rustem-cudi-ideoloji
rustem-cudi-ideoloji
rustem-cudi-ideoloji
- No tags were found...
Create successful ePaper yourself
Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.
sosyalîst de be, wê exlaqî be! Wê wêrek be, wê van taybetmendiyan hemûyan di xwe de pêk bîne. Wê

demê mirov dikare bêje bi awayekî çalak tevlî têkoşînê bûye.

Cardin, di derbarê rêxistinê de pirsgirêka kesayetê çareser dike. Kesayeta têkoşer di Kurdistanê de

wê xwedî taybetmendiyên çawa bin, hemû jî di wir de tên zelalkirin.

Pirtûka di derbarê rêxistinê de heye. Rêxistina şoreşgerî wê çawa bibe Êdî nema em vê bêjin, filan

rêxistin di cîhanê de wiha bû, bêvan rêxistin di cîhanê de wiha bû! PKK divê çawa bibe Têkiliyên

rêxistinî di nava PKK‟ê de wê çawa bin Erkê endamekî/e PKK‟ê wê çi bin Li ser van xalan wê bê

seknandin.

Li Kurdistanê rola şîdetê, yanî wê şerê Rizgariya Neteweya Kurdistanê di kîjan qonaxên stratejîk re

derbas bibe, di kîjan qonaxên taktîk de derbas bibe Wê çi bi kar bînin Kîjan taktîkan, kîjan

erdnîgariya wê esas bigire Çi hedefan bide pêşberî xwe, wê li kê bide. Doktrîna wê dê çi be,

rêzehedefên tevgerê wê çi bin Bi giranî li ser van xalan tê rawestandin. Pirtûk çêdibin û heval

dixwînin, perwerdê dibînin û ev komîserhevkirin, ev kûrbûn hîna zêdetir kesayeta PKK‟ê da naskirin.

Hîna zêdetir rêxistina PKK‟ê nasnameya xwe derxist pêş. Nasnameya wê ya îdeolojîk derxist pêş.

Bi milê wê yê demokratîk, bi milê wê yê sosyalîst, bi milê wê yê exlaqî, bi milê wê yê çandî,

şêwazê wê yê jiyanê, di van aliyan de derxist pêş. Ev wer nêzikbûneke qalib jî nîne û pir xwezayî ne.

Encamê lêgerîn, lêkolîn û tecrûbê ne. Dema PKK derket, ev tiştê ku îro em esas digirin tune bûn. Ev

hemû bi tecrûbeyê hate qezenckirin.

Mînak, di serî de nedihat bîra kesî bêje: Di nava PKK‟ê de mey vexwarin qedexe ye. Yekî PKK‟yî

divê venexwe. Tiştekî wiha di bîra kesî de nebû. Yan jî çêkirina malbatan çênabe. Zewac, zarok,

malbat, tiştekî wiha nebû, lê bi tecrûbe û bi îdîayê di nava PKK‟ê de ev hemû derketin, rû bi rû mayîn

çêbû. Ev bû sedem ku hîna bêtir kesayeta kadroyê di nava vê têkoşînê de cih bigire, hîna baştir diyar

bibe. Wê demê, ji gelek daxwazî, şêwazê jiyana ku mirovên ji rêzê ji bo xwe qebûl dikin û exlaqî

dibînin, divê jê dûr bikeve. Heger ne wiha be wê nikaribin bibin xebatkarên PKK‟ê.

Rêbertî Çavkaniya Pêvajoya Gerîlatiyê ya Îdeolojîk e

Ji bo vê ev weke destwerdaneke li ser însanan, nîne. Peydakirina tîpekî însanan nîne, şûştina mêjî

nîne! Ev hemû teoriyên çewt in. Tam berovajiyê vê lêgerîn û lêkolîneke cidî ji bo peydakirina însanên

ku karibin beramberî astengên ku li pêşiya meşa şoreşgerî derdikevin, da ku karibin li ber xwe bidin.

Ev, encamên ezmûn û tecrûbeyan in. Hemû jî encama vê ye. Ji bo vê xurtkirina wan, kûrkirina

wan, pejirandina van pêwîst e. Lê yên derveyî me van rexneyan dikin. Ew têkoşîneke li dijî me didin

meşandin. Ev tiştek cuda ye, tiştên ew rexne dikin ne rast in. Pêwîst e em tiştên ku egerên jiyanê ji bo

me peyda bikin em esas bigirin. Ger ev şêwazê jiyanê nebûya, eger ev pîvan nebûna û PKK‟ê dev jê

berdaba, va sî û sê sal e têkoşîn bênavber dewam dike, berde sî û sê salan nedikarî sî û sê rojan jî

dewam bike. Ev taybetmendî dibe sedem ku her tim PKK karibe li ser piyan bisekine û têkoşînê

berdewam bike. Li vê hayîl bûn gelekî girîng e.

Gav bi gav encamên vê pêvajoya îdeolojîk pêş ketin, di encama wê de tevgera gerîla derket. Lewra

tevgera gerîla jî bixwe beramberî astengiyan hat, astengiyên wê jî hene. Tevgera gerîla jî em lê temaşe

dikin, li ser esasê xurtkirina gerîla û pêşxistina gerîla bû. Bi awayekî rasterast Rêbertiyê ji qada

Rojhilata Navîn perspektîf pêş dixist. Analîz dikir, ferman pêş dixist. Ev hemû li ser esasê peydakirina

yekîneyeke gerîla ya serkeftî bû.

Gerîla çima bi ser nakeve, çima astengiyan dijî Ji bo ku pêwîstîbûna gerîlatiyê di kesayet, şêwaz û

jiyanê de pêk nayne wiha dibe. Ji bo vê, li ser vê Rêbertiyê bi awayekî bênavber analîz pêş dixist.

Rêbertiyê ji bo ku bi her awayî karibe yekîneyên gerîla serkeftî bin, li ser kesayeta fermandar,

şervan, pîvanê jiyanê, şêwazê çalakiyê, şêwazê serkeftinê pêş bikeve, ji bo van hemû rengên analîzan,

lêhûrbûn çêdikir. Mirov dikare bêje ew pêvajoyeke ji pêvajoya gerîlatiyê bû. Rêbertî, çavkaniya wê

pêvajoyê ya îdeolojîk bû.

Îdelojiya Azadiya Jinê û Pêşketina Wê

Rêbertiyê di wê demê de bi pêşxistina gerîlatiyê re, îdeolojiya azadiya jinê jî pêş xist. Di vê derbarê

de jî rast e weke her tevgereke sosyalîst PKK jî di derbarê jin û malbatê de nerîneke xwe hebû. Vê

nêrînê statûko derbas dikir. Yanî statûkoparêzî derbas dikir. Fikra feodal derbas dikir, nirxên wê yên

heyî jî derbas dikir. Lê belê tam ne nêrîna azadiyê bû. Çi bû, yanî di rastiyê de kevneşopiya

sosyalîzma pêkhatî bû. Lewra sosyalîzm tiştekî baş e, ji bo vê bangek ji jinê re hebû digot; “Were û

tevlî me bibe, eger tu tevlî me bibî, tu yê jî rizgar bibî.” Gelo ev bangewazî tiştekî xerab e, teqez ne

58