23.01.2015 Views

rustem-cudi-ideoloji

rustem-cudi-ideoloji

rustem-cudi-ideoloji

SHOW MORE
SHOW LESS
• No tags were found...

You also want an ePaper? Increase the reach of your titles

YUMPU automatically turns print PDFs into web optimized ePapers that Google loves.

zanistperestiyê, her wiha hemû nexweşiyên ku di roja me ya îro de, di însanan de peyda bûne, lê ne

weke xwezaya însanan e, weke taybetmendiyên serdestî, hiyerarşî û dewletbûyînê ketine hundirê

însên, însan ji wan nexweşiyan hemûyan veqete, rizgar bibe.

Gihandina wê kesayeta ku pê re desthilatdarî, ezezîtî û ferdiyetparezî tune be. Çalakiya şîdetê pê re

tune be. Dewletgerî, miliyetgerî û hwd, ew gemara ku çîna serdest di însan de çandiye, pê re tune be.

Ji van tiştan hemûyan hatibe şûştin, wê demê ew însan dibe PKK‟yî.

Baş e, em di roja xwe ya îro de dikarin wisa rehet bêjin, ma gelo me xwe ji van tiştên hatî gotin safî

kiriye Me xwe pak kiriye û me xwe ji wan taybetmendiyên sîstemê veqetandiye Bi me re

miliyetparêzî, cinsiyetparêzî, çîngerî, desthilatî, çalakiya şîdetê tune ye! Em vê nikarin bêjin û îdîa

bikin. Yanî wek kes ez nikarim vê îdîa bikim, ez bawer im gelek hevalên din jî nikarin wiha îdîa bikin!

Ev tê vê manyê ku kesên îdîa wan di vî aliyî de hebin qet tune ne! Em nikarin îdîayeke wiha bikin.

Em bawer in ku hemû kesên di nava vê tevgera azadiyê de hewldanên wan ji bo xwe ji van

kêmûkurtiyan xelas bikin hene. Biryar heye, bawerî heye, lê belê asta têkoşînê lewaz e, asta zanebûnê

lewaz e, hêz kêm e, performans kêm e. Ev hemû dibin sersebebên ku di vî aliyî de meşeke me ya zêde

serkeftî tune be. Lewra di mijara endamtiyê û ne endamtiyê de bêguman dudiliya me hebe em nikarin

bêjin ku em endamên PKK‟ê ne. Ji ber ku PKK; formulekirina hinek îdîayan e û baştirîn sekn e,

bilindkirina hinek nirxên di asteke herî baş de ye. Rêkupêkirina nirxan e. Bilindkirina nirxan,

bilinkirina van hemûyan li ser esasê avakirina civakeke nû ye. Ev civaka ku bi desthilatî, hiyerarşî,

şîdet û bi çînîbûyînê hatiye tunekirin, tesfiyekirin û li ser tehekum hatiye kirin. Ew civak ji bin wê

desthilatdariyê bê rizgarkirin û bi nirxê xwe yê xwezayî bijî.

Însanê di oxira peydakirina civakeke exlaqî û polîtîk de, bi vî rengî têkoşînê bike, ew însan

bêguman divê xwe ji hemû bermahiyên sîstema çînî ya desthilatdariyê pak kiribe û zelal kiribe.

Ji ber vê yekê em bala xwe bidinê di mijara endamtiya PKK‟ê de dudilî hene. Kî endam e, kî ne

endam e! Em hemû neferên tevgera azadiyê ne, lê PKK‟yîbûn asteke bilind e. Lewra divê her demê

gihandina PKK‟yîbûnê weke hewldanekê be, têkoşînek be. Eger te bi rengekî burokratîk got: “Min sê

mehên xwe temam kirin û niha ez bûm PKK‟yî, yan jî bêjî min şeş mehên xwe yên berendamtiyê

temam kir û niha ez bûm PKK‟yî.” Wê çaxê tu temam dibî, tu nema pêdiviya rexnedayînê dibînî.

