rustem-cudi-ideoloji
rustem-cudi-ideoloji
rustem-cudi-ideoloji
- No tags were found...
Create successful ePaper yourself
Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.
encama têkoşîna mirovatiyê de derketiye, sîstema emperyalîzm û kapîtalîzmê ye. Bi taybetmendiyên

xwe yên lîberal û ezezî van tiştan didin meşandin. Hewldanên însan ên bi hezarê salan ku têkoşîn

kirine, fikirîn bo bigihêjin vê astê, lê emperyalîzm weke ku mirovahî gihîştibe vê astê dide nîşandan.

Lewra divê kes li hemberî vê astê têkoşînê neke, tam berovajiyê vê her kes vê astê ji bo xwe qebûl

bike, teqlîd bike û dev ji xwe berde û bê ser vê rêkê. Di esas de dersa ku emperyalîzm dixwaze bide

me ev e.

Lê divê em heta asta herî dawî vê dersê tu carî qebûl nekin. Da ku em vê dersa emperyalîzmê qebûl

nekin, divê em li ser kêm û kurtiyên emperyalîzmê hûr û kûr bibin. Ya ji me tê xwestin ew e ku em

çawa sîstema wê ya heyî qebûl nekin û li hemberî wê serî hildin. Em pirsgirêkên wê di ku de ne

bibînin, baş derxin zanebûnê û qebûl nekin.

Mijara duyemîn jî ew e ku em bizanin di esas de em dixwazin bigihîjin kîjan pêşeroje û çi ne

armancên em bigihîjinê Armanca ku însan bi hisiyat, rûmet, mûcîza xwe di nav de mezin bibe kîjan

e Pêwîst e, em wê baş destnîşan bikin! Divê em baş lê bigerin, ango divê em çawa bijîn baş tespît

bikin. Em ê bi çi awayî kar bikin, bersivê bidin kîjan pirsê. Li ser van xalan divê em rawestin.

Têkoşîna Îdeolojîk Bi Kedê Pêk Tê

Xalên ku mirov di têkoşîna îdeolojîk de esas bigire hene. Xalên ku mirov esas bigire divê çi bin

Dema em dibêjin têkoşîna îdeolojîk divê em çi esas bigirin Berî her tiştî weke rêzikek yekemîn, weke

taybetmendiyeke yekemîn, di danûstandinên xwe yên bi îdeolojiyê re, di serî de divê em nêzikbûnên

xwe ji îdeolojiyê re sererast bikin. Yanî îdeolojiyê tenê weke formulekî negirin dest, yanê fêmkirina

me ya îdeolojiyê bila tiştekî jiberkirî nebe. Divê em xwe ji vê terîfê xelas bikin.

Heta roja me ya îro jî em dibêjin, filan kes îdeolojîk e. Çi ye ev îdeolojîkbûna wî/wê Yanî dizane

xeber bide, pirtûkan dixwîne, hinek hevok jiber kirine, ji bo vê îdeolojîk e! Lê ji pratîkê dûr e, ji kar

dûr e. Lewra îdeolojî pir tişt anîna ziman, peydakirina hevokan, avakirina hevokan nîne. Herwiha

formulasyoneke zimandirêjiyê jî nîne, yanî tenê anîna ziman nîne.

Îdeolojî ji wê bêtir di însanan de xwebûyînê û îradeya serbixwe peyda dike. Îdeolojî di însanan de

hêza berxwedanê û têkoşînê peyda dike, însan di îdeolojiyê de kûr dibe. Ji bo vê mînak însanek di

aliyê îdeolojîk de, di aliyê anîna ziman de, fêmkirina mijaran de çi dibe bila bibe, amûrên me yên

îdeolojîk çiqas hebin bila hebin, deh kovarên me hebin, bîst weşanên me yên radyo û TV‟yê hebin,

çiqas tiştên me hebin bila hebin, lê eger vê hêza berxwedanê di nav gel de bilind nekir, hemû jî

bêmane ne.

Eger tu yê bêjî em di aliyê îdeolojîk de bihêz in, em gelek tiştan tînin ziman, lê belê gel li ber xwe

nade, civak bindest e, şerê li dijî dijmin tune ye, wê demê çi maneya vê îdeolojiyê heye Ji ber vê yekê

îdeolojî ew xebata însanan a beramberî dijminê wan seferber dike ye. Wê demê em dikarin bêjin

îdeolojî bi wate dibe.

Gelek kes hene bi navê xebata îdeolojîk gelek tiştan tînin ziman. Di esas de modernîteya kapîtalîst

tînin ziman, stranekê dibêjin, çîrokekê dinivîsin, romanê dinivîsin, teoriyê pêş dixin, bi dehan pirtûkan

derdixin û weşanan çêdikin, lê belê ev di nav gel de serhildanê çênake, gel ranake ser piyan. Ciwanan,

jinan ranakin ser piyan. Dema van pêk neyne û çêneke, divê bê lêpirsînkirin. Ji ber wê dema em

dibêjin îdeolojîk e, divê em rast bi kar bînin. Divê hemû gotin, peyvên tên kirin ji bo me ne îdeolojîk

bin!

Gelek caran wiha tê ziman, dibêjin; “Filan kes di aliyê îdeolojîk de gelek xurt e.” Temam di aliyê

îdeolojîk de bihêz e, lê em di aliyê jiyanî de lê binêrin, gelo çi temsîl dike; ferdiyet û ezeziyê. Di aliyê

berxwedana li hemberî dijmin de em lê temaşe bikin, çi temsîl dike: Ji her aliyê ve oportunîzmê. Di

aliyê nêzikbûna ji nirxan re em binêrin çawa nêzik dibe: Xerckariyê temsîl dike.

Em temaşe bikin, ku dera vê/vî kesayetê/î îdeolojîk e! Ji ber vê em dema dersa îdeolojiyê dibînin

beriya her tiştî, pêwîst e em zanîna xwe di derbarê îdeolojiyê de sererast bikin! Divê em êdî van

mijaran sererast bikin. Îdeolojî tiştekî madî nîne. Hinek dibêjin em di aliyê îdeolojîk de bihêz bûne; çi

kirine, deh rojname derxistine, du kovaran derdixin û sê radyoyên wan ên weşanên hene. Ji ber vê

dibêjin ji aliyê îdeolojîk ve bihêz in û hezar şikur dikin ku ew qas derfetên wan hene.

Lê gelo ev derfetên wan gel radike ser piyan Di nav gel de hêza berxwedanê bihêz dike Kîn û

nefreta gel li hemberî dijminê wî mezin dike Ciwanan derdixe serê çiyan Jinan beramberî hemû

çanda destavêtinê, xesp, êrîş û înkarê radike ser piyan Dema ku van hemûyan ranake ser piyan wê

demê ne îdeolojîk e.

15