rustem-cudi-ideoloji
rustem-cudi-ideoloji
rustem-cudi-ideoloji
- No tags were found...
Create successful ePaper yourself
Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.
Hemû kesên bibin endam jî êdî li ser wan metodan perwerde dîtin. Lewra weke din jî pirtûk hene,

berhevkirin hene. Ev hemû bi awayê pirtûk derketin pêş.

Di Kurdistanê De Çaxa Qehremaniyê

Ev hemû çi ne Mînak, di Kurdistanê de tiştên ku bi kesayetê ve girêdayî û di pêşberî pêngava

şoreşgerî de dibin astang çi ne Kesayeta ku divê bê şopandin kîjan e, rola kesayetê di dîrokê de çi ye

Mînak însanê Kurd ji xwe bêbawer be, lê baweriya wî bi her kesî heye, lê baweriya wî bi wî nîne.

Lewma nikare pêşeng û serok be. Nizane pêşeng be! Ji bo vê jî girîng bû ew kesayet bê nîqaşkirin.

Lewra di nava însanan de tercîhê pêş dixe, îdeolojî mijareke tercîhê ye. Tu çi dixwazî, çi naxwazî!

Mînak kesayeteke kopya, pasîf, lewaz, birçî, perîşan û newêrek, yan jî kesayeteke bi

teybetmendiyên herî xweştirîn, maceraperest, jixwebawer, cesûr, zana û bi erkên guhertina civakê

derketiye rê. Kîjan ji van kesayeta ya ku em behsê dikin e

Eger karek di nav wan zor û zehmetiyan de hate kirin, sedemên wê ev e. Ji ber ku kesayeta bêçare

hate mehkûmkirin. Li şûna wê kesayeteke milîtan, leheng, a ku wiha zor û zehmetiyan nas nake û

çalak e, astengan derbas dike, weke ku di asta pêhlewaniyê de ye, da ku karibe ji vê pêvajoyê re

pêşengiyê bike. Heta di vir de Rêbertî dibêje: “Girîng e em di Kurdistanê de çaxekî qehremaniyê

bijîn.”

Çaxê qehremaniyê çi ye Di zemanê berê de li Roma û Yewnanîstanê zemanê qehremaniyê hebû.

Însanê derdiketin ne xwezayî bûn. Bi şûr û mertalên xwe, bi tîr û kevanên xwe, bi siwariya xwe ya

hespan bûn, mînak yek beramberî sedî bû. Di wê astê de bihêz bûn. Ew çax navê wê bû çaxa

qehremaniyê. Lewra diviyabû ku li Kurdistanê jî çaxekî wiha bihatiba jiyîn.

Ev çax li dijî çi ye Ev çax li dijî kesayeta kopya, pasîf, feqîr, bêçare ye. Ew kesayeta ku newêre

xwe biguhere û newêre nêzikî guhertinê bibe, her tiştê wî dubare ye, bav û dayîka wî çawa ne, ew jî

wisa ye… diviya bû ew bihatiba mehkûmkirin. Ev kesayet wê taybetmendiyên wê çi bin Mînak,

taybetmendiyên kesayetê, wê çaxê Rêbertî bi vî rengî diyar dike. Nêrîna wî ya li xwezayê, li cîhanê,

yanî nihêrîna Rêbertiyê ya felsefîk çawa ye û çi ye Mînak cîhanê û xwezayê çawa dibîne Însanan

çawa dibîne, Rêbertî di van aliyan de xwedî nêrîneke felsefîk e.

Xala duyemîn jî divê ew kesayet xwedî nêrîneke îdeolojîk be, yanî karibe bûyeran analîz bike, di

derbarê cîhan, herêm û welatê xwe de jî xwedî nêrîn be. Bizane ka nakokî di navbera kê de heye, kî

dost e, kî dijmin e! Kî bi hev re nakokiyan dijî Pêwîst e van nas bike. Yanî xwedî zanebûn be.

Bizane îdeolojî çi ye Di serî de îdeolojî naskirina nakokiyan e. Heta tu nakokiyan nebînî tu teoriyê

nas nakî. Di wateyekî din de îdeolojî çi ye, dîtin e. Tu bi çavan di nav civakê de çi dibînî, yanî

nakokiyan dibînî, ew teorî ye. Nakokî di navbera kê de hene, wan baş dîtin teorî ye

Lewra divê mirov çawa bibe xwedî xeteke siyasî Timî ji xwe bipirse, ez ji bo çi têkoşînê dikim

Bi çi awayî têkoşînê dikim Pêwîst e ev zelal bibin. Di vê têkoşînê de dost û dijminê wî kî ne

Dînamîkên wî yên têkoşînê kî ne Da ku bibe xwedî xeteke siyasî û eşkere.

Cardin divê di vê têkoşînê de xwedî taktîk û stratejiyeke zelal be. Taktîk û stratejiya mirov pêwîst e

hebe. Di mijara taktîk û stratejiyê de hosta be. Ango wê îro çi bike û sibê wê çi bike, wan diyar bike.

Bi çi formula rêxistinî wê nêzikî kar û xebatê bibe Li ku wê çawa bixebite û li cihê din wê çawa

bixebite Wiha çors, bêteşe, ji taktîkê dûr, ji stratejiyê dûr, rojane ev xebat nayê kirin. Divê xebat

girêdayî taktîk û stratejiyan be.

Weke din gelo divê xwedî çi taybetmendiyan be Pêwîst e xwedî prensîbên rêxistinî be, rêxistin be!

Têkiliya rêxistinî, berpirsiyariya rêxistinîbûyînê pê re hebe, lewra taybetmendiya milîtanê şoreşger bi

vî rengî ne. Rêbertiyê jî van taybetmendiyên berpirsiyariyê berfireh daye diyarkirin. Lê ev

taybetmendiyên me gotin di nav şertên Kurdistanê de, tên çi maneyê

Mînak, dema dibêje taktîk û stratejîk, di wir de behsa Rûsyayê nake, behsa Kurdistanê dike. Tu yê

li ku şer bikî, tu yê çawa rêxistinê ava bikî, tu yê kîjan erdnîgariyê esas bigirî Li ser van xalan

disekine. Dema behsa rêxistinê dike behsa rêxistina Kurdan dike. Yanî tu yê çawa bêrêxistiniya di

nava Kurdan de mehkûm bikî û prensîbên rêxistinî bidî rûniştandin. Ji ehbabçawîşiyê dûr, ji

herêmgeriyê dûr, ji bêprensîpbûnê dûr. Xwedî rêzkarî, ruhekî komîn, afirînerî, însiyatîf, bi her awayî

tu yê ji bo çawa jiyana rêxistinê bidî rûniştandin bixebitî.

Milîtanekî/ê xwedî van danehevan yan xwediyê van bingehan, wê di nava kar de çawa be Wê

dilsoz be, wê girêdayî gel be, wê nirxê gel nefiroşe. Wê di binê zindanan de, li serê çiyan, derve, li

hundirê welat radest nebe û bêbawer nekeve. Wê alîgirê sîstema demokratîk be, wê di aliyê sîstema

57