rustem-cudi-ideoloji
rustem-cudi-ideoloji
rustem-cudi-ideoloji
- No tags were found...
Create successful ePaper yourself
Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.
Ew însaniyeta ku behs dikin jî wiha têkûz nîne. Mînak, yekemîn Danezana Mafên Mirovan

dewletên kapîtalîst derxist. Emerîka û Fransayê derxistin. Lê li Emerîkayê heta salên dereng koletî

hebû, yanî heta 1865‟an jî koletî hebû, însan dihatin kirîn û firotin. Heta sala 1968‟an jî nijadperestî

hebû. Yanî ferqa nijadperestiyê hebû. Çawa bû, li Emerîkayê însanekî rengê xwe reş bûya li her

otobûsê nedikarî siwar be, li her dibistanê nedikarî bixwîne… ji aliyê kesên reng spî ve dihatin

redkirin. Rast bû bi navê humanîzmê bang kirin, tenê ji bo bibe desthilatdar ew bangawazî bihêz dane

pêş. Lê tiştek pêk neanî, ev gava wê ya yekemîn bû.

Pêngav û gava wê ya duyemîn di gelek welatê Ewrûpa de mînak sed sal, du sed sal tevî ku

birjuwazî û kapîtalîzm tê de bûbû desthilat jî, lê mafê hilbijartin û xwe dana hilbijartina jinan tune bû.

Birjuwazî li Emerîkayê di sala 1783‟yan de bû desthilatdar. Kengê mafê jinê yê hilbijartinê hate

qezençkirin Di sala 1920‟an û şûn de. Heta sala 1920‟an jî li Emerîkayê jin nediçû ser sindoqên

hilbijartinê, yanî wek însanekê nedihate dîtin. Di gelek welatên Ewrûpa de hetanî salên 1925 û 30‟yan

ev mafê hilbijartinê tune bû.

Dîsa mafê mirovan li gorî kapîtalîzmê mafekî gerdûnî nîne. Li Holanda, Îngîltere li Emerîka heger

hinek tişt di çarçoveya mafê mirovan de tên nirxandin jî, ji bo gelên din wiha nakin. Mînak Emerîka ji

bo xwe behsa azadî, wekhevî, edaletê dike, lê em ji bo azadiya xwe li Tirkiyeyê gulekî diteqînin, me

wek terorîst nîşan didin. Îngîltere behsa wekheviyê dike, lê tenê ji bo wekheviya ku li Îngîltereyê. Lê ji

bo mêtingeriyên xwe vê nabêjin.

Lewra ev bikaranîna kapîtalîzmê ya humanîzmê îdîayeke derew e, lê mixabin ku gelek kesan pê

bawer kiriye. Însan li beramberî qanûnê divê weke hev bin, da ku karibin yekdestiya feodalan,

arîstokratan li ser hikm rabikin û kapîtalîzm bikeve şûnê. Dema kapîtalîzm dikeve şûna wê di esas de

tu taybetmendiyên wê yên însanî dernakevin pêş. Ji xwe miletên din, mînak Ewrûpa Asya û Efrîqayê

weke însan nabîne û li ser wan nafikire. Mirov dikare bêje ku tenê xwe însan dibînin. Bi taybet jî

Emerîka wisa ye. Mafê mirovan ji bo xwe hewcedar dibîne, rasteqînî dibîne. Lê ji bo gelên din vê

nabîne, pê razî ne ku însanên din di nav sefalet, birçîbûn, nexweşî û îşkenceyê de bijîn. Lewma qet

deng dernaxin. Kengê deng derdixin, dema berjewendiyên wan bixwaze, deng derdixin. Wê demê

humanîzma wan derdikeve pêş.

Sedam bi salan bû ku Kurd qir dikir, qet kesî dengê xwe nedikir. Lê dema berjewendiyên wan bi

Sedam re ket nav nakokiyan, gotin, em dostê Kurdan in. Ji bo gelek rêjîmên din jî wiha nêzik dibin.

Lewra divê em fikrê zanistî, humanîzm û ferdperestî bizanibin ev weke hikmê mutleq, ji bo hemû

mirovatiyê jî nîne û kapîtalê bi kar aniye. Çîna birjuwazî ev têgihîştin di çarçoveya berjewendiyên xwe

de nirxand û wisa qebûl kirine û kirine parçeyek ji nasnameya xwe ya îdeolojîk. Bi vî rengî

birjuwaziyê karibûye ferq û cudatiya xwe ji feodalîzmê diyar bike û bide nîşandan. Kapîtalîzmê bi vî

rengî ferq û cudatiya xwe daye nîşandan

Şêwazên Dagirkeriya Kapîtalîzmê

Ev mijarên giştî ne, pêwîstî heye hîna jî mirov van mijaran bigire dest, bi taybet jî li ser nasnameya

kapîtalîzmê hûr raweste. Da ku mirov ziraviyên wê bi awayekî nazenînî bizane. Kapîtalîzm di roja me

ya îro de dema êrîş dike û dikeve nav hewldaneke dagirkeriyê, nabêje va ez kapîtalîzm im, ez ê

serweriya xwe bikim. Nabêje va ez kapîtalîzm im, ez têm hikm bimeşînim. Bi vî rengî nabêje,

kapîtalîzm bi amûr û metodên cuda nêzik dibe. Kapîtalîzm berî her tiştî fikrê xwe, şêwazê jiyana xwe

ya ku ew dixwaze li ser gelan ferz dike. Gelan ji gelbûna wan derdixe, çanda wan diguhere, çalakiya

wan a civakî diguhere. Nexweşiyên cuda di nav de diçîne û xerckirinê di nav de pêş dixe.

Desthilatdariyê di nav de pêş dixe. Van hemûyan dike û miletan dike parçeyek ji sîstema xwe. Ji bo vê

sîstem bi awayekî rihet dikare destê xwe deyne ser wan gelan.

Dema wisa dike çi dibe; her dem taybetmendiyeke kapîtalîzmê heye, ew jî di destpêkê de êrîş dike,

pişt re jî dixe bin destê xwe. Mînak di şeran de di şerên kozikan de, di cebhan de bî vî rengî ye. Topa

giran heye û mewziyên xwe li gorî wê çêdike. Destpêkê bombeyan diavêje, bombebarandineke giran

dike. Ziyaneke mezin dide dijminê xwe. Derbên mezin lê dixe û pergala wî xerab dike. Piştre êdî

yekîneyên xwe dixe nav tevgerê, û êrîş dike.

Topbarana kapîtalîzmê ya giran çi ye Îdeolojiya wê ye, fikrê wê ye, şêwazê jiyana wê ye. Di serî

de êrîşî gelan dike, wan dike bin kontrola xwe, fikir û aqilê wan digire bin radestiya xwe, jê û şûnda

êdî ji bo wê dagirkirin rihet dibe. Ne hewce ye bi artêşên leşkerî êrîş bike da ku dagirker bike. Bi

awayekî wan gelan bi xwe ve dide girêdan. Bi awayekî rihet hemû rengên talana ekonomî, îstismara

siyasî li ser wan gelan dimeşîne.

35