23.01.2015 Views

rustem-cudi-ideoloji

rustem-cudi-ideoloji

rustem-cudi-ideoloji

SHOW MORE
SHOW LESS
• No tags were found...

Create successful ePaper yourself

Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.

Mînak hinek tişt hene ku di dînê Îslamê de heta roja me ya îro jî tên meşandin. Hinek elimandinên

xerab, reşkujî, kuştin tên redkirin. Mînak dizî, tecawiz hwd, tiştên wiha rengereng tên redkirin. Dîsa

alîkarî û hevşêwirandin qismî be jî tê de heye. Lewma bi navê zekatê, gelek tiştên din jî alîkarî tê kirin.

Lê di bingeh de ev hemû jî krîza heyî asteng nake. Di esas de wek nasnameya sîstema desthilatdar

mirov dikare behs bike.

Nasnameya Kapîtalîzmê Ya Îdeolojîk Çi Ye

Ji bo feodalîzmê nasnameya wê ya îdeolojîk ev bû. Lê di esas de yê ku em dixwazin berfireh li ser

rawestin kapîtalizm e. Nasnameya îdeolojîk a kapîtalîzmê çi ye

Nasnameya kapîtalîzmê ya îdeolojîk mirov hîna bi kûranî li ser bisekine wê baş bibe. Ji ber çi Ji

ber ku di kapîtalîzmê de pir alî hene, yên bi taybetî di têkoşîna îdeolojîk de rewşê tarî dikin, mirov

nikare zêde rastî û çewtiyê ji hev derbixe.

Kapîtalîzm bi vî rengî îdîa dike ku ew serdemek e ku mirovahiyê qeydên xwe şikandine, hevsarê

xwe qetandine û ber bi nûbûn, zanebûn, başî û pêşketinê ve dimeşin. Kapîtalîzm wiha xwe dide

diyarkirin. Heta wiha îdîa dike ku beriya kapîtalîzmê her tişt paşverûtî bû, kevneperestî bû hovîtî û

nezanî bû. Her tişt bi kapîtalîzmê re serûbinî hev bûye, însan ketiye rêka rast û zanistyê. Jiyana madî

pêş ket, jiyana ruhî pêş ketiye ya fikrî pêş ketiye. Kapîtalîzm weke sîstemeke çareseriyê xwe dide

nîşandan. Sîstema xwe ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên mirovahiyê dide nasîn.

Vê yekê jî bi gelek rê û rêbazan dide nîşandan. Yanî ji her sîstemên din zêdetir di destê kapîtalîzmê

de amûr û rêbazên ku karibe rastiyê veşêre hene û tiştên nerast weke çawa rast in diyar bike. Ev derfet

di destên wê de hene. Ji ber van taybetimendiyên kapîtalîzmê, girîng e mirov li ser rastiya wê bisekine,

da ku mirov fêm bike.

Nasnameya kapîtalîzmê ya îdeolojîk bi rengekî bingehîn xwe dide ser sê xalên bingehîn. Ev

Rêbertiyê di paraznameya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê (DMME) de li ser esasên sê beşan

daye nîşandan. Gav bi gav li ser kapîtalîzm û modernîteya kapîtalîst kûrbûna xwe çêkiriye.

Nasnameya Bingehîn A Îdeolojiya Kapîtalîzmê

Yek jê fikrê zanistî ye, duyemîn ferdiyet e, ya sêyemîn jî humanîzm e. Ev her sê jî xalên bingehîn

ên nasnameya îdeolojîk yên kapîtalîzmê ne.

Beşa Yekemîn, Fikrê Zanistî;

Ji yekê em ê dest pê bikin; fikrê zanistî. Kapîtalîzm li Ewrûpayê di kîjan serdemê de derket Dema

ku fikrê zanistî li Ewrûpayê pêş diket kapîtalîzm derket. Yanî êdî dêr, îlahiyatê, dîn nema dikarî

bersiva hinek tiştan bidin. Lewra fikrê zanistî pêş diket.

Fikrê zanistî çi ye Ji bo ku tu agahiyekî rast bigirî tu li Încîl û Quranê nanihêrî. Tiştê xwedê ji te re

gotî na, yê bav û kalan ji te re gotî na, tu bi xwe tecrûbe dikî, di laboratûarê de, di lêkolîn û lêgerînê

de, bi lêpirsîna aqil tu digihîjiyê. Bi lêpirsîna aqil tu digihîjiyê. Fikrê zanistî ev e. Yanî ne ew fikrê ku

hatiye veguhezandin, ne ku hinekan ji te re gotiye, ne di Quran û Încîlê de hebûye, yan jî xwedê gotiye

û fermana xwedê ye. Fikrê zanistî, yê ku li ser esasê lêkolîn û lêgerînê ye. Li ser esasê lêhûrbûn û bi

tecrûbê çêbûye. Êdî fikir wê li ser vî esasî bê destgirtin.

Lewra weke destpêk di vî aliyê de di dawiya sedsala 16. de, di sala 1580, 1590 hetanî 1600‟î, di wê

serdemê de yên pêşengî ji vê tevgerê re kirin kî ne Ji wan Francis Bacon, Descartes bûn. Bacon

dibêje: “Tiştê ku ceribandin îspat nekin, divê em weke rastiyê lê temaşe nekin.” Yanî heger em bi filan

tiştî bawer in, wê demê ceribandin çi dibêje. Mirov dikare bêje tecrûbe esas tê girtin.

Ev peyva tecrûbeyê weke gotineke ji rêzê ji mirov re tê, ji ber ku em rojane tiştan tecrûbe dikin. Lê

em bala xwe bidinê dema em di bin serweriya dogmatîzm û qaliban de mezin dibin, ew wêrekiya ku

em tiştan tecrûbe bikin li gel me namîne. Lewra di wê demê de li Ewrûpa kes cesaret nedikir ku

tecrûbeyan bike. Ji ber ku fikrê jiberkirî hebû. Tiştên ku xweda û Încîlê gotî hebûn. Ma di encamê de

tu ji xweda bêtir dizanî! Ji ber vê wêrekiya tecrûbê tune bû.

Wî çi kir, got; em ê bi rêka tecrûbê bigihîjin rastiyê. Mînak, eger bixwazin bigihîjin filan tiştî û di

derbarê wê de bigihîjin qenaetekê, divê em tecrûbe bikin. Mînak av dibe hilm bi çi rengî, bi agir ev

pêk tê. Wê demê em tecrûbe bikin. Yan jî tiştên ku di nav qeşayê de bin xerab nabin. Wê demê em

tecrûbe bikin. Ev tişt bi tecrûbê çêdibin û jixwe bixwe tecrûbe jî dikir. Francis Bacon bi xwe jî di

encamê tecrûbekirinê de mir. Çawa kir; goşt di şertê sar de tecrûbe kir da ku xerab nebe, li ser vê

tecrûbe kir. Mînak mirîşkeke serjêkirî wê di nav berfê de tecrûbe bike, wek niha jî qeşemxane

(buzdolabı) û tiştên wiha tune bûn, diviyabû bi xwe di zivistanê de bibe ber sermayê. Lewra diviyabû

30

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!