rustem-cudi-ideoloji
rustem-cudi-ideoloji
rustem-cudi-ideoloji
- No tags were found...
Create successful ePaper yourself
Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.
Îdeolojî îrade ye, her tiştî bi îradê rave dike. Mirovên xwe di warê îdeolojîk de ava kiribin her tiştî

bi îradê rave dikin, ne bi derfetan. Nabêjin: “Heval ez çûm filan derê û rêxistinê destek neda min, ji

ber wê min kar nekir.” Ev ne nêzikbûneke îdeolojîk e. Mirovên îdeolojîk ji derfetan zêdetir îradeya

xwe lêpirsîn dikin. Serkeftin û binkeftinê bi hêza îradê ya ku nîşan daye rave dikin. Heger binkeftî bin

wê demê îradeyeke ku têrê bike nîşan nedaye. Ji ber ku bi vî rengî ravekirin, tê wateya ravekirina

rastiyan. Bi derfetên madî, mercan îdeolojî nayê ravekirin, bi îradê diyar dike. Bi gelemperî weke

terîfê îdeolojî tê çi wateyê

Mirov divê vê têkoşîne bi çi şeklî bimeşîne Dema ku mirov têkoşîna îdeolojîk dimeşîne mirovê çi

esas bigire. Jixwe me bi xetên stûr be jî nîşan dabû.

3- NASNAMEYA ÎDEOLOJÎK

Di cîhanê de kesimên cuda cuda ji bo desthilatdariya xwe mayînde bikin çi argumanên îdeolojîk

yên zîhnî dimeşînin Nasnameya îdeolojîk girêdayî nêzikbûna her çîn yan jî her hêzekê ye. Di hinek

qadên civakê yên siyasetê de, bi exlaq û çandê ve girêdayî çêdibe. Yanî pîvanên hêzekî yên exlaqî,

baweriya wan a çandê ku esas digirin, bi gelemperî wisa nêzikbûna ji mijarên bingehîn ên girêdayî

civakê re ne. Mijarên azadî û rizgariyê, ew nasnameya îdeolojîk a wê hêzê diyar dike.

Ji bo vê em bala xwe bidinê her serdemê di dîrokê de rola îdeolojiyê derdikeve pêş. Ji ber vê

nasnameyên îdeolojîk mirov dikare wiha di navbera wan de ferq û cudatiyê jî deyîne. Niha dema em

behsa serdema feodal dikin, mirov di wir de jixwe rastî nasnameya wê ya îdeolojîk tê û dibîne ka çawa

diyar dike. Nasnameya îdeolojîk a feodalîzmê, nasnameya xwe ji xwe re bi dînên yekxwedayî rave

26