rustem-cudi-ideoloji
rustem-cudi-ideoloji
rustem-cudi-ideoloji
- No tags were found...
Create successful ePaper yourself
Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.
Ji ber çi em ê wenda bikin Di vir de sermayeya navneteweyî ji bo çareserkirina pirsgirêka hemû

Kurdan kar nake. Lê ji bo ku Kurdan bike hêzeke hevkar, bike bin kontrola xwe dixebite. Bi awayekî

xwezayî dema ku Kurd girtin bin venêrîna xwe, wê li hemberî dijminê xwe yê herêmê bi kar bîne. Wê

demê em ê bibin hêzeke di destê emperyalîzmê de Em tu carî nabin ew hêza ku emperyalîzm me bi

kar bîne!

Dijmintiya Li Dijî PKK’ê Ji Ber Nasnameya Wê Ya Îdeolojîk E

Di roja îro de xala bingehîn a ku dijmin li ser disekine ev e; PKK‟ê weke çêkereke(bileşenekî) û

pêşengekî bingehîn dibîne. Perspektîfên azadiyê yê bingehîn ên ji bo gelê Kurd na û nebe, lê bibe

weke pêkhatinekê derveyî rastiya gelê Kurd bigire dest. Dixwaze vê nêzikbûna xwe bi Kurdan jî bide

bawerkirin. Lewma dibêjin: PKK di encama dagirkeriyê de pêş ketiye. Em tu carî tevlî vê gotinê

nabin, ji ber ku hebûna PKK‟ê tenê ne di encama dagirkeriyê de ye. PKK formulasyoneke rêxistinî ye,

li ser esasê birêxistinkirin û avakirina civaka exlaqî û polîtîk a nû di Kurdistanê de ye. Dagirkerî tune

be jî wê PKK hebe. PKK parçeyek ji vê civakê ye û ruhê civakê ye. Lewma ew qezencên esasî yên

PKK‟ê û dijmintiya ku li dijî PKK‟ê tê kirin, sedemên wê nasnameya vê tevgerê ya îdeolojîk e. Sedem

hemû jî ev e. Nêzikbûna PKK‟ê ji miliyetparêzî, demokrasî, neteweya demokratîk, welatparêzî,

çînîbûn, cinsiyetparêzî, ji ekolojî re û hwd, ji gelek xalên bingehîn yên jiyanî re, dibe sersedemê

qezenca wê jî û dibe sersedema ew qas dijmintî jî li beramberî wê hebe.

Endam Û Pêşengên Îdeolojiya PKK’ê Şehîdên Wê Ne

Pêvajoya destpêkê, xebata tevgerê ya îdeolojîk bi giranî xebata Rêbertiyê bû. Li ser pirsgirêkên

sosyalîzmê, mafê gelan, mijara netewî û dîroka Kurdistanê bi rengekî danaserhev nîqaş pêş diketin.

Lewra em nikarin ji pêvajoyeke wiha re bêjin ku bêasteng meşiya! Yanî rewşeke wiha jî nebû.

Mînak em bêjin: Rêxistin haziriyan dike, xebatan dide meşandin û nîqaşan dike, pirtûkan dixwîne û

birêxistin dike û dijmin jî dengê xwe nake! Di wê pêvajoyê de rewşeke wisa tune bû. Rast e ev

xebatên me gotî dihatin kirin, lê di wê demê de êrîşên cidî jî li ser tevgerê hebûn. Di wê demê de heta

şehadet jî çêbûn, yanî ev pêvajo di esas de pêvajoyeke fikrî ye. Di aliyê fikir de lêhûrbûn çêdibe. Lê

belê tevî vê jî şer, êrîş û şehadet jî derketin pêş.

Weke me got ev pêvajo di kûrbûna li ser van mijarên me gotî de pêş ket. Yanî ew xalên di

Kurdistanê de, di mijara netew, sosyalîzm, Marksîzm û Lenînîzmê de, bi partîbûnê bi encam dibe.

Yanî lêhûrbûneke îdeolojîk li gorî xwe çi kir. Li gorî xwe formulasyoneke rêxistinî peyda kir. Navê

wê jî bû PKK.

Ji bo vê PKK di rastiyê de rêxistin an jî ew formula rêxistinî, sîstema têkiliyê di navbera însan û

kadro de ya ku wê îdeolojiyê temsîl dike pêk anî. Yanî wê demê sosyalîzmê, welatparêziyê, exlaqê

şoreşgerî temsîl dikin û bi şoreşgeriyê bawer in. Di xebatê de têkoşînê esas digirin. Bi her awayî xwe

feda kirine, mirov dikare bêje xwe ji bo têkoşîna azadiyê pêşkêş kirine.

Ji ber vê di esas de em bala xwe bidinê, di endamtiya PKK‟ê de hinek pirsgirêk hene. Mînak heta

niha em nikarin bêjin filankes endamê PKK‟ê ye, yan jî ne endamê PKK‟ê ye! Heta dibêjin ku

Rêbertiyê bi xwe jî gotiye: “Ez bi xwe re nîqaş dikim ka ez PKK‟yî me yan na.”

Di kongreya me ya nehemîn ya ji nû ve avakirinê de, di 2005‟an de di mijara endamtiyê de, gelek

nîqaş hatin pêşxistin. Ka kî/ê endama/ê PKK‟ê ye! Wer hate nîşandan ku di bingeh de kes ne endam e,

lê berendamtî heye. Yanî her kes di nava hewldanekê de ye ku bibe PKK‟yî, lê kes ne PKK‟yî ye. Ji

bo vê ji endamtiyê zêdetir, hewldanên ji bo endamtiyê hene!

Bêguman PKK weke rêxistineke klasîk nîne. Rêxistinên klasîk bi vî rengî ne, demek bi rêxistinê re

têkildar dibin, çendekî di bin çavan de dimînin, piştî çend heyvên din biryar digirin û wan dikin

endam. Bi vî rengî xebitînek heye. Di rêxistinên sîstemê û rêxistinên klasîk de jî wisa ye. Lê di nava

PKK‟ê de tiştekî wiha nîne, yanî rewşeke wiha nîne. PKK bi rêziknameyeke hundirîn a nivîskî, bi

hinek prensîbên kevneşop ên klasîk ên rêxistinên din ji bo xwe esas girtine, nabe rêxistin. Rêxistinbûn

û endamtiya PKK‟ê jî bi vê çênabe. Wê demê endamtiya PKK‟ê çi ye Endamtiya PKK‟ê girêdayî

îdeolojiya PKK‟ê ye. Îdeolojî, bawerî, îrade û armancên bilind ên PKK‟ê formule dike. Baweriya wê,

îradeya wê, armanca wê ya bilind formule dike. Ev armanc çi ne Ev armanc peydakirina civakeke

azad e. Da ku hemû endamên vê civakê, karibin serbest bijîn. Hemû çêkerên wê karibin serbest xwe

îfade bikin. Bi awayekî azad karibin xwe îfade bikin. Têkiliya di navbera hêzên civakê de li ser esasê

hevdu temamkirinê be. Wisa ew nexweşiya desthilatdariyê, dewletê, şîdetê, cinsiyetparêziyê û

50