rustem-cudi-ideoloji
rustem-cudi-ideoloji
rustem-cudi-ideoloji
- No tags were found...
You also want an ePaper? Increase the reach of your titles
YUMPU automatically turns print PDFs into web optimized ePapers that Google loves.
Di vê qadê de; komîteya zanist û ronakbîriyê, komîteya ragihandinê û komîteya çand û hunerê

heye. Di vê qadê de sîstemên demokratîk jî cih digirin PKK û PAJK jî di nav de ne. Ev qadeke

îdeolojîk e. Di milê zanistê de di esas de, komîteya zanist û ronakbîrî cih digire, beşên bi vê komîteyê

ve girêdayî di aliyê herêmê de, Başûrê Kurdistanê, Bakûrê Kurdistanê, Rojavayê Kurdistanê û

Rojhilatê Kurdistanê wê xwe birêxistin bikin. Erk û peywira van komîteyan çi ye Di esas de li ser

xalên bingehîn ên têkoşînê têkildar dike û lêkolînê pêş dixîne. Di heman demê de bi berhemên nû û

derxistina perspektîfan ve mijûl e. Divê pirsgirêkên şîrovê tenê di Kurdistanê de nemîne, lewra pêwîst

e Îslama nerm bê nasîn. Desthilatdarî tê çi wateyê divê her kes bizane. Rêkên çareseriyê çi ne divê her

kes baş bizane. Lewma divê bi zimanekî bê fêmkirin bê dayîn. Bi şîroveyên ku li ser esasê rastiyê bin,

îqna tê de hebe, şênber bin û razber nebin, rasteqînî bin. Bi rastiya şênber ve girêdayî bin, hêvî û

daxwaziya gel esas bigirin. Şîroveyên bi vî rengî girîng in. Wê ew şîrove bihêlin ku pirsgirêkên zanistê

di civakê û di nava kadro de gav bi gav ji holê rabin.

Lê gelo em vî karî pêk tînin Yanî erkên rewşenbîrî, yên îdeolojîk di çarçoveya avakirina civaka

exlaqî û polîtîk de pêk tên Lê divê mirov wiha bi awayekî înkarger jî nêzik nebe, ji ber ku heta astekê

ked û xebatek jî heye. Berhem jî hene, lê ev berhem têrê nakin. Ji ber çi têrê nakin Ji ber ku em lê

temaşe dikin hîna jî çalakiyên tevgera me yên siyasî li Bakûrê Kurdistanê, me hîna jî nekişandiye

zemînê azadiyê! Em temaşe dikin hîna jî çalakiyên tên kirin û tevgera me ya siyasî weke tên xwestin

nehatine rûniştandin. Lê belê kesên van çalakiyan dikin ji ber ku xerab in, na! Tiştekî wiha nîne, kesên

van çalakiyan dikin piranî dilsoz in. Lê dibe ku di nav de mirovên xerab jî hebin. Sedemên van hemû

jî ji ber ku zanistîbûn lewaz e.

Ev pirsgirêk di esas de bi akademiyan çareser dibe. Di mijara avakirina akademiyan de jî pir giran

tevgerîn dihat kirin, dema hate pêkanîn jî wiha pêkhatineke formalîte bû. Ji ber ku Rêbertiyê rexne kir

û rêxistinê jî giranî dayê hatin avakirin, lewra akademî hatin vekirin. Lê armancê ji wan akademiyan

weke tê xwestin tam pêk nehat. Lewra divê ev pirsgirêk bên çareserkirin. Pêwîst e bi lez em van

pirsgirêkan di qada xwe ya çalakiyê de derbas bikin.

Di vî warî de rast e destpêkirinek çêbû, hinek gav hatin avêtin, dibe ku kêmasiyên wê jî hebe. Lê bê

ku dem wenda bibe divê ev kêmasiyên di vê qadê de hene bên telafîkirin. Ji ber ku ev di aliyê metodê

têkoşîna me ya îdeolojîk de tiştekî pir girîng e. Girêdayî vê wêjeya şoreşê ya girêdayî civaka nû,

pêwîst e li ser bê rawestîn.

Xala duyemîn; rexê wê yê çandê ye. Niha çand temsîla ruhê netewekî dike û ruhê wê ye.

Neteweyek bê çanda xwe nikare bijî. Dema dev ji çanda xwe berda, wê demê ji netewbûnê derdikeve,

dibe tiştekî din.

Ev çand xweser e, netewî ye, bêguman tiştê hevpar ên însanî hene, gerdûnî hene, lê di çanda

netewî de divê mirov tewîzan nede. Di bin navê modernîteyê de, di bin navê modernbûy, nûbûyînê de

mirov dev ji çanda xwe ya netewî berde, wê demê ziyaneke mezin dide xwe. Globalîzma rast li ser

esasên parastina çanda netewî çêdibe. Li ser esasên parastina çandên netewî çêdibe.

Wendakirina her çandekê qat bi qat ji ziyana ew bombeya nuklêr a ku li Hiroşîma û Nagazakiyê

teqiya, zêdetir e. Di encamê de ew jî ji bo tunekirina netewekî ye. Lê dema çanda mirov wenda bû, tu

şûnpêyên mirov jî namînin. Ji bo vê divê çanda netewî bê bihêzkirin. Lê belê em lê temaşe dikin di

xebata me ya çandê de heta roja me ya îro jî çalakiyên ber bi populîstbûnê ve hene, hîna jî ji vê

têgihîştinê xelas nebûne. Çalakiyên ku çanda netewî esas nagire û bazara giştî esas digirin hene. Ya ku

nahêle çanda me pêşkeve ev bi xwe ye.

Ya duyemîn; di xebata me ya çandê de standartên demokratîk zêdetir, standartên modernîst esas tên

girtin. Yanî şano, stran, fîlm hwd, lê modernîteya demokratîk çi dibêje Rengê modernîteya

demokratîk, şêwazê jiyana wê, ji xerckirinê dûr, ji dirûvbûnê dûr, wiha xwerû, xwedî peyam, ji van

zêdetir bi giranî li ser teqlîtkirina modernîteya kapîtalîst disekine.

Weke standartekê ji bo xwe esas digire. Lê ya rastî ew ne standarteke însanî ye, ew ya birjuwaziyê

biçûk e. Dema tu teqlîd dikî tu, tu carê bi ser nakevî. Her yek divê di zemînê xwe de serkeftî be. Ev

nêzikbûn modernîteya kapîtalîst diyar dike. Lê tu yê jî modernîta demokratîk diyar bikî. Ne şert e tu

weke wan bî. Lê yên me jî dikevin nav xetayeke wiha û dibêjin; na divê em weke giştî bin, yanî weke

sîstemê bin. Divê em di her tiştekî de weke wan bin. Ji ber ku weke pîvan ew ji bo xwe esas girtine. Li

gorî tê xwestin hîna jî taybetmendiyên modernîteya demokratîk negirtine. Lewra herî zêde teqlîdkirin

li pêş e.

Cardin pirsgirêk di ku de ye Dibêjin: “Divê çand ji rêvebirina îdeolojîk dûr be. Çand û huner divê

ne alîgir bin.” Ev jî jirêderketineke mezin e. Ji ber ku dema di welatekî de dijmin hebe, dagirker hebin,

69