rustem-cudi-ideoloji
rustem-cudi-ideoloji
rustem-cudi-ideoloji
- No tags were found...
Create successful ePaper yourself
Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.
eramberî nirxan e. Dema ku li hemberî nirxan hesasiyeta mirov zêde be, wê demê mirov bi wijdan e.

Dema ku hesasiyeta mirov lewaz be, wê demê ne bi wijdan e.

Îdeolojî çi dike Têkoşîna îdeolojîk hesasiyeta mirov li hemberî nirxên wan bilind dike. Mînak,

Kurdistan heye û dîroka wê heye, miletê Kurd çi dike Miletê Kurd seferber bûye li polekî rast bê, li

hestiyekî rast bê, li kevirekî nexişkirî rast bê, peykerekî rast bê, wiha bihizire û ji xwe re bêje: Ka gelo

ez çawa biparêzim, na. Li şûna ku weke nirxekî netewî biparêze, lê mixabin ji bo bifiroşe wekî

bazirganê (tucarê) berheman dixebite.

Ev bêhesasiyeta li hemberî nirxan e. Ne di wê zanebûnê de ye ku nirxên xwe difiroşe. Mînak,

rojnameyeke Danîmarkayê carekê karîkatorê Muhemed çêkirin û weşandin. Misilmanan dema ev dîtin

li seranserê cîhanê çi kirin Malên Danîmarka baykot kirin, êrîşî saziyên wan kirin, meş li dar xistin,

kuştî çêbûn. Ev tişt hemû çêbûn. Lê yê me her roj ragihandina dijmin bi nirxên Kurdayetiyê henekên

xwe dikin. Carna rojnameyên dijmin derdikevin, li sernivîsa wê dinivîse “Ker Kurd”. Rojnameya Starê

li Tirkiyeyê ev manşêt avêtibû. Yan jî hin tiştên ji vê xerabtir jî hene. Lê Kurd ranabin û îsyan nakin!

Ji ber ku hesasiyeta wan li hemberî nirxên wan lewaz e. Dibêjin: “Gotiye ker ma çi bûye.” Lê yek heye

ku li ser gotineke wiha cîhanê dirûxîne!

Neteweyeke ku li ser nirxên xwe hakim, nirxên xwe derxistiye zanebûnê, dema ku êrîş li ser nirxên

wan çêbûn dikarin xwe biparêzin. Xwe wiha fêr kirine. Ew cîhanê dirûxînin. Lê yên me xwezayî

dibînin. Êrîş li ser nirxan çêdibe, lê li dijî wê têkoşîn nayê kirin. Ev tiştekî pir girîng e û divê em li ser

van meseleyan rawestin.

Divê mirov li ser têkiliya îdeolojiyê ya bi aqil û wijdan re baş bisekine. Qadên îdeolojiyê hene, tu

bi çi îdeolojiyê belav dikî û ji civakê re dikî mal Bi ragihandinê, weşan, pirtûk, propaganda û bi van

tiştan mirov dike malê civakê. Niha wê ev tişt li ser çi bisekinin Wê bi çi awayî vê ji civakê re

ragihînin û bi çi awayî civakê li dijî dijminê wan bi îrade bikin Dema ku her tiştê me gotî bikeve

xizmeta dewlemendkirina aqil û wijdanê, ev civak, aqilê wê bi agahiyên rast, bi zanistê bê

perwerdekirin, karibe çewtî û başiyan ji hev derbixe, wê demê ew aqil ê civakê ye.

Lê di milê din de jî dewlemendkirina wijdan pêwîst e. Niha ev aliyê wijdanî ji bo me pir girîng e.

Weke gelê Kurd, şoreşger, endamên tevgera têkoşîna azadiyê ji bo me pir girîng e. Gelek tişt hene ku

bi me xwezayî tên. Lê divê tu carî ji me re xwezayî neyên. Sedema nexwezayîbûna van tiştan çi ye

Sedemên wê; di aliyê wijdanî de em ziwabûn an jî kêmbûnekê dijîn. Dewlemendiya wijdanê tune ye.

Dewlemendiya wijdanê tê wateya ku zêdegaviyek biçûk be jî, li ser kîjan nirxên te yên neteweyî dibe

bila bibe, divê mirov bersiva wê bi raeksiyoneke cidî bide.

Mînak, nirxên çandî, ziman, erdnîgarî, dîrokî, arkeolojîk, ekolojîk û çi dibe bila bibe, dema ku talan

li ser çêbûn, êrîş li ser çêbûn, divê hingê ji aliyê însanên vê neteweyê û civakê ve bi reaksiyon û

nerazîbûnên cidî bersiva xwe bibînin.

Wê demê îdeolojî çi dike, îdeolojî mirovan bi nirxên wan mezin dike. Nirxan di zîhniyeta mirovan

de bi cih dike. Mînak, ez Kurd im, piştî vê jî dîrok, çand, ziman, erdnîgariyeke me heye. Ji derveyî van

ji ber ku ev tiştên hevbeş in, di nav hemû Kurdan de xalên hevbeşiyê ne. Ji Kurdayetiyê wêdetir divê

mirov ji xwe bipirse, gelo ez kî me Gundî bim, karker bim, xwendevan bim, ciwan bim, mezin bim,

jin bim, mêr bim, ger kî dibim bila bibim, ev taybetmendî li gel min hene. Ev jî hesasiyetan pêş dixe.

Mînak, jinekê hesasiyetên wê ji yên mêrekî cudatir in. Mêrek hesasiyetên wî cudatir in, ciwan

hesasiyetên wan ji yên mezinan cudatir in.

Lê eger civakek jin û mêrên wê weke hev bijîn, eger ciwan û mezinên wê wek hev bijîn, wê demê

hesasiyeta wê civakê miriye.

Ciwan bê lêgerîn be, ciwan astengan ji pêşiya xwe raneke, qeydan neşkîne, jin lêgerînên xwe yên

azadiyê tune bin, civak li hemberî nirxên xwe yên madî û manewî ne hesas be, wê demê ew civak

miriye!

Ji bo vê divê em van tiştan biçînin. Ji ber ku civaka me hatiye talankirin. Lê pêwîst e em ji nû ve

van hesasiyetên li hemberî nirxên netewî biçînin. Em di nav gelê xwe de şiyariyê pêş bixin. Gelek tişt

hene şiyariyê pêş naxin û tam berovajiyê wê bêxemiyê pêş dixin. Mînak, em bala xwe bidinê di cihanê

de hunermend, nivîskar, şêwazê qezencê ji bo xwe esas girtine. Yanî çiqasî pere qezenc dike, lê ne ku

mirovan li hemberî nirxên wan şiyar û hesas dihêle. Ne jî hêza têkoşînê di însan de kûr dikin. Ruhê

berxwedanê di mirovan de kûr nakin. Van qet esas nagirin, lewma ev kar ne karekî îdeolojîk e. Karê

îdeolojîk ê ku wijdanê mirovan dewlemend neke, ne karekî îdeolojîk e.

Mînak, heke mirov di navgînekê de be û di wir de cinsiyetparêziya civakî hebe, mirov wê pir

xwezayî bibîne, wê demê nirxên civakê bi mirov re gelekî lewaz in. Ji ber wê cinsiyetparêziyê

21