rustem-cudi-ideoloji
rustem-cudi-ideoloji
rustem-cudi-ideoloji
- No tags were found...
Create successful ePaper yourself
Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.
ala xwe bidinê, zarokên Kurdan li dijî rastiya xwe dixwînin û xwe înkar dikin. Lê bi awayekî

serbilind xwe înkar dikin, bi dirûşman xwe înkar dikin. Ya rastî diviyabû ku li ser vê rewşa xwe

bigiriyana, lê ji bo vê rewşa xwe nagirîn. Ev, dagirkirina îdeolojîk e.

Mînak Kurd li xwe xwedî dernakevin û asîmîle bûne. Tu lê temaşe dikî Kurd e, lê dibêje; “Ez Tirk

im.” Bi zimanê biyanî xeber didin, sedemên van hemûyan çi ne Ev dagirkirina îdeolojîk di mejiyê

wan de pêk hatiye. Ji ber çi desthilatdarî pir xerabiyê dimeşîne, îşkencê dike, dikuje û piştî wê êrîşî

çandê dike. Dijmin van hemûyan pêk tîne da ku di her warî de bi ser keve.

Dagirkeriya Li Ser Jinê Ne Fizîkî Ye Îdeolojîk E

Însanan ji nirxên wan ên netewî dûr dixin. Ji nirxên wan ên çandî dûr dixin. Bi vî rengî însan

digihêje astekî ku ji înkarkirinê û dagirkirinê re amade dikin. Êdî wisa dibe ku ji xwe înkarkirinê re

hazir dibin.

Mînak jin jî wiha ye, dagirkirina jinê dagirkirineke îdeolojîk e. Ev mînaka îdeolojîk di ku de diyar

dibe Dema mirov li dîrokê vedigere mirov dibîne ku jin di serî de xwedawend in, pîroz in. Di

navenda çalakiya civakê de ne. Zarok bi dayîkê tên nasîn. Malbat bi jinê tê avakirin, çandin û gund li

derdora jinê çêdibe. Lê belê piştre dikeve asta duyemîn û paş dikeve. Lê ev serdestiya li ser jinê di

encamê de demî ye. Ji ber çi demî ye Eger li cihekî bindestî çêbû, li cihên din bindestî çênabe. Wê li

cihên din berovajiyê vê rewşek hebe. Bi demê re wê gav bi gav bandora xwe li ser wî cihê ku bindestî

û dagirkerî tê de heye bike û dîsa sererast bibe.

Jin Bi Îdeolojiya Desthilatiyê Hatiye Reşkirin

Me gotibû bi demê re rewşên bindestiyê tên guhertin, bindestî mayînde nînin. Lê ji bo ku sererast

nebe û ew bindestî mayînde bibe çi dibe Gav bi gav êdî ew bindestî bi bindestiyeke îdeolojîk tê

temamkirin. Ew jina ku di mîtolojî û wêjeyê de ku cihekî pîroz digirt, lê di heman lîteratur û

mîtolojiyê de cihekî çawa digire, cihekî xerab digire. Bi rengekî xerab û reşkirî tê nasîn.

Dema em digihîjin serdema dînên yekxwedayî, rewşa jinê hîna xerabtir dibe. Mînak hemû pirtûkên

dînî Tewrat, Quran û Încîl jî li dijî jinê tiştên neyînî digotin. Niha di roja me ya îro de îslama siyasî ji

bo ku xwe bi jinan bide qebûlkirin dibêjin: “Îslamê wiha gotiye û wiha negotiye.” Lê ya rastî ev hemû

jî ji gotinan wêdetir tiştek din nînin. Mirov dikare bêje dagirkirina li ser jinê temam bûye. Rêbertî

dibêje: “şikandina duyemîn di serdema dînên yekxwedayî de çêbûye.” Di dînên yekxwedayî de

digotin; “jin xerab in, sedemê hemû rengê xerabiyê ne…” Gelek tişt li ser jinê hatine gotin. Bi vî rengî

jin derveyî hemû karên civakî dihatin hiştin. Ger ev ji aliyê zilaman tenê ve hatibûya gotin dîsa baş bû,

heke wiha be wê jin zêde ziyanê nebînin. Lê dema bigihîje wê asta ku jin bi xwe li ser xwe van

gotinan bêje, ew dagirkirineke îdeolojîk e.

Di serdema me ya îroyîn de ne tenê zilam jinê mehkûmê bindestiyê dike, jin bi xwe jinê mehkûmê

bindestiyê dike. Ew hikmê civakî yê ku bi salan e li ser hatiye pêkanîn, êdî gihîştiye astekê wê bi xwe

ev nêrînên sîstema desthilatdar li ser xwe qebûl kiriye.

Lewra em bala xwe bidinê dema ku dijmin bêje Kurd bêhiş in, nezan in, ziyana van gotinên dijmin

zêde tune ye. Lê kengê dikeve rewşeke xerab Dema ku Kurd bi xwe ji hev re bêjin Kurd bêhiş in. Di

roja me ya îro de em rastî van gotinan jî tên, ev êrîş di hundirê civaka me de jî pêş ketiye. Ji bo vê

dagirkirina îdeolojîk a herî xerab e.

Îdeolojiya çewt dema bibe serdest ziyanê dide civakê. Bêhempa xerabiyê bi xwe re tîne. Mînak

mirov dikare vê di rewşa Kurdan de bibîne, gelekên din jî heman rewşê dijîn. Di sosyalîstên kevn de

mirov vê dibîne, herwiha di rewşa jinê de jî mirov dikare bibîne. Lê belê çima ev pêş dikevin Ji ber

ku teşekirina civakê li ser esasekî çewt e, ev dihêle ku rewşên wiha pêş bikevin. Ev xerabiyeke mezin

dide civakê. Ji bo vê divê em girîngiyeke mezin bidin têkoşîna îdeolojîk. Divê em xerabiyan sererast

bikin, em giringiyeke mezin bidin têkoşîna îdeolojîk!

Em bi giranî li ser qadên ku divê xebata îdeolojîk lê bên kirin rawestiyan. Dîsa em li ser

taybetmendiyên ku derdikevin pêş sekinîn. Bi taybet jî kapîtalîzm û nasnameya serdestiyê ya îdeolojîk

çi ye. Îdeolojî û desthilatdarîbûna wê, li ser van babetan hate rawestandin.

42