Pêdiviya têkoşînê, xwe nûkirinê nema dibînî.

Ev jî bi mirov re çi çêdike Ziyanê dide têkoşînê, di nava têkoşînê de ziyanê çêdike. Lewra divê

nêzikbûna me ya ji endamtiya PKK‟ê re bi vî rengî be. Gelek ji me li pey hinek tiştan dikevin. Mînak,

ez sala çûyî wiha bûm, ez niha wiha me! Du sal berê min wiha dikir û îsal ez wiha dikim”. Ev

nêzikbûnên bi hinek kesayetan re pêş dikeve ne çanda PKK‟ê ye. Di çanda PKK‟ê de tiştên wiha nîne.

Ew nêzikbûna partiyên kevn e. Erk, meqam, cih, van ji xwe re esas digirin. Ji bo vê em bala xwe

bidinê esasê dînamîkbûna PKK‟ê çi ye PKK wiha van tiştên burokratîk esas nagire. Hevalek nû tevlî

bibe, ger çalakiya wî ji bo pêkanîna xetê zêde be, ew zêdetir qedir û qîmetê di nav rêxistinê de digire.

Lê dibe ku di ser tevlîbûna hevalekî/ê re sal jî derbas bibe, lê hewldanên wan di temsîlkirina nirx û

îdîayên rêxistinê re lewaz bin, wê demê nikare nirxê bigire. Qîmetdayîn, erkdayîn, bierk-kirin, pîvana

wê asta serkeftina pratîka wê/wî ye. Tu çiqasî di pêkanîna erkan de serkeftî bî, ew qas cihê te wê hebe,

ew qas wê qîmet, qedir û nêzikbûn ji te re baş be.

Ji ber vê pêwîst e, ev taybetmendî bên zanîn. Wê demê PKK weke ew zemînê ku têkoşîna îdeolojîk

a Rêbertiyê û hevalên destpêkê didan meşandin, zemînê ku xwe di nav de formule bike ye. Yanî tevger

êdî tenê di warê fikrî de nîne, tiştekî razber jî nîne, tenê îdealên îdeolojîk jî nînin. Êdî însanên wê

temsîl bike hene. Ji bo vê însan derdikevin; Mazlûm, Xeyrî, Besê, Kemal, Egîd û Zîlan derdikevin û

kesayetên wiha tevlî vê rêxistinê dibin.

Ev tevlîbûn di esas de mayîndekirina wan nirxan e. Ji bo vê em bala xwe bidinê sekna van hevalan

a îdeolojîk çawa ye Wisa di çûna wan a bi ser kar de, tu carî hêza dijmin naynin ber çavên xwe. Tu

carî ked û fedekariyan jî naynin ber çavan û bi hesab nêzik nabin. Yanî dijmin çiqasî bihêz be bila

bihêz be, ew nabe egerek ji bo kêmkirina têkoşînê. Ji bo van hevalan nabe sedema kêmkirina têkoşînê.

Dijmin çiqasî bihêz dibe bila bibe, mînaka wê ya berbiçav zindana Amedê ye.

Weke em hemû jî baş dizanin dijmin wê demê pir bihêz e, lê hevalên me jî di bingeh de pir bêhêz

in. Lê vê nakin eger ku têkoşîn û berxwedana xwe kêm bikin. Tam berovajiyê vê têkoşîna herî mezin a

ku serkeftinê di bingeh de digire dest, di nav de teqez serkeftin heye, di bingeh de li zindana Amedê tê

meşandin.

Fedekariyan nahesibînin. Mînak, nabêjin; „ez ê bimirim, ez ê sax bimînim, ez ê birîndar bibim,

birîndar nebim‟ yek ji van jî nayê hesibandin. Tenê tiştek tê hesibandin ew jî „azadî‟ ye. Di oxira

51

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!