rustem-cudi-ideoloji
rustem-cudi-ideoloji
rustem-cudi-ideoloji
- No tags were found...
You also want an ePaper? Increase the reach of your titles
YUMPU automatically turns print PDFs into web optimized ePapers that Google loves.
Lewra pêwîst e ev pirs bê bersivandin, gelo PKK‟ê jî weke van hêzan bersiv da Jixwe sîstema

desthilatdar sîstemeke xerab e, faşist e û ev rast in. Dostên wî yên derve jî hene ev jî rast e, ev hemû jî

rast in. Di van aliyan de tiştekî ku mirov red bike tune ye. Lê belê sedemên ku hemû tevgerên şoreşger

di vê herêmê de bi binkeftinê encam bûne çi ne Pêwîst e mirov bizane ku sedemên wê, ne tenê

xurtbûna sîstemê ye! Di heman demê de sedemên wê performansa nêzikbûnên ne bingehîn, sekna ne li

gorî milîtantiyê ye. Bi gelemperî pirsgirêk di sekna tevgerên şoreşgerî bi xwe de ye. Wê demê pir

girîng bû ku tevgera şoreşgerî di ber çavan re derbas bibûya. Ka gelo tevgera şoreşgerî çawa nêzikî

xebatê û sîstemê dibe Ev tevger heta kîjan astê têkiliya xwe bi sîstemê re qut kiriye, yan jî qut

nekiriye! Ev hemû mijarên pir girîng in.

Mînak em li tevgerên Kurd temaşe bikin. Tevgerên Kurd dema ku neçar mane serhildan kirine. Tu

carî serhildaneke bi perspektîfên azadiyê pêş nexistine. Ji neçariyê serî hildane. Yanî bi xwe li ser

esasên rêxistineke hundirîn û hedefeke diyar rabin û li gorî wê her kesî bikin nava tevgerê, di

çarçoveya planekî siyasî û leşkerî yê diyar de tevbigerin… ev tişt tune ye. Rewşeke wiha di

Kurdistanê de nehatiye jiyîn.

Xala din a xirab di Kurdistanê de çi bûye Tevgerên siyasî yên li dijî dewleta dagirker şer kirine

gelek caran ew şer weke şerekî li ser esasê çareserkirina pirsgirêka Kurd negirtine dest. Ne ji bo

peydakirina maf û azadiya gelê Kurd bûye. Lê ji bo pêkanîna plansaziyên hinek dewletên herêmî, yan

jî navnetewî çêbûne.

Mînak tevgera Kurd ya li başûr di navbera salên 1961‟ê heta 1975‟an de, têkoşîna wê di esas de

xizmeta daxwaziyên Emerîka, Îran û Îsraîlê di herêmê de kir. Kurdan têkoşîn kir, Kurd hatin kuştin,

gundê wan hatin xerabkirin, gelek êş û elemên mezin hatin kişandin! Lê di encamê de çi bû Kurdan

maf û azadî bidest nexistin. Lê Îranê qezencên siyasî, stratejîk jê girtin. Emerîkayê jî qezenc kir, ne ku

em van dibêjin, jixwe hemû nivîskî ne.

Tevgerek bi vî rengî wer nêzik bibe, wê meşa wê lewaz be û wê zêde nikaribe bigihîje armancên

xwe. Wê demê sedemên binkeftina tevgerên Kurd ên li dijî dewletên dagirker di têgihîştinên wê yên

hundirîn bi xwe de ne. Dijmin jixwe diyar e, dijmin înkar dike, li ser esasê tunebûna tevgerê tevdigere.

Ya girîng sekna te çiqasî ji bo serkeftinê amade ye! Têkoşîna te çiqasî ji bo serkeftinê heye, te ji bo

serkeftin ewle bibe çiqas tişt peyda kirine Yanî her tiştê ku serkeftinê bike bin ewlekariyê, te çiqasî

pêk aniye

Di heman demê de di tevgera Çepê Tirk de jî ev tişt hene. Ji ber ku vê tevgerê xwe ji sîstemê qut

nekiriye. Yanî xwe ji wê sîstema dagirker a desthilatdar qut nekiriye. Parçeyek ji dîroka xwe dibîne û

lê xwedî jî derdikeve!

Dîsa li beramberî mesela Kurd xwedî sekneke milîtantî, li ser esasê edalet û qebûlkirina rastiyan

nêzik nabe. Ev hemû bûn sersebebê ku têkoşîna wan a li dijî rejîmê têkoşîneke bisînor be. Vê

têgihîştinê hişt ku têkoşîna wan bi tevahî û bingehîn nebe. Lewra em temaşe dikin li beramberî hemû

rengên astengan binkeftin û alozî jiyan.

Tekoşîna PKK’ê Di Rojhilata Navîn De Hêviya Serkeftinê Pêk Anî

PKK‟ê ev rewş baş dîtin. Ji bo vê diviyabû PKK metodekî têkoşînê peyda kiriba ku êdî ew dîroka

neyînî ya her dem xwe di Rojhilata Navîn de dubare kiriye, vê carê xwe dubare neke. Vê carê têkoşîn

bi binkeftinê na, bi serkeftinê bi encam bibûya. Diviyabû ev trajedî bihatiba sererastkirin. Ji ber ku her

carê tevgerek radibû, lê mixabin ku hildiweşiya. Vê bi xwe re xeteriyeke wiha jî dianî ku roj bê û

derfetên rabûna tevgerekê jî nemîne.

Di esas de tevgera rejîma 12‟ê îlonê bi vê erkê hate ser desthilatdariyê. Ji bo ku careke din kes

ranebe, ew pêvajo ji bo vê yekê bû. Bi wî rengî êdî tevgerên şoreşgerî di kevn de bimînin. Yanî dema

gel behs bikin jî bêjin; “hinekan li hemberî dewletê hewldan, lê zêde bi encam nebû.”

PKK di serî de li ser vê sekinî da ku dubare nebe. Lewra ruhê îdeolojiyê ev e. Îdeolojî û sekna

îdeolojîk çi ye Bi taybet jî ji bo însanekî bindest û gelekî bindest çi ye Yanî serkeftinê ewle dike. Di

zanebûna van tiştan hemûyan de ye. Di zanebûna xurtbûn, dijwarî, faşîzm, kedxwarî û înkarê de ye.

Van hemûyan baş dizane. Tevî van hemûyan jî di serkeftinê de bi israr e.

Gelo çima em ji vê seknê re dibejin sekna îdeolojîk e Beriya her tiştî çavkaniya wê di fikir de ye.

Niha di vir de sîstemek heye, ev sîstem li ser esasên kedxwarî û înkarê, tunekirinê dimeşe. Mirov

dikare bêje ev tiştên exlaqî ne Teqez ne exlaqî ne! Tiştên exlaqî çi ne Edalet û azadî ye. Neteweyek

li ser neteweyeke din nebe, çînek li ser çînekê re nebe, cinsek li ser yê din re nebe û bi vî rengî mirov

45