rustem-cudi-ideoloji
rustem-cudi-ideoloji
rustem-cudi-ideoloji
- No tags were found...
Create successful ePaper yourself
Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.
nav lîtava wê derdikevin. Lê ya rastî jî tiştên ew dibêjin tune ye bi xwe heye. Mînak gundî, dîndar,

rewşenbîr û ev beşên civakê hemû jî hene û tu wan nabînî.

Dema ev diyardeyên di nav civakê de dixwazin xwe îfade bikin, li nav serê wan dixe, yan wan

dikuje, yan jî dişîne wargehên kar û îşkencê li wan dike. Salek du, sê, gihîşte astekê ku civakê hew

tehemul kir, lewra sîstema sosyalîzmê di carekê de hilweşiya.

Wê demê îdeolojî di aliyê pirsgirêkan, nêzikbûnan de jî beramberî van pratîkên wiha jî tê. Lewma

dema em têkoşînekî dimeşînin divê beriya her tiştî em îdeolojîk bimeşînin. Çima pêdiviya vê yekê

heye Ji ber ku pirsgirêka me çi nîşanî Tirkiyê dide Bi awayekî fermî îdeolojiya me heye, heta ew

dewlet îdeolojiya xwe neguhere, tu demê pirsgirêka Kurd çareser nabe. Bila destûrên bingehîn

biguhere, bila filan kes, serokê ku dibe bila bibe, rabe û bêje; “em û Kurd bira ne”. Lê dewletek e ku tê

de rêveberî li ser esasên îdeolojiya fermî hatiye avakirin.

Di wê îdeolojiya fermî de çi heye Di nav îdeolojiya wê de nijadperestî, miletperestî, dîngerî û

înkarkirin heye. Mînak dibêje: “kesên li ser vê axê dijîn hemû Tirk in.” Tenê vê dibêje. Lê tu jê re

dibêjî; “Ev Kurd e,” dibêje; “nabe Kurd hebin, di îdeolojiya fermî de Kurd nînin.” Yanî yên li ser vê

axê dijîn hemû jî Tirk in, hew ew qas. Çênabe ku Kurd hebin, lê tu dibêjî; “Ez Kurd im û zimanê min

cuda ye.” Lê ew dibêje; “çênabe ku zimanê te cuda be.” Wê demê divê Kurd nebin.

Îdeolojiya fermî tê vê maneyê. Îdeolojiya fermî di Tirkiyeyê de çi ye Îdeolojiya fermî di Tirkiyeyê

de du bingehên wê yên esasîn hene. Yek nijadperestî ye, yanî neteweya Tirk di ser her neteweyê re

dibîne. Ya duyemîn jî dîngerî ye û ew dîngerî jî Sunî ye, Sunî jî Henifî ne, ev mezheb di ser hemû

mezheban û dînan re ye. Ji bo vê li Tirkiyeyê sîstema siyasî em bala xwe bidinê, di nav nijadperestî,

faşizm û dîngeriyê de dem demê çûye û hatiye. Ji ber ku îdeolojiya fermî ev e.

Ji bo vê Elewî, Şîa, Kurd, Azerî, Laz ev hemû tune ne. Ango derveyî Tirkan kesên din tune ne,

çênabe hebin jî. Ji ber ku dema ev hemû hebin wê demê divê îdeolojiya fermî ji holê rabe. Ew jî nayê

nîqaşkirin, carekê sînorek ava kirine û gotine di nav vê axê de unsûrên li ser vê axê hene, ew jî Tirk in.

Weke din tu kesên din tune ne, yên heyî jî Îslam û Sunî ne. Lewra heta ku ev hilneweşe pirsgirêk

çareser nabin. Vê jî dikin bihaneyeke cidî. Mînak, sondeke wan heye, zarok her sibe, dibêjin: “Tirk im,

rast im, jêhatî me…”

Wiha bûye dema ku zarokên Almanan jî diçin dibistanên wan bi wan jî vê sondê didin xwendin.

