23.01.2015 Views

rustem-cudi-ideoloji

rustem-cudi-ideoloji

rustem-cudi-ideoloji

SHOW MORE
SHOW LESS
• No tags were found...

You also want an ePaper? Increase the reach of your titles

YUMPU automatically turns print PDFs into web optimized ePapers that Google loves.

xwezayî dibîne. Mirov dema vê nêzikbûna li dijî jinê weke zilm, înkar, avêtina derveyî civakê nebîne,

wiha xwezayî dîtin, weke ku xwedê jin wiha dabe û wê bi vî rengî bijî, mirov tu nerazîbûnê nîşan

nede, ev nîşaneya lewaziya mirov a ji nirxên civakî û bêwijdaniyê re ye.

Dîsa eger di civakekê de ciwan bê aso bin, ne çalak bin, wisa di cihê xwe de sekinî bin, înzîwa ji

xwe re esas girtibin, teqlîdkirinê esas girtibin, wiha mirov li hemberî van wisa tenê temaşevan bimîne,

ev hemû îfadeya bêwijdaniyê ne.

Erdnîgariya mirov bê talankirin, lê tu nerazîbûnek li hemberî wê talanê tune be, ev bêwijdanî ye.

Însan li ser însan desthilatdariyê bike, ziman bê înkarkirin, teşhîrên bi rêka rojname, radyo, TV‟yê tên

kirin, li hemberî wan bêdeng mayîn bêwicdanî ye. Mînak di roja me ya îro de hemû rêzefilmên Tirkan,

ji yên îslamiyan bigirin ta yên dewletê, li ser esasên teşhîrkirin, înkarkirin û lînçkirina Kurdan çêdibin.

Lê herî zêde ew rêzefilm li Kurdistanê tên temaşekirin. Ev bêwijdanî ye. Bêwijdanî ew e ku dema tu ji

wê rewşa xwe ya xerab êdî zewqê bigirî. Nerazîbûna xwe nîşan nedî. Herî zêde rêzefilmên ku li

Kurdistanê ji bo Kurdan biçûk bixin, lînç bikin, di heman demê de herî zêde li Kurdistanê tên

temaşekirin. Ger miletekî din bûya, wê her roj meş bikira û gotibûya: Em vî şêwazê we yê weşana

TV‟yê boykot dikin û êrîşî buroyên wan bikira. Ev tiştên ha sedemên çalakiyan in, yên berxwedan û

mafxwestinê ne, yên serhildanê ne. Lê li gel me nabin sedemên serhildanê.

Hîs dimire, mînak tu diçî û ji gundiyekî Kurdistanê re dibêjî: Tu bindest î, dijmin heye. Dibêje, na

dijmin tune ye. Çima tune ye Dibêje, ez mezin bûm kes dengê xwe nekir, zarokên min çêbûn, diçin

dibistanê û tên, diçim nav erdê xwe çandiniya xwe dikim, genimê xwe difiroşim, pemboyê xwe

difiroşim, kes tiştekî ji min nake. Ka dijminê min Mirov dikare ji vê re çi bêje, çima wiha nêzik

dibin Dijmin ew qas sînorê jiyana însanî daxistiye ku însan tiştê din nema dixwaze. Temam dibe ku

weke jiyaneke biyolojîk tu dizewicî, zarokên te çêdibin, tu diçî nav erd, tu têyî, dixwî û vedixwî kes ji

te re dengê xwe nake, lê ew tenê jiyaneke biyolojîk e. Yanî bi awayekî xwezayî weke jiyana lawiran e.

Lê derveyî vê ez Kurd im, welat heye, navê vî welatî Kurdistan e, gelek heye navê wî gelî Kurd e.

Divê bi nirxên xwe yên neteweyî bijî, cil û bergên xwe yên neteweyî li xwe bike, xwe birêve bibe û

hwd. Ev hemû tune ne, tunebûna van hemûyan jî weke egerên dijmintiyê nas nake. Nizane, ji ber çi

van nizane Ji ber ku li hemberî nirxên Kurdayetiyê hîs, şiyarî tune ye û gelekî lewaz e.

