xwe komî ser hev dikin

Em ji bo çi her demê pîvanên xwe yên exlaqî kontrol dikin! Em ji bo çi kar dikin, ji ber çi em diçin

çalakiyê” Van pirsên neyînî ji xwe dike û bi vî rengî egerên paşxistinê, pasîfbûnê, dev ji xwe

berdanê, seknandina têkoşînê, van hemûyan bi xwe re peyda dike. Dibêje: “Berê me şer dikir û me dilê

hev dihişt, lê niha çima ez ê dilê hevalên xwe biêşînim Xetayek kiriye tiştek nabe.”

Ev jirêderketineke mezin e. Niha me çima paradîgma guhert Çima me dev ji dewlet- neteweyê

berda Ji ber ku me fêm kir ku em dema dewlet- neteweyê dixwazin, bi wê re em li dijî xwe kar dikin.

Dewlet- netewe durûşme û armanca birjuwazî û kapîtalîstan e. Dewlet- netewe di hundirê civakê de

desthilatdarî ye. Dewlet-netewe bi xwe re demokrasî û azadiyê nayne.

Mînakên Rojhilata Navîn, Asya, Efrîqa, Latîn Emerîkayê, vê rastiyê li ber çavan radixin. Bi sedan

dewletên netew çêbûne, lê ka demokrasî, wekhevî, azadî, xweşî, pêşketin! Dema tu ji bo dewleta

netew şer dikî, tu wiha fêm dikî ku tu ji bo azadiyê şer dikî. Lê dema tu dibî dewlet, tu azadiyê binpê

dikî. Ji ber çi Jixwe navê wê lê ye, dewlet- netewe armanceke çîna birjuwazî û kapîtalîzmê ye.

Dewlet-Netewe Tu Carî Hêvî Û Azadiya Gelan Pêk Nayne

Azadî, sînorên azadiyê mirov bi dewletbûnê nikare bisînor bike. Dewletbûn rê li pêşiya azadiyê

digire. Ji bo vê dema ku me dît, dewletbûn, dewlet-netewe, hêviyên gel pêk nayne, wê demê me dev jê

berda. Rêbertiya me analîz kiriye û lêkolîn li ser kiriye, gihîştiye encam û tespîtan, ev tespîtên kirî jî

kes nikare rexne bike. Îro kes nema dikare dewlet-neteweyê biparêze. Tenê kesên paşverû,

desthilatdar, dewlemend û maldaran diparêze, heta dawiyê wan diparêze. Lewra rewşenbîr û însanên

hinekî çep û rastê xwe bizanibe, nema dikare dewletê biparêze.

Lê belê li cem me ji ber ku em bi desthilatî û dewletbûnê hatine terbiyekirin, ji bo vê em dewletbûn

û azadiyê tiştekî weke hev dibînin. Em dewletbûn û serxwebûnê yek dihesibînin. Lê dewletbûn û

serxwebûn ne yek in. Dewletbûn û azadî ne yek in.

Mînak, Macarîstan heye, Moldovya heye, hinek welatên din jî hene niha çi dikin Dewleta xwe

difiroşin. Ji Yekîtiya Ewrûpayê re dibêjin ew qas pereyan bide me, em ê dewletê bifiroşin we. Her tiştê

dewletê hûn îdare bikin û tenê hinek pere bidin me.

Mirov dikare li vir behsa azadiyê bike Di vir de azadî tune ye. Gelek dewlet hene nikarin ji bo

xwe biryarê bistînin. Tenê ji bo çi dewlet in, li dijî dijminê derve nikarin kar bikin, li dijî

emperyalîzmê hêza wan a ku bersivê bidin tune ye. Emerîka her roj pê li hemû nirxên wan dike, lê

hêza wan a bersivê bidin tune ye. Lê dema însanek, gundiyek, karkirek, xwendevanek behsa mafê xwe

bike, tenê bi gotin be jî, artêşê bi ser de dibarînin.

62