Erbakan carekê wiha got: “Hûn bi zarokan vê didin xwendin û dibêjin: „Tirk im jêhatî me…‟ Wê demê

zarokên Kurdan jî wê bêjin: „ez jî Kurd im û jêhatîtir im.” Du, sê roj bi vê gotina wî re neçû û derbe lê

xistin û ji ser hikm danîn. Çima wiha ji ser desthilatdariyê danîn Ji ber ku îdeolojiya fermî nîqaş kir

Ji bo vê têkoşîna me pir binirx e. Me çi kir, me di îdeolojiya fermî de qelîştekên pir mezin vekirin.

Me hinekî ew îdeolojiya wan perçe kiriye. Hîna jî li ser a xwe israr dikin, lê êdî kes nikare li ser gelê

me înkarê bide meşandin. Êdî me gav bi gav ew sondên di dibistanan de tên xwendin ji holê rakirine.

Lewra weke berê êdî ne derbasdar e û kes naxwîne. Heta sibê bila bêjin, mînak panêl çêdibin, kesekî

Kurd dibêje; “Ez Kurd im û bi salan we ev bi me da xwendin, ev da xwendin, lê ez ne ew im, ez Kurd

im. Zimanê min jî cuda ye, ji bo vê divê ez bi vî zimanê xwe perwerdê bibînim.” Ew dibêje; “temam

tiştê tu dibêjî rast e, lê ev dewleta me ne ew dewlet e. Dewleta me yek netew tenê di nav de heye. Yek

milet tenê dikare perwerdê bibîne.” Ji bo vê heta asta dawiyê rewşeke ehmeqane ye. Wek dînan,

rewşek ji derveyî aqilan derdikeve holê. Lê di heman demê de desthilatdar e. Bala xwe bidinê

bêwijdaniya wê di ku de ye Zarokekî Kurd e, dê û bavê wî bi Kurdî pê re xeber didin, lê dema diçe

dibistanê bi dengê bilind bang dike û dibêje; “ez Tirk im…” Eger nebêje lêdanê dixwe. Ev mînakên

rojane ku em rastî wan tên, bi çavên xwe dibînin û dijîn.

Mînak, îdeolojiya Ereban a fermî heye, herî zêde di rêka partiya Baas de xwe zêdetir diyar dikin.

Ew jî dibêjin: “Ji okyanusa Atlantîk, Fars, Mexrib, Tunis, Libya wan deran heta bi Kendava Fars, heta

başûrê Îraqê, hemû Ereb in.” Lê di vê erdnîgariyê de bi sedan milet dijîn, ew milet hemû înkar kirine,

da ku ew gel xwe komîserhev nekin, xwe rêxistin nekin, şer çênebe û lêdan û kuştin çênebe her tiştî

dikin. Sedemek jê jî ew e ku mirov pê nahese ku ew gel jî hene.

Mînak kê berê zanîbû ku li başûrê Sudanê miletekî cuda heye. Kê berê dizanî ku di Cezaîrê de

miletekî cuda heye Kê berê dizanibû li ku miletên cuda cuda hene. Ev dişibine mînaka gelê Kurd.

Weke din jî ew qas dîn û mezheb hene, pir reng û çand hene, lê mixabin rojane dimirin. Çima wiha

dibe Ji ber ku îdeolojiya fermî tenê tiştekî qebûl dike û dibêje: “Li vir miletek heye Ereb e û dînek

heye ew jî misliman in. Weke din tu dîn, reng û mezheb nînin.”

Ji ber vê yekê ew qas asîmîlasyon çêdibe. Lewra desthilatiya îdeolojîk a çewt pir xerab e. Ew

desthilatî însanan digihîne asteke ku însan bi xwe, ji rastiya xwe, çand û rengê xwe direvin. Mînak

41