23.01.2015 Views

rustem-cudi-ideoloji

rustem-cudi-ideoloji

rustem-cudi-ideoloji

SHOW MORE
SHOW LESS
• No tags were found...

You also want an ePaper? Increase the reach of your titles

YUMPU automatically turns print PDFs into web optimized ePapers that Google loves.

Îngilîzî. Bi nezanîna zimanekî biyanî cîhana mirovan xerab nabe. Ew jî ji bo mirovan ne kêmasiyek e

ku însan jê şerm bike, lê mixabin di roja me ya îro de ev weke kêmasî tê dîtin.

Ji ber ku rengê min wek Emerîkan ne spî ye, zimanê min ne weke wan e, bejna min ne wiha ye; ev

hemû weke kêmasî tên dîtin. Rast e, ev hemû êrîş in û derveyî çand û rastiya jiyana însanan e. Ji bo vê

jî di aliyê îdeolojî de ev jî divê bê sererastkirin.

Wê demê îdeolojî wer fikrekî tenê û çînekê li dijî çînekê temsîl nake. Netewekê li dij neteweke din

temsîl nake. Îdeolojiya ku em pê bawerin ew sîstema fikrê ya ku tê de exlaqê civakê li ser piyan e, tê

de çanda civakê li ser piyan e, di nav de çarçoveya ahenga civakê hemû rengan di nav xwe de qebûl

dike. Tê de bawerî hene. Ev hemû di encamê de însan dikin xwediyê kesayeta xwe. Mirovan ji

asîmîlasyonê re, ji xwe tunekirinê re, xwe înkarkirinê û ji înkarê re vekirî nahêle û rê nade van tiştan.

Tam berovajiyê vê, însanek ku karibe di hemû qadên jiyanê de xwe îfade bike, derdixe pêş.

Însan Bi Îdeolojiyê Serbixwe Dibe

Liv û tevgera îdeolojîk, sîstemê li ser esasî wê hebe û bi çi re elaqeder bibe diyar dike. Divê mirov

li ser van xalan bisekine. Dema ku em dersa îdeolojiyê dibînin, dema em nîqaşên îdeolojîk dikin, divê

beriya her tiştî em bi vê bawer bin: Divê em di serxwebûna însan de ji rola îdeolojiyê bawer bin. Ji bo

vê însan bi îdeolojiyê serbixwe ye. Bê îdeolojî kole ye û ji koletiyê re vekiriye, divê em bi vê bawer

bin. Heke em bi vê nebawer bin, dersa îdeolojiyê ji bo me şiklî dibe. Wê demê mijar tenê bi gotinê têrê

nake û wiha jî nîne. Divê baweriya me hebe. Lewra divê ev jî bê diyarkirin ka ew bawerî wê hebe, yan

tune be Divê em di vê de zelal bin.

Îdeolojî Hêza Baweriya Mirovan e

Di vê babetê de divê em zelal bin, heke tu çiqas dibî xwedî derfetên madî bibe, heke di aliyê

îdeolojî de te vîna xwe diyar nekiribe, te îradeya xwe pêk neanîbe, ew derfetên te yên madî nikarin te

biparêzin. Em ê bi vê bawer bin yan na Em ê dersan ji dîrokê derxînin an na Dersên dîrok dide me çi

ne Misilman beramberî dewletên desthilatdar di herêmê de bi xwe li hemberî Sasanî û cahiliyeta

Ereban çend însan bûn. Di dema xwe de hejmarek wiha kêm bûn, lê baweriya wan bihêz bû.

Piştî demekê Sasanî jî şikandin, Bîzans û cahiliyeta Ereban jî şikandin. Gelo ev bi hêza xwe ya

madî kirin Na, ne wiha bû, eger hêza madî bûya dewlet bihêztir bû. Lê em bala xwe bidinê beramberî

îdeolojiyê hêza madî nikare li ber xwe bide.

Herwiha şoreşa Fransî vê dersê dide me, çek, pere, derfet hemû di destê qiralan de bûn. Lê di sala

1789‟an de kî bi serket Gel bi ser ket. Gel feqîr bû, çek di destê wî de nebû, top, tiving û şûrê wan

tune bû! Di vir de jî sedema serkeftinê ew bû ku îdeolojî hebû û bi ser ketin. Lewra dema ku îdeolojî û

bawerî lewaz bin, di exlaqê de dejenerebûn hebe, hêza madî tenê nikare sîstemê biparêze. Dema ku tu

rastiyê bişopînî û milîtanê rastiyê bî û bi argumanên rast li pey rastiyê bimeşî, dijminê te çiqas di aliyê

madî de bihêz dibe bila bibe, tu carî nikare te asteng bike.

Ji bo vê em bala xwe bidinê milîtanê rastiyê yên ku di aliyê îdeolojîk de karibûne kesayeta xwe ava

bikin û van kesên ku ew îdeolojî û ew fikir pejirandibin di hundirê xwe de bi cih kiribin û pê bawer

bin, ew kesayetên wiha jî peyda kiribin; mirov dikare bêje tu rê û hêz nikare pêşiya wan bigire. Tu hêz

nikare meşa wan a ber bi azadiyê ve asteng bike.

Çiqas lewaz dibin bila bibin, mînak têkoşîna azadiya Kurdistanê ya îro di bin pêşengiya Rêber

APO de tê meşandin li ber çavan e. Ev têkoşîn di asta macareyan de van tiştan dike. Ev têkoşîna

pêkhatî weke mucîzeyekê ye, ev wiha bi awayekî xwezayî pêk nehatiye, jixwe ve pêk jî nayê. Ew qas

dijminên li hemberî şoreşa me hene; Emerîka, Îsraîl, Yekîtiya Ewrûpa, Kurdên hevkar û hêzên herêmî,

ev hemû li dij PKK‟ê dixebitin. Tevî vê yekê jî hebûna PKK‟ê li ser piyan weke mucîzeyekê ye. Lê

eger endamên PKK‟ê bi rastî jî wiha jidil û can milîtantiya vê fikrê bikin, tenê wiha bi vî rengî mayîn

na, pir rehet me dikarî serkeftinên mayînde bidest bixista. Lê di nêzikbûnên me yên îdeolojîk de,

lewaziyên me yên hene dibin sersedemên ku li gelek cihan, gelek caran tiştê pêwîst e em bikin di

demên wê de pêk bînin, em nikarin di demê wê de pêk bînin. Ev jî rastî ne, dîrok van dersan dide me.

Di roja me ya îro de em dikarin van dersan ji tecrûbeyên xwe yên derbasbûyî derbixînin. Têkoşîna

PKK‟ê van dersan bi awayekî sûdwer dide me.

Ji bo vê têkoşîna îdeolojîk girîngtirîn têkoşîn e di nav gel de, keleha herî dawiyê ye ku li ber xwe

dide. Divê gelek tu carî wê kelhê bernede. Heger te ew keleh berda, wê demê tu radestî dijmin bûyî. Ji

bo vê jî divê mirov wê kelhê bernede, tu carî nehêle ku lewaz bibe. Mirov di binê zindanan de be, yan

jî birçî be, di bin îşkencê de be û li ku dibe bila bibe, divê mirov ji dijminê xwe re nebêje erê! Mirov

13

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!