23.01.2015 Views

rustem-cudi-ideoloji

rustem-cudi-ideoloji

rustem-cudi-ideoloji

SHOW MORE
SHOW LESS
• No tags were found...

You also want an ePaper? Increase the reach of your titles

YUMPU automatically turns print PDFs into web optimized ePapers that Google loves.

azadiyê de ji her tiştî re hazir in. Ji ber ku însanên ku di oxira azadiyê de bihesab bin, bihesab nêzik

bibin, her tiştî wenda dikin. Tevlîbûna ji têkoşîna azadiyê re tam berovajiyê bihesab nêzikbûnê, hesab

dayîn di nav de heye. Mînak gotina herî balkêş a Mehmed Xeyrî Durmûş çi ye: “Eger ez mirim li ser

kêla tirba min deynin: ev deyndarê welatê xwe ye”. Yanî deyndariyê esas digire, hesaban nake, berde

nêzikbûneke bihesab, hesab dide. Her tiştî dike, lê tevî vê jî hesab dide.

Lewra ev taybetmendiyên PKK‟ê ne. Ev li her qadê hatine jiyîn. Li çiyayan, zindanan… Li her

derê hatine jiyîn. Ji bo vê em dibêjin şehîd, temsîlgerê PKK‟ê yên bingehîn in, PKK partiya şehîdan e.

Ji ber çi em vê esas digirin Di esas de bi şehadetê re ew bi awayekî baştirîn dibin rastî. Yanî ew tiştê

ku pê bang dike bi xwîna xwe jî îspat dike. Mînak dema însan gihîşte şehadetê û şûn da, gavê paş de

navêje û ji rêka xwe venagere, dudilî pê re namîne.

Mînak, mirovekî saf be, dibe ku hinek jibermayên civaka kevn, kevneşop, desthilatdar di xalekî de

wî/ê bi şûnda bikişîne. Heta wî ber bi îxanetê ve jî bibe. Lê di şehîdan de tiştekî wiha nîne, şehadet

xala dawiyê datîne. Lewra bi rûmetdayîneke mezin, şehîd PKK‟yîbûnê heq dikin.

Di oxira wan nirxên PKK‟ê yên hatine avakirin, wan nirxên îdeal de, xwîna xwe didin. Yanî vê

nîşan didin, jiyaneke ku tê de perspektîfên PKK‟ê bi ser nekevin ez li wir jiyanê qebûl nakim! Tenê

jiyanek heye dikare bê jiyîn, ew jî jiyana ku tê de baştirîn nirxên PKK‟ê pêk tên e. Ew jiyana ku di

naveroka wê de nirxên PKK‟ê tên parastin û pêkanîn e. Ew jiyana ku tê de civaka exlaqî û polîtîk a ku

PKK ji bo wê têdikoşê, da ku ava bibe ye. Wê demê em dikarin bijîn, wekî din hemû rengên jiyanê

weke ku li xwe heram dikin.

Şehadet ev e, lewra şehîd dikarin bibin endamên PKK‟ê. Ji ber ku derveyî PKK‟yîbûnê tu jiyaneke

din qebûl nakin û qebûl jî nekirine.

Pêvajoya Destpêka Têkoşîna PKK’ê Ya Lêhûrbûn Û Lêkolînê Bû

Têkoşîna îdeolojîk a di wê pêvajoya destpêkê de taybetmendiyên wê ev in. Yek; xwendine, zêde

xwendine. Ango Rêbertî dixwîne, hevalên din dixwînin, Mazlûm Dogan, Kemal Pîr, Hakî Karer,

hevalên ku niha di nav têkoşînê de sax in, hemû dixwînin. Çi dixwînin Marksîzmê, dîroka

Kurdistanê, metodên ku bi dest wan dikevin dixwînin. Derbarê şerê rizgariya netewî, mijara rizgariya

netewî, mijara sosyalîzmê û kedê, çi bi dest wan dikeve wê demê bi xwendinê dinirxînin.

Cardin di wê demê de çi çêdibe, encama wê xwendinê siyaseta rizgariya netewî di Kurdistanê de

zelal dibe. Yanî taybetmendiyên şoreşa Kurdistanê zelal dibin. Şoreşeke çawa ye Dînamîkên

bingehîn di vê şoreşê de wê kî bin Wê karker, gundî, xwendevan û şoreşger bin Şêwazên têkoşînê

wê çi bin, şerê çekdarî, ji ku wê dest pê bikin, ji filan cihî heta filan cihî Taybetmendiyên endamên vê

şoreşê wê çi bin Wê xwendekar be, zane be, wêrek be, milîtan be, dirust be Wê xwedî van

taybetmendiyan be, exlaqî be, nirxan biparêze Ev hatin diyarkirin. Wê demê encamê wê

komîserhevkirinê, wê kûrbûnê, taybetmendiyên şoreş û şoreşgerên Kurdistanê derketin pêş.

Ev pêvajo Rêbertiyê bi xwe bi rê ve dibir. Berhemên wê yên madî çi bûn Berhemên wê yê madî

damezirandina PKK‟ê bû. Têkoşîna çekdarî li gelek cihên Kurdistanê li dijî feodalîzmê û dewletê

meşiya. Li Hîlwan û Sîwerekê, Batman, Mardîn, Dersim û li gelek cihên din jî bi vî awayî çêbû.

Pêvajoya din a têkoşîna îdeolojîk kîjan bû Pêvajoya ku li qada Rojhilata Navîn dest pê kir. Ya ku

li Lubnanê dest pê kir, ew pêvajoyeke girîng e. Divê li ser vê pêvajoyê bê seknandin, ji ber ku

pêvajoya duyemîn a têkoşîna îdeolojîk e. Ew jî di qada Lubnanê de ye.

Erdnîgariya Rojhilata Navîn Ji Bo Berjewendiyên Hêzên Desthilatdar Giring E

Rêbertî dibêje: Dema min berê xwe da Rojhilata Navîn û çûm Lubnanê, bi sê îdîayan re em rû bi rû

diman. Yanî em bi sê astengan re rû bi rû diman. Yek jê parastina îradeya serbixwe bû, duyemîn

peydakirina îdeolojiya azadiyê, ya sêyemîn jî li ser esasê îdeolojiya azadiyê peydakirina rêxistina

azadiyê bû. Jixwe asteng pir bûn, asteng di Rojhilata Navîn de pir in, ên ewlekariyê hene, madî, jiyanî

û gelek astengên din hene. Rêbertî ji wan astengan gelekan jî zêde wek asteng nahesibîne. Lê sê tiştên

bingehîn digire dest, yek îradeya serbixwe, parastina wê, duyemîn îdeolojiya azadiyê, sêyemîn jî li ser

esasê îdeolojiya azadiyê û rêxistina azadiyê bû. Ev tişt bi ser kevin, wê demê pirsgirêk tên çareserkirin.

Em bala xwe bidinê ev her sê tiştên me gotin bi îdeolojiyê ve têkildar in. Parastina îradeya

serbixwe girîng e. Di Rojhilata Navîn de nakokî hene. Rojhilata Navîn qadeke wiha serbixwe nîne.

Erdnîgariya Rojhilata Navîn girîng e, bi taybet jî ji bo berjewendiyên hêzên cîhanî. Her hêza cîhanî ya

ku bixwaze desthilatdariya xwe bide rûniştandin, beriya her tiştî dixwaze di Rohilata Navîn de

otorîteya xwe bide rûniştandin. Yanî serweriya li ser Rojhilata Navîn tê manaya serweriya li ser

52

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!