rustem-cudi-ideoloji
rustem-cudi-ideoloji
rustem-cudi-ideoloji
- No tags were found...
Create successful ePaper yourself
Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.
Lê niha li Bakurê Kurdistanê li Gever, Hekarî û Şîrnaxê em çiqasî dengan digirin, ev hemû ne

pîvanên esasî ne. Tenê tiştek pîvan e, heger te jin û ciwan di asta herî jor de hildabin bin ewlekariyê.

Wekî din tu rabî di nav gel de ew qas girseya te hebe, lê yê jin û ciwanan bi dest dixe Fethulahî bin

nabe. Ev mezheb in, di Kurdistanê de dibistanan vedikin, kursê quranê vedikin, atolyeyan vedikin,

weqfan çêdikin, jin û ciwanan ji bin bandora fikrê azadiyê derdixin. Di zemînê xwe de bi cih dikin û

fikrên xwe enjekteyî mêjiyê wan dikin. Siberojê tu yê binihêrî ku tu û ciwan ji hev cuda ne û tu wan

nas nakî, ew jî te nas nakin. Tê binihêrî ku êdî ji te fêm nakin, ji ber ku fêrî xîtabeke din bûne. Ji bo vê

divê teqez ev serarerast bibe!

Me Li Gorî Tevgera Zeman Îdeolojiya Xwe Nû Kir

Têkoşîna îdeolojîk têkoşîneke ji dogmatîzmê dûr e. Gelek rewşên wiha jî hene. Dema em dibêjin

çand, exlaq, bawerî, ev tişt hemû yên nîqaşê ne. Demekê di nav me de nîqaşek hebû. Ew nîqaş jî ew

bû; ka di nav me de di aliyê îdeolojîk de guhertin hene, yan tune ne Di rexê îdeolojiyê de, mirov qala

nirxandin û perspektîfên me yên desthilatiyê, dewlet û milîtantiyê bike, em hatine guhertin. Na heke tu

behsa perspektîfên me yên exlaq, lêgerîna azadiyê, çand û civakbûyînê bikî, em nehatine guhertin.

Babeta bingehîn jî ew e. Ji bo vê di wan mijaran de guhertin çawa tê fêmkirin. Yanî guhertinên li ser

esasê înkarkirina berê, ne înkarkirina pratîka derbasbûyî. Di aliyê civakî de, di aliyê nirxên civakî de,

di aliyê pîvanên exlaqî de em di aliyê îdeolojîk de di heman astê de ne. Lê îdeolojiya me pir

dewlemend e, bi agahiyên nû me tije kiriye. Me xwestiye di aliyê îdeolojîk de bi tevgera zeman re

gavan bavêjin. Lewra em rexnegerî, guhertin û nûbûnê esas digirin.

Lê paradîgma me hatiye guhertin, tenê ne ku guhertiye, me berovajî kiriye. Paradîgmaya me ya

kevn îflas kir. Çi bû paradîgma Paradîgma; yanî di aliyê siyasî, sosyolojîk de nêrîna te ya di derbarê

dewlet û îqtîdarê de, nêrîna te ya derbarê dewlet û civakê de û li ser esasê vê nêrînê tu tercîha xwe

dikî. Tu ji çi hez dikî, ji çi aciz î, çi qebûl dikî yan jî red dikî, ev paradîgmaya nû ye.

Paradîgmaya me ya berê li ser esasê dewleta netewe, çîn û şîdetê bû. Wê paradîgmayê îflas kir,

lewra me dev jê berda, me paradîgmayeke nû esas girtiye. Ew paradîgmaya nû tê çi maneyê Nêrîna

me ya li ser dewlet, şîdet û çînan hatiye guhertin û tercîhên me cuda bûne. Tercîhên me yên têkoşînê û

avakirina alternatîfan êdî cuda bûne.

Lê îdeolojiya azadiyê her dem weke xwe ye û berdewam dike. Dema em dibêjin îdeolojî li dijî

dogmatîzmê, di heman demê de li dijî xwe înkarkirinê ye jî. Li dijî asîmîlasyon û teqlîtgeriyê ye.

Lewra di aliyê îdeolojîk de li ser esasên perspektîfên nû, em zêdetir di felsefeya azadiyê de kûr bûne.

Hîna baştir em dost û dijminên xwe ji hev diyar dikin. Em hîna pirtir di zanebûna nirxên xwe yên

exlaqî, civakî û çandî de ne. Li hemberî van nirxên xwe em şiyartir bûn. Em ji bo têkoşîna azadkirina

wan nirxan amadetir bûne. Perspektîfên me yên îdeolojîk ev in.

Di encamê de îdeolojî zemînek e ku însan xwe tê de çêdike, xwe tê de ava dike û pêk tîne.

Naskirina xwe ya ji cîhanê re, xwezayê re, civakê re, çînan re ji her tiştî re amade dike. Kesayeta xwe

çêdike. Ev kesayet ji çi hez dike, ji çi aciz e diyar e. Ev rojane nîne, demkurt jî nîne, mayînde ye. Bi

hinek nirxan ve heta mirina xwe girêdayî ye. Tewîzan nade, israr dike.

Lewra îdeolojî ji bo her kesî pewîst e, lê belê ji bo şoreşgeran hîna zêdetir pêwîst e. Îdeolojî ji bo

mirovên şoreşger hêza rêvebir a hundirîn e. Yanî liv û tevgera wan a rojane diyar dike. Liv û tevgera

wan a hundirîn di jiyanê de diyar dike. Dema ku di aliyê îdeolojîk de mirov xwe têr kiribe, li gorî wê

liv û tevgera mirov a jiyanê dê hebe.

Lê bala xwe bidinê hevalek rojek bêuslubiyê dike, roja din tiştekî din dike. Gelo ji ber çi wiha

dike Sedem ew e ku di hundir de ji îdeolojiyê mehrûm e. Xwe têr nekiriye û pêk neaniye. Ji bo vê

dema ku bi tena xwe dimîne, mirov temaşe dike di nobedariyê de radizê, dema heval şiyar dikin, nema

radizê. Ev ne nêzikbûneke îdeolojîk e. Nêzikbûna îdeolojîk ji bo ku filankes te dibîne, yan nabîne û ji

bo wê tu xerabiyê dikî yan nakî nayê kirin. Lê dema mirov xerabiyan neke ji ber ku tu bi xwe naxwazî,

lewma tu xerabiyê nakî. Çima, ji ber ku te xwe di zemîneke îdeolojîk de pêk aniye. Di heman demê de

ew zemîn pîvanên xerabî û rastiyê ji te re diyar kirine, te jî bawerî bi wê îdeolojiyê aniye.

Wê demê ew îdeolojî dibe perçeyek ji jiyana te, dibe disîplîna te ya hundirîn. Îdeolojî ew e, bi

derfetan ve girêdayî nîne. Bi îradeyê ve girêdayî ye. Tu werî û bêjî; “Derfetên min hebûn min kir,

derfetên min tune bûn min nekir.” Nêzikbûneke wisa di îdolojiyê de tune ye.

Îdeolojî Her Tişt Bi Îradeyê Ravekirin e

25