23.01.2015 Views

rustem-cudi-ideoloji

rustem-cudi-ideoloji

rustem-cudi-ideoloji

SHOW MORE
SHOW LESS
• No tags were found...

You also want an ePaper? Increase the reach of your titles

YUMPU automatically turns print PDFs into web optimized ePapers that Google loves.

exlaqî miriye. Ji bo vê krîzê dijî. Lewra krîzên civakî di kaptalîzmê de her diçe bi awayekî dijwar kûr

dibe. Yek ji sedemên wê ew e ku ferd heta asta dawiyê ezez e, xweparêz e, li gorî xwe ye, bê kontrol e

û hevsarê xwe qetandiye. Xwe ji hemû berpirsiyariya xwe ya li beramberî civakê safî û qut kiriye, xwe

dûr xistiye. Li beramberî tu pirsgirêkên civakê xwe berpirsiyar nabîne.

Civak dergûşa ferd e, ferd bê civak nikare bijî. Lê civak bê ferd dikare bijî. Civak bi zagonên xwe,

bi pîvanên xwe yên exlaqî xwe berdewam dike. Bi awayekî baş be, yan jî xerab be, xwe berdewam

dike. Lê ferd nikare hebûna xwe bi tena xwe bê civak berdewam bike. Lewma di van sêsed salên ku di

bin serweriya serdestiya kapîtalîzmê de dimeşin krîzên mezin çêkirin. Xerabiyên mezin çêkirin û

birînên mezin di civakan de derxistin, sedema van hemûyan çi ye Çavkaniya van pirsgirêkan

hemûyan jî ferdperestiya çors û bê kontrol e. Ji hemû pîvanên exlaqî dûr e, heta dawiyê ezez e,

xweparêz e, di oxira berjewendiyên xwe de hemû nirxên civakê binpê dike. Mirov dikare bêje ev

sîstema ku pêş ketiye û derketiye holê, kapîtalîzm bi xwe ye.

Kapîtalîzm di oxira berjewendiyên xwe de pêl her tiştî dike. Her tiştê xerab dike, ji bo ku tenê

ziyan negihîje berjewendiyên wê, çi bixwaze dike. Ji ber vê yekê ferdperestî girîngtirîn mijar e ku

pêwîst e mirov gelekî li ser raweste.

Bêguman bûna ferd tiştekî baş e. Yanî însan bi îrade be, xwedî kesayet be, kûrahiya ferd hebe, bi

rol û îrade be. Di civakê de xwedî rol û tevlîker be, ev hemû baş in. Lê ev di çarçoveya hevsengiyeke

optîmal de be. Bi civakê re di nav tewazineke baş de be, ne li dijî civakê be.

Divê mirov tevî civakê jî tu carî ferdperestiyê esas negire. Tenê xwe xelas bike, xwe bijî ev tiştên

pir xerab in. Bala xwe bidinê di roja îroyîn de kapîtalîzm krîzeke jiyanî dijî. Di hemû milên jiyanê de

krîzê dijî, sedema wê krîzê jî ev ferdperestiya çors e.

Hinek deman em jî dikevin xetayên wiha û li pey vê ferdperestiyê dimeşin. Li şûna ku em bi civaka

xwe bihizirin, em tenê bi xwe difikirin. Li şûna em hemû civakê û berjewendiyên wê esas bigirin, em

xwe esas digirin. Li şûna tevlîkirinê, ser zêdekirinê em li gorî xwebûyînê esas digirin. Ferdperestî xwe

bi gelek awayan dide der. Bi têgihîştinên biçûk, mezin, tewş yan jî nerm, gelek taybetmendiyên

ferdperestiyê hene. Xwe li gelek cihên cuda nîşan dide.

Ev tiştekî pir xerab e, ji ber vê yekê niha li Ewrûpayê jî êdî fêm kir ku ev ferdiyet dibe sersedemê

ku tiştek di holê de nemîne. Niha wan fêm kiriye. Lewra ketine nav lêgerîneke ka çawa hinekî nirxên

civakê bihêz bikin. Mînakê vê jî; çêkirina malbatan destek dikin, komeleyan vedikin, perwerdê didin û

hwd. Ji bo hinekî wan birînên vebûne hindik be jî rehet bikin. Niha tenê hewldaneke wan a wiha heye.

Emerîkayê hîna bi awayekî cidî hewldaneke wiha nekiriye, ji bo vê asta krîza civakî di wir de hîna

bihêztir e ji Ewrûpayê. Ferdperestî taybetmendiyeke kapîtalîzmê ye. Yanî çîna kapîtalîst e, cewherê

çîna kapîtalîst bi xwe ye. Xweparêziya wê, xwe esasgirtina wê hemû jî di bingeh de cewherê

mordernîteya kapîtalîst e.

Weke çawa ku di nasnameya însanekî/ê de dema ku derdixîne di serî de wêneyê wî/ê însan bala

mirov dikişîne, di nasnameya îdeolojîk a kapîtalîzmê de jî ferdperestî wêneyê wê nasnameyê ye. Ji bo

vê yekê dema mirovek di heman demê de hem ferdî be, hem jî komînal be, nabe. Hem wê ferdî be,

hem jî li dijî kapîtalîzmê têkoşînê bike! Ev ne rast e û xwe xapandin e. Di têkoşîna me ya partîbûnê de

jî tiştê herî zêde ku em li dijî wê têkoşînê bikin ezezîtî ye.

Di jiyana leşkerî de jî û di xebatên din de jî, bûna xwedî kesayeta partîyî, di serî de divê kesayet li

dijî ferdiyetê be. Komînalîzma me li dijî ezezîtiyê pêş dikeve. Avakirina civaka exlaqî û polîtîk jî di

serî de li dijî ezezîtiyê ye. Lewma divê mirov ezezîtiyê weke taybetmendiyeke bingehîn a kapîtalîzmê

bigire dest. Heke di cih cihan de taybetmendiyên ferdî di navgînên cuda de jî derket holê, ew

teqlîdkirina kapîtalîzmê ye, teqez mayîna di bin bandora kapîtalîzmê de ye.

Xala Sêyemîn A Ku Kapîtalîzmê Girt Dest Humanîzm E;

Humanîzm bi xwe tiştekî baş e. Di heman demê de em jî tevgereke însanî ne. Lê mirovheziya me û

ya kapîtalîzmê ne weke hev e. Kapîtalîzm ne humanîst e, lê gelo çima humanîzmê esas digire Ji ber

ku kapîtalîzmê xwest desthilat be, lê nikarî desthilat be, ji ber ku li pêşberî wê feodalîzm û monarşî

hebûn. Monarşî bi çi hikm dike; bi werasetê hikm dike.

Pergala kapîtalîzmê baş nebû, lê wê çawa û bi çi dirûşmeyan xwe nîşan bida Got: Ferq û cudatî di

navbera însanan de nîne, tu însanên ji hev baştir nînin. Hemû însan weke hev in. Pêwîst e her kes li

hemberî zagonan weke hev bin, karibin serî hildin. Mafê her kesî yê hilbijartinê heye. Mafê her kesî

heye ku xwe berendam nîşan bide. Divê qanûn ji bo her kesî derbasdar be. Kapîtalîzmê xwest bi van

sloganên însanî çi bike Xwest desthilatiyê ji bin yekdestiya feodalan derbixe û bike bin yekdestiya

xwe.

34

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!