rustem-cudi-ideoloji
rustem-cudi-ideoloji
rustem-cudi-ideoloji
- No tags were found...
Create successful ePaper yourself
Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.
adikin esas nagire. Ev ahengên xwezayê ji bo berjewendiyên xwe xerab nake. Dema van neke,

xerabûnê esas digire.

Tevgerên Hawirdorparêz

Tevgerên hawirdorparêz ne yek tenê ne, gelek in. Tevgerên hawirdorparêz ên cuda cuda hene. Yanî

ekolojîparêzên cuda cuda hene. Dema berê hîna kes bi ziyana li ser xwezayê pêk tê nehesiyabûn.

Dema pê hesiyan û şûnda, lewra di hinek welatan de asta bîr û zanistê li gel însan kûr dibû û pê

dihesiyan. Ji ber vê nerazîbûnên xwe nîşan didan. Nerazîbûnên xwe çawa nîşan didan Li ser rêkan

çalakiyên bi awayê xwe nîşan bidin, nîşan didan. Li cihekî din dirûşme davêtin û li cihekî pankart

vedikirin. Bi vî rengî nerazîbûnên xwe nîşan didan.

Pişt re ew tevger gav bi gav mezin bûn û di Ewrûpayê de bûn desthilatdar jî. Mînak, li Almanyayê

Partiya Kesk heye, bi vî rengî ew partî derketin. Lê ev partî weke ku çawa îdîa dikin ji bo parastina

hawirdorê naxebitin. Ji ber çi wiha bûn Ji ber ku derdikevin dika desthilatdariyê, hem di

desthilatdariyê de cih digirin, hem jî ekolojîk in! Ev xapandinek e, tu çawa di desthilatdariyê de yî, di

dewletê de yî, tu jî hevparê wan biryaran î, di heman demê de tu îdîa dikî ku tu ekolojiyê diparêzî! Ev

nêzikbûneke zêde rast jî nîne. Di serî de ne ji xwe ve bi dirûşmên parastina xwezayê derketin. Di van

aliyan de gelek nerînên wan hene. Ji wan nerînan nerînek heye ji wan re dibêjin ekolojîstên kûr.

Ekolojîstên Kûr Çawa Tevdigerin

Ev nêrîn her tiştî weke zindî dibîne. Li gorî wê tevgerê bi têgihîştineke piralî ango komple,

hesasiyetekê pêş dixin, dibêjin: “Divê wiha nêzikî filan tiştî nebin, nêzikî bêvan tiştî nebin.” Bi

awayekî gelemperî tevdigerin. Lê berpirsiyarên bigehîn ên ku ekolojiyê xerab dikin, di nav giştîkirina

wan de tê wendakirin. Di vir de kî berpirsiyarê vê xerabiya li ser xwezayê ye, nayê diyarkirin. Bi vî

rengî weke ku hemû însan dijminê xwezayê ne diyar dibin. Li ser wî esasî nêzikbûneke komple heye,

di wir de jixwe berpirsiyarê rastîn tên wendakirin. Lewra jî ev nerîneke jirêderketî ye û çewt e.

Ji ber ku mijara ekolojiyê di van demên dawiyê de bala însanan dikişîne, bizavên wiha derdikevin.

Lê di bingeh de bi vî rengî hedef şaş dikin. Heta bi vî rengî xizmeta desthilatdariyê dikin.

Ekolojîstên Femînîst

Ekolojîstên femînîst jî bizaveke girêdayî jinê ye. Ev dibêjin: “Yên di bingeh de xweza xerab kiriye

zilam e.” Her tiştî bi liv û tevgera zilam ve digirin dest. Yanî sûcdar zilam e. Ew zilam feqîr dibe û

dewlemend dibe, zilam bi gelemperî digirin dest. Ew jî nêzikbûnek e, lê bisînor e û çewt e. Lê di

bingeh de xeta ekolojîk a ku em esas digirin ekolojiya civakî ye.

Ekolojiya Civakî

Ekolojiya civakî çi ye Ekolojiya civakî ew xeta ku dibêjin: “Sedemên xerabûna xwezayê serdestî

ye, desthilatdarî ye û di serdema me ya îro de jî kapîtalîzm e.” Yanî dijminê xwezayê diyar dike û

şênber dike. Li ser vî esasî heke parastinek hebe, divê li hemberî desthilatdariyê û mijokdariyê,

kedxwariyê û li hemberî kapîtalîzmê bê kirin.

Însan bi xwe dijminê xwezayê nîne. Dema ku însan dibe dijminê însan, wê demê dibe dijminê

xwezayê jî. Însan dema dibe serdest û bindest wê çaxê xwezayê jî xerab dike. Ji ber ku her tişt bi

mantiqê şîdetê û înkarkirinê û talanê dimeşîne. Ji ber van nêzikbûnan xweza xerab dibe.

Lewra ji bo me ev çi ye Niha gelek kes dikarin bifikirin, têkoşîna ekolojîk, ekolojiya civakî, li gorî

me tiştekî luks e. Em çima dixin rojeva xwe û li ser nîqaş dikin Di van derbaran de nêrîn hene.

Bêxemiya li hemberî ekolojiyê, bêhêvitiya li hemberî jiyanê ye. Jiyan di ku de çêdibe di navengekî

de çêdibe. Heger îro jiyana li ser rûyê erdê heye, sedema wê navenga vê jiyanê heye. Navenga wê çi

ye Tav e, hewa ye, lawir in, kêzik in, dar in, av e hwd. Her tiştek ji van rolek wê heye. Dema ev hebin

jiyan çêdibe. Dema ev tune bin, çavkaniya jiyanê namîne. Ji ber ku ev rengên gelemperî ne.

Em hinekî din jî bînin ber çav û şênber bikin. Niha însanek dema bêsînor xwezayê xerab dike,

dişewitîne, dibire, xerab dike, ew kes bi paşeroja xwe nafikire. Tenê li roja xwe ya ku tê de ye difikire.

Yanî perspektîfên wî yên pêşerojê tune ye. Ji bo pêşerojê hesabên wî tune ne. Li hemberî pêşerojê

bêhêvî ye, lewra komkujiya daristanan dike hwd. Lê mirovê perspektîfên wî yên pêşerojê hebin, wê

bêje ez ê îro karekî bikim, ê din bila siba karekî din bike, nifş li pey nifş wiha şiyar dibin. Beramberî

ekolojiyê şiyar dibin. Lewra ev prensîbeke jiyanê ye. Yanî luks nîne, taybetmendiyeke jiyana mirov e

û însan bi wê temam dibe.

67