23.01.2015 Views

rustem-cudi-ideoloji

rustem-cudi-ideoloji

rustem-cudi-ideoloji

SHOW MORE
SHOW LESS
• No tags were found...

Create successful ePaper yourself

Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.

çavên xwe biniqînin pêl gelan bikin, komkujiyan çêbikin. Lewra sebir û înad pêwîst dike. PKK‟ê

meydan xwendineke bêhempa pêşkêş kir, da ku bi ser bikeve. Di heman demê de îradeya xwe teslîm

nekir. Bi xwîn, xwêdan, sebir, tehemul û înadê ev tişt kir.

Ji ber vê bala xwe bidinê PKK timî biryarên xwe bi xwe distîne. Her demê jî suprîz in, lê gelo

çima Ji ber ku tiştên PKK pêk tîne kes texmîn nake. Bi awayekî xwezayî dema rêxistinek biryara şer

distîne çi dike Destegirên xwe dibîne. PKK‟ê di kongreya xwe de ew biryar stend, bi xwe stend. Bi

xwe veguhest. Bi xwe roj diyar kir û bi xwe dest bi çalakiyan kir, bi xwe jî ew şer domand. Dema ku

şer seknand jî PKK‟ê bi xwe ew biryar da.

Ev kesên ku li ser şerê me yê li Bakur rant dikirin gotin: “Ev çi ye, hûn dileyîzin, ma karê henekan

e hûn çawa şer disekinînin! Ger hûn şer bisekinînin em ê êrîşî we bikin.” Piştî me şer seknand

Ewrûpayê em bi gelemperî terorîze kirin. Piştî me şer seknand Îranê êrîşî me kir. Rûsyayê ji me re

asteng derxist. Piştî me şer seknand Suriyê ew qas asteng derxist. Gotin: “Ma hûn bi kêfa xwe ne, divê

hûn şer berdewam bikin.”

Lê me biryara xwe dabû û me di wê de israr kir. Ev çi ye Şîfreya meşa PKK‟ê, cih û bergê wê,

çalakiya wê, berjewendiyên dewletan diyar nake. Berjewendiyên gelê Kurd diyar dike. PKK

berjewendiyên gel esas digire, Rêbertî berpirsiyarê gel e. Biryarê xwe li ser esasê berjewendiyên gel

distîne. Rêbertiyê dît piştî sala 1999‟an berdewamkirina şer wê komkujiya Kurdan bi xwe re bîne, şer

sekinand.

Rêbertiyê dît piştî sala 1982‟yan gurnekirina şerê azadiyê wê bi xwe re tesfiyeyê bîne, lewra şer

îlan kir. Kî Rêbertiyê dide meşandin, ne dewlet! Ya ku Rêbertiyê dide meşandin, xeta wî diyar dike,

çalakiya Rêbertiyê diyar dike û bergê meşa wî diyar dike; berjewendiyên gelê Kurd e, hêviyên gelê

Kurd e. Rêbertî tenê li hemberî wan hêviyan berpirsiyar e, beramberî tiştekî din ne berpirsiyar e. Ji bo

vê jî ev jî taybetmendiyeke PKK‟ê bû, PKK di şer û têkoşîna azadiyê de bi îradeya xwe ya serbixwe bi

ser ket.

Di qada Rojhilata Navîn de bi ser ket. Ev weke mucizeyekê bû. Heta niha tu rêxistinan xwe ji

koletiyê di wê qadê de xelas nekirine. Tu rêxistinan nekariye serbixwe bin. PKK ne tenê serbixwe ma,

bi salan ew qad ji bo bilindkirina asta şoreşa Kurdistanê xebitand. Ji vê xebatê re zanebûn û îradeyeke

mezin tê xwestin. Ev hemû jî bi hêza Rêbertiyê pêk hat û hêza Rêbertiyê bû.

5- RÊBERTIYÊ BI HÊZA XWE YA ÎDEOLOJÎK DERFETÊN TÊKOŞÎNÊ AFIRAND

Her kes niha behitî (şaş) dimîne, Rêbertiyê wiha di nava wan tewazinan de, di nava wan nakokiyan

de çawa karîbû derfetên jiyanê peyda bike! Ev hêza Rêbertiyê her kesî matmayî dihêle.

Gelek kes, hêz hene naxwazin rastiya Rêbertiyê bibînin. Naxwazin qebûl bikin, lê mikur tên. Lewra

çi dibêjin; “filan dewletê ew destek dikir, bêvan dewletê destek dikir.” Ev hemû derew in. Suriyê jî em

bi awayekî cidî destek nedikir. Têkiliyên me yên bi Suriyeyê re çi bûn Dijminê me yên hevpar hebûn.

Siyonîzm û Emperyalîzmê ew tengav dikirin, yê me jî dijminê me hebûn di wir de em dibûn yek.

Têkiliyeke rasterast nebû, dibe ku car caran hevdîtin hebûn, lê ji wê jî derbas nedibû.

Alîkarî tune bû, mînak, Sûriyeyê sîlah nedaye me. Suriyeyê di mijara çûn û hatinê de jî destek

nedaye me. Israr dikirin ku dema komên me derbasî qada leşkerî bibin alîkariya wan hebe, yan jî hayê

wan jê hebe, lê rêxistinê qet qebûl nedikir. Me xeterî jî dida ber çavan, dema komên me dihatin girtin,

gelek hevalên me di bin îşkencê de seqet diman. Lê tu carî wiha me di aliyê çûn û hatinê de xwe nekir

bin kontrola Sûriyeyê. Nasnameyeke hevalên me nebû da ku pê tevbigerin. Carinan bi yê Filîstîniyan,

Ermeniyan… nizanim bi çi rengî wê demê heval tevdigeriyan, lê hemû jî girêdayî îradeya azad bû. Lê

54

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!