23.01.2015 Views

rustem-cudi-ideoloji

rustem-cudi-ideoloji

rustem-cudi-ideoloji

SHOW MORE
SHOW LESS
• No tags were found...

You also want an ePaper? Increase the reach of your titles

YUMPU automatically turns print PDFs into web optimized ePapers that Google loves.

çavan re derbas kirin li gel tune ye. Tenê di nav de veguhestin heye. Weke çawa em bêjin bav û dayîk

ji zarok re wiha gotiye, zarok jî wê ji zarokên xwe re wiha bêjin. Ev hemû jî tenê veguhestinên

dogmatîk in.

Lê dema ev tiştên bi rêka veguhestinê bi rastiyê re berovajî dibin, wê çaxê dixwaze bi şêwazên çors

xwe ferz bike. Em îro bala xwe bidinê selefî, yan jî îrtîcayînê îslamê çi dikin Dema weke wan nebe

dibêjin ev rewşek cuda ye. Di navberê de 1400 sal derbas bûne, şêwazê jiyanê û fikir hatiye guhertin,

rastiyên ku em nû dibînin hene. Ji bo vê em dixwazin wiha bijîn, lê ew fikrê kevn ê ku demê qet di ber

çavan re derbas nakin, dibêjin ev tiştên hûn dibêjin nabe û divê hûn wek me bijîn.

Însan dema van nêrînên çors qebûl nakin, li hemberî wan çi dikin Şîdetê bi kar tînin. Ev

nêzikbûneke pir xerab e. Ji bo vê divê îdeolojî vekirî be, weke çawa tiştekî devê wê vekirî be û ne girtî

be. Dibêjin, di dîn de lewh-î mehfûz heye. Lewh-î mehfûz çi ye Lewhaya jiberkirî ye, weke berê

çawa digotin, kî di jiyana xwe de çi bibîne li ser eniya wî, di çêbûnê de hatiye nivîsandin. Yanî

dîmeneke û tiştên tê de qet nayên guhertin, ji guhertinê re jî nevekirî ye. Îradeya xwedê ye, îradeyeke

mûtleq e, nayê guhertin.

Nêzikbûnên din ên weke di Îslamiyetê de weke yê Îmamê Xezalî heye, di zanist û felsefeya kevn

de Arîsto heye, ev çi ne Ev ji bo fikir û zîhniyeta însanan vê tiştê tînin ziman û dibêjin, zîhniyet ew

qas e. Dema temam bû, tê girtin û mafê wan tune ye tiştekî din bigirin. Lê ya rastî divê îdeolojî tiştekî

vekirî be. Yanî divê pûsûlaya wê berjewendiyên civakî bin û ji wê dûr nekeve. Azadî, parastin, zanistî

û rêxistinkirina civakê be, pêwîst e pûsûlaya wê ev be.

Lê ev bi tevgera demê re li ser esasên peydabûna tiştên nû, bikaribe her dem xwe nû bike.

Dogmatîzm her dem têk diçe. Mînak dema mirov fikreke dogmatîk bigire dest, ku ji rexneyan re

nevekirî be, ji xwenûkirinê re nevekirî be, ew fikir alozî û krîzê dijî. Ji ber çi wiha dibe, ji ber ku dem

tê guhertin, fikir û şêwazê jiyana mirovan tê jiyîn, lê ew wek xwe dimîne! Ji bo vê êdî însan nema

rastiyan di wî fikrî de dibîne.

Da ku baştir bê fêmkirin em bi mînakan bînin ziman: Marksîzm û Lenînîzmê gotin; Proleterya û

birjûwazî tenê hene. Ev di nav nakokiyê de ne û li ser esasê nakokiyên wan proleterya çêdibe, bi vî

rengî ber bi komunîzmê ve çûyîn çêdibe. Ev tespîtek e, lê hemû pêşketinên ku piştî wê çêbûn şaşîtiya

vê tespîtê eşkere kir. Şaşîtiya wê ev bû ku tenê mijar birjuwazî û proleterya nîn in. Gundî, xwendevan

û çînên cur bi cur hene. Di civakê de rengên cuda hene. Her kes nikare tenê di berçavka proleterya de

temaşe bike yan jî bibîne. Her kes nikare tenê bi perspektîfên proleterya xwe îfade bike. Mînak jin,

rast e ku kedkar e, lê di heman demê de jin e. Tenê bi felsefeya proleteryayê nikare xwe rave bike.

Herwiha gundî, rast e kedkar e lê di encamê de gundî ye, dîndar e. Hemû nikarin xwe di wê çarçoveyê

de îfade bikin.

Lewra eşkere bû ku helandina civakekê di nava çînekê de ne rast bû. Lê Marksîzmê di şexsê

sosyalîzma pêkhatî de tu carî ew keys (firset) neda ku xwe di ber çav re derbas bike. Ev dogmatîzm e,

tenê veguhestinê esas digire. Dibêje, Marks û Lenîn ev gotine û ev rast e. Di vir de qet lêpirsînê qebûl

nake.

Lê belê agahiyên nû derdikevin û dibêjin heval ev tiştên hûn dibêjin di şênberbûna civakê de

rastiya xwe îfade nake, yanî razber e. Gotineke wiha tu maneya wê tune ye. Wê demê ma tu yê bêjî

bila civak xwe li gorî min biguhere Di wir de endezyariya civakê derdikeve pêş. Gelek caran mirov

dibîne gel ne bi razîbûna xwe hinek tiştan qebûl dikin, bi zorê qebûl dikin. Lê em temaşe bikin mirov

bi razîbûna xwe diçin camiyê û nimêj dikin, dua dikin. Dema milet bi razîbûna xwe biçin camiyê, wê

li wir dêr bi xwe bê girtin. Milet zûzûka dest ji şêwazê xwe yê hilberînê bernade. Mînak gundî ye û

sê, çar pezên wî hene, dixwaze xwedî bike û bi vî rengî xwe xwedî bike. Lê tu dibêjî na divê tu bikevî

nav sosyalîzmê. Wê demê teqez tu nikarî wî razî bikî.

Dema wiha dibe vê carê serlêdan li şêwazên şîdetê tên dan. Bi zorê li ser însanan tişt pêk anîn.

Yanî zor jî bi xwe re pêkhatinên tendurûstî çênake. Zor çi çêdike; dejenerebûnê çêdike, diziyê,

xerabiyê, bêbaweriyê, fitne û fesadiyê çêdike! Ji bo tu karibî van kontrol bikî, vê carê tu neçar î

polîsan, îstixbaratê çêbikî, bi vî rengî birokrasiyê bilind dikî. Wiha tu çi li civakê dikî Tu zept û reptê

didiyê.

Ev hemû şêwazên çewt in, ji bo vê îdeolojî divê ji xwenûkirinê re vekirî be. Her demê însan

bizanibe ku agahiyên wî bisînor in. Siberoj wê tiştên nû bi xwe re bîne, ji bo vê divê mirov jê re amade

be. Li gorî wê xwe nû bike.

19

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!