rustem-cudi-ideoloji
rustem-cudi-ideoloji
rustem-cudi-ideoloji
- No tags were found...
Create successful ePaper yourself
Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.
yên jiyanî di jiyanê de, çavkaniyên xwe ji ku digirin Ji hêza ku ferd dide meşandin, ji wê digire. Yanî

ji îdeolojiyê digire.

Însan çiqas di warê îdeolojîk de xwe kûr kiribe, bi çek kiribe, bawer kiribe, ew qas jî ew îdeolojî liv

û tevgera kes diyar dike. Ji bo vê yek nikare îdîa bike û bêje: “Ez PKK‟yî me, bi îdeolojiya Rêber Apo

bawer im, lê dema mirov li liv û tevgera wan temaşe bike, li gorî xeta têkoşînê nîne! Bi rengekî cuda

nêzik dibin. Ev mijar ji bo me esasî ne. Yanî mirov pîvanên exlaqî bi vî rengî dikare diyar bike.

Di Cewherê Vê Nasnameyê De Demokrasî Heye

Me berê demokrasî bi rengekî din fêm dikir, lê di roja me ya îro de em bi rengekî din fêm dikin.

Demokrasî weke taybetmendiyên civakê me nedizanî. Yanî di sosyolojiya derbasbûyî ya sosyalîst de

jî, di ya kapîtalîst de jî, demokrasî weke taybetmendiyên civakê yê xwezayî me fêm nedikir.

Demokrasî me weke çi nas dikir Me weke rengê desthilatdariyê nas dikir. Desthilatdarî demokrasî ye,

yan ne demokrasî ye, me baş fêm nedikir. Ji ber vê yekê demokrasî weke teşeya dewletê dihat

fêmkirin.

Mînak Lenîn vê dibêje: “Bawer bikin, demokrasî rengek ji rengê dewletê ye.” Kengê dewlet tune

bibe, wê demokrasî jî tune bibe. Yanî demokrasiyê weke taybetmendiyên dewletê û desthilatdariyê

digirtin dest.

Lê em weke tevger êdî demokrasiyê bi vî rengî nagirin dest. Demokrasî weke rengê dewletê nîne,

weke rengê desthilatdariyê nîne. Demokrasî rengekî jiyana civakê bi xwe ye. Heta civak hebe wê

demokrasî jî hebe. Herwiha weke çawa Lenîn gotiye, bi tunebûna dewletê re, demokrasî jî tune dibe.

Ev tespîteke ne rast e û em tevlî nabin. Bi tunebûna dewletê re demokrasî dest pê dike. Di bingeh de

wiha ye. Demokrasî dema ku dewlet tune be heye. Demokrasî dema ku dewlet lewaz be heye. Her ku

demokrasî mezin dibe û bi pêş dikeve, ewqasî dewlet paş dikeve û biçûk dibe. Lewra wê demê

demokrasî çi ye

Em bi navê wê re mijûl nebin, li ku derketiye em bi wê re jî mijûl nebin. Lewra hikmê gel e, gelê

xwe bi rê ve dibe ye, li gorî wê ew gel kî ye Di çaxa kevn de demokrasî hemwelatiya Atînayê ye. Di

vê çarçoveyê de jin û kole esas nayên girtin. Bi vî rengî weke têgîn, li ku derketiye, çima derketiye, bi

çi hatiye naskirin; ji wê bêtir di roja me ya îro de têgihîştina me jê re çawa ye! Yanî fêmkirina me jê re

li ser esasekî cuda ye, li ser kîjan esasî ye Li ser esasê civaka ku hemû çêkerên wê karibin bêasteng

xwe îfade bikin e. Di çarçoveya berjewendiyên xwe de xwe bînin ziman, bê ku ziyanê bidin ên din. Ev

xwe îfadekirin bi peymaneke civakî pêwîst e bê parastin.

Demokrasî çi ye Ew sîstema civakê ya ku di nav de hemû çêkerên civakê bêferq û cudatî di

navbera mezin û biçûkan de hebe. Di navbera cinsan, rengan, zimanan hwd. hemû çêkerên vê civakê

bê ku em ferq û cudatiyê bikin navbera wan, karibin bi rengekî serbest xwe îfade bikin. Mirov dikare

bêje ev demokrasî ye.

Ji bo vê demokrasiya em esas digirin ne demokrasiya pirhejmariyê ye, ne jî demokrasiya hindikayî

ye. Ne jî ya serdest û bindestan e. Ne ku ya çînan e, lê belê demokrasiya civakê ye.

Me jixwe gotibû demokrasiya em tînin ziman û li ser xeta wê xwe birêxistin dikin, ne ya pirjimar û

hindikan e. Mînak bala xwe bidinê heger îro em behsa demokrasiyê bikin û em bêjin: Tenê demokrasî

hilbijartin e! Dibêjin demokrasî hilbijartin e. Demokrasî tê maneya ku gel nûnerê xwe hilbijêre.

Temam eger îro em dengdanekê li vir çêbikin, dibe ku hejmara hevalên jin beramberî hejmara hevalên

mêr kêm e. Em ê bêjin bi awayekî demokratîk vê hejmarê bikin dengdanê. Wê demê wê bi awayekî

xwezayî destê zilaman ji yê jinan zêdetir be. Gelo em ê li wir bêjin, me biryar girt, biryar hate girtin, lê

di wir de jin heye! Wê demê wê bêje pirhejmar ev bû. Ev ne demokrasî ye.

Ji ber ku hejmarek çiqasî kêm be jî, mafê wan heye. Dixwazî bila yek be jî, dîsa mafê kesekî jî

heye. Girîng e ew jî mafê xwe bîne ziman. Girîng e di wê çarçoveyê de xwe bîne ziman. Ji ber wê

demokrasiya ku em esas digirin, demokrasiyeke rasterast e, radîkal e, komunal e û kûr e. Wisa tenê bi

hilbijartinan bisînor namîne. Tenê bi hinek mafên qezenckirî ve bisînor namîne. Her demê ji bo her

kes bi temamî azad bijî, di nava têkoşînê de ye. Firsenda wê têkoşînê dihêle û peyda dike. Lewma divê

em fêmkirina xwe ji demokrasiyê re jî ji nû ve bigirin dest. Demokrasî weke taybetmendiyê civakê ye.

Îdeolojiya Me Li Ser Hîmê Neteweya Demokratîk E

Em di îdeolojiya xwe de neteweya demokratîk esas digirin. Em miliyetparêziyê nagirin dest, lê

neteweya demokratîk esas digirin. Li ser vî esasî, dewletbûyîn, desthilatîbûn û şîdetê em bi awayekî

tund rexne dikin.

61