Lewra di gelek cihan de çewtiyên mezin hene. Li Hekarî li zarokekî didin û destên wî dişkînin,

polîs wiha dikin, lê li Amedê û Meletiyê kes ranabe ser xwe! Li Dersimê tiştek wiha dibe, lê li

Mêrdînê ji bo wê bersivê nadin. Ev ji bêxemiya li hemberî nirxan e.

Tecawiz çêdibin em pê nahesin. Sêrt bajarek ji bajarên kurdistanê ye û gelê wê ne dûrî me ye jî, lê

bûyerên tecawizê li wir çêdibin. Kî wan bûyeran diweşîne Rojnama Huriyetê diweşîne. Ne em

diweşînin. Ji ber ku hesasiyeta zêde li hemberî tecawizê li gel Kurdan miriye. Dema ew hesasiyet tune

be wê demê wê çawa bibe, yanî tecawiz e, ma tecawiz çi ye.

Ji ber ku wiha fêr bûye, ji wan e ku ew tiştên tên kirin xwezayî ne. Dijmin tê û keçên Kurdan

yanzdeh salî, dozdeh salî tecawiz dike, li gel Kurdan wer heçku tiştek nebûye. Pêta nerazîbûnê gur û

geş nabe. Lê diviyabû ev bibûya sersedema ku hemû Kurdistan rabûya ser piyan, pêwîst bû jiyan

bisekiniya. Lê ev çênabe.

Ji lewra têkoşîna îdeolojîk çi ye Têkoşîna îdeolojîk bi însanan maf, jiyan, nirxên wan çi ne, divê

van bi wan bidin naskirin. Nirxên jiyana însanî çi ne: Erdnîgarî, beden, mêjî, ziman, jiyaneke ekolojîk

a rast, ev hemû nirx in. Ev hemû bi hev re nebin, însan bi awayekî tendurûstî nikaribe bijî.

Zêdegaviyên li ser van, divê bibe sedema nerazîbûn, serhildan û berxwedanê. Têkoşîn îdeolojîk di vir

de însanan bi xwe ve dide girêdan.

Lê em temaşe dikin tecawiz çêdibin kes nerazîbûnê nişan nade. Em dibêjin, li wir rojnameyên me

hene, rojnameya heftane heye. Qanalên me yên weşanên TV hene. Kovarên me hene, meclîsên

belediyê hene. Tu nabêjî ev hemû çîrok in, ji ber ku nerazîbûn tune ye, wijdan tune ye, ger ev nebin

wê çi bikin Wijdaneke hesas, şiyar, dewlemend li hemberî van zêdegaviyan karibe li ber xwe bide û

pê bihese, şiyar bike, dema ev tune bin, her tişt xwezayî tê dîtin û kes nabêje, ev çi ye!

Gelek kes weke Tirkan difikirin, wek sîstemê difikirin. Mînak li Mêrdînê bûyera jinekê hebû,

Rêbertî tim navê mexdûrbûnê lê dike. Ji aliyê çiqas însanên polîs mamûr, hatiye tecawizkirin, dema ev

bûyer kete rojevê dijmin digot: “Wê bi kêfa xwe qebûl kiriye.” Çi têkiliya vê bi kêfê re heye Ma

temenê wê çend e ku karibe biryara xwe bide Tu yê birçî bihêlî, biçûk bikî, lînç bikî, bi xwe ve

girêbidî, dawiyê tu yê bêjî bi xwe û xwe qebûl kir, ma ez çi bikim. Çima hûn me dad dikin. Ev

bêwijdanî ye. Ji bo vê îdeolojî nirxan bi mirovan dide naskirin. Her tişt daxistina ber çav e, hesasiyeta

22

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!