23.01.2015 Views

rustem-cudi-ideoloji

rustem-cudi-ideoloji

rustem-cudi-ideoloji

SHOW MORE
SHOW LESS
• No tags were found...

You also want an ePaper? Increase the reach of your titles

YUMPU automatically turns print PDFs into web optimized ePapers that Google loves.

Ferd wê xebatê bike, ne ji bo berjewendiyên xwe, ji bo bilindkirina civakê wê bixebite. Civakek

bilind bibe, asta civakê ya xweşiyê bilind bibe û parastin, xwedîkirina wê hebe, tu jî bi wê civakê re

mezin dibî û têyî parastin. Ji bo vê ferdiyet bi tu rengî ji rengan nayê qebûlkirin.

Bi çi awayî jî dibe bila bibe dema bandora ferdiyetê derbikeve, divê mirov mehkûm bike. Ew

ezmerkez, ezezî, xwe esas girtin, li ser nirxên civakî teserûfkirin, ji jiyana kolektîf dûrketin, ji jiyana

komunal dûrketin, yanî nirxên civakî xistina xizmeta xwe; li ser şêwazê xwe israrkirin, li ser a xwe

israrkirin, divê ev hemû bên redkirin. Weke çawa tenê berjewendiyên xwe esas girtin, divê ev bên

redkirin. Dema mirov ji van têgihîştinan dûr ket, mirov nêzikî xeta PKK‟ê dibe.

Lewra di gelek aliyan de divê mirov şiyar be! Mînak, êdî di nava vê rêxistinê de piştî ew qas sal ku

em li ser tespîtên nû disekinin û kûr dibin, di esas de têkoşîna me jî li gorî wê dimeşe. Tam dema em

van nûbûnan pêşdixin, di vê serdemê de hinek kesên wiha şîroveyên xerab dikin hene, divê mirov wan

nêzikbûnan qet qebûl neke û li hemberî wê têkoşînê bike. Wiha çawa karîkaturîze dikin, lewra dibêjin:

“Me nikaribû.” Gotineke din jî heye dibêje: “Devê wî negihîşt, got bila xêra bavê min be.” Ev tiştên

ku pê bi rûmeta mirovan tê lîstin in. Rewşeke me ya wiha tune ye. Şer ji bo ku em lewaz bûn me

nesekinandiye! Tam berovajiyê wê, di dema ku em bihêz bûn, tenê bihêzbûn na, dema ku hemû

endamên PKK‟ê ji bo çalakiyan xwe pêşniyar dikirin de me şer sekinand.

Her kesî pêşniyar dikir û rapor dinivîsand digotin: “Em biçin çalakiyên fedayî bikin.” Me wê demê

şer sekinand. Yanî ji ber ku em lewaz bûn na, ji ber ku êrîş dihatin bi ser me de me dev ji dewletneteweyê

berda… tiştekî wiha ne mijara gotinê ye jî. Êrîşên niha li ser me zêdetir in ji yên berê. Deh

qat ji yên berê zêdetir in. Berê hinek dewletan çavên xwe li ser xebata me digirt, niha her kes

dijmintiyê bi me re dike. Wê demê divê mirov vê mijarê bi vî rengê bêberhem, teng û seranser negire

dest.

Li Dijî Cinsiyetparêziya Civakî Azadkirina Cinsan

Di nasnameya me ya îdeolojîk de li dijî cinsiyetparêziya civakî, azadkirina cinsan heye. Ev jî çi ye,

niha em di pêvajoyeke wiha de dijîn: di aliyê zanyarî de, di aliyê pratîk de eşkere bû ku hemû

sedemên, bihaneyên ku di rêka wan re sîstema desthilatdariya zilam, jinê ji hemû xebatên siyasî û

civakî dûr xistibû, îdeolojiya me ew hincet û nêrîn pûç kirin. Tiştekî ilmî ye ku tu rastiyên civakî di

roja me ya îro de nikarin vê rewa nîşan bikin. Wê demê karekterê çaxa me çi ye Karekterê çaxa me

karekterekî ku di kesayeta wî de hemû hincetan û dûrxistina jinê ji xebatên siyasî û civakî dûrxistin

îflas dike, ew qerekterê çaxê ye.

Lê belê sîstema desthilatdar a kapîtalîst, li ser cinsiyetparêziyê israr dike. Xefik û dehfikan datîne.

Bi her awayî têkoşîna jinê di derbarê azadiyê de dejenere dike. Azadiya jinê di çarçoveya fizîkî de

digire dest. Lewra kapîtalîzm dixwaze jin biçe kargehan kar bike, cilên ew dixwaze li xwe bike,

makyaja ew dixwaze li xwe bide, dera ew dixwaze biçê. Azadiyê di vê çarçoveyê de digirin dest. Bi vî

rengî di esas de çi dikin Hewldanên jinê yên azadiyê yên rast dejenere dikin. Provayekê dikin û

xefikan datînin pêşberî wê. Ew modela ku weke azadiyê nîşan didin, hem derew e hem jî çewt e!

Lê di heman demê de karekterê tevgera me jî ev e, ew karekter çawa ye Di serî de em vê qebûl

bikin ku bandora cinsiyetparêziya civakî li ser me serwer e. Ji ber ku em di vê çandê de xwedî bûne û

mezin bûne. Vê çandê bi çi rengî xwe wisa dubare kiriye

Bi salan e nifş li pey nifş, dîn li pey dîn, mîtolojî, felsefe, ev hemû di zemînê desthilatdariya zilam

de çêbûne. Yanî berjewendiyên zilam tam esas girtine. Di rexê zilam de li dijî jinê çêbûne ev tişt.

Sîstema desthilatdar tim jinê weke çavkaniya xerabiyê nîşan daye. Weke çavkaniya kêmasiyan nîşan

daye, weke bar nîşan daye. Mînak, heta di mîtolojiya kevn ya desthilatdaran de, di pirtûkên dînî

Tewrat, Quran… di van hemûyan de jî jin weke amûrekî ye. Ji bo ku ji zilam re pêwîst bûye çêbûye,

ne ji bo taybetmendiyên jiyanê û pêdiviyên jiyanê yên esasî ye. Yanî wiha dane diyarkirin ku jin

amûrek e. Tevî ku jin çavkaniya jiyanê ye, ev rastî guhertine. Teoriya desthilatdar dibêje, jin ji parsûyê

Adem çêbûye. Ev tiştekî derveyî zanyariyê ye, derveyî rastiyê ye. Tewrat vê dibêje, Misilmantî vê

dibêje, Xiristiyantî jî vê dibêje. Xiristiyantî dibêje: Zilam bi jinê çêdibe, ne ku jê çêdibe. Yanî jin tenê

amûr e û pê çêdibe. Ji bo çêbûna zilam jin heye. Lê di esas de, rastî berovajiyê vê ye. Ne ku jin ji

hestiyê zilam çêbûye, zilam di esas de ji jinê çêdibe. Ya rast jî ev e.

Niha li ser wî esasî divê çanda desthilatdariyê di ber çavan re derbas bibe. Ji ber ku wê çandê ji

derewekî dest pê kiriye. Yanî yek hatiye û gotiye, ev jin ji hestiyê zilam çêbûye. Lewra di pîleya

yekemîn û duyemîn de çêbûye. Lewma jin heyber e. Tim madeyeke cuda ye û tim amûr e.

64

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!