23.01.2015 Views

rustem-cudi-ideoloji

rustem-cudi-ideoloji

rustem-cudi-ideoloji

SHOW MORE
SHOW LESS
• No tags were found...

Create successful ePaper yourself

Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.

Di bingeh de zanista rast, divê li dijî sîstemê be, ji ber ku zanist li tiştên nû digere. Sîstem statûko

ye. Sîstem çi ye Sîstem xwe ava dike û xwe diparêze. Yanî muhafezekar e. Lê zanist ne muhafezekar

e. Zanist digihîje astekê û dinêre ku ew ast ne bes e, ji wê astê xwe çipî astekî din dike. Tu carî dawiya

wê nayê, her demê tiştên nû dizane, timî li pey tiştên nû ye. Li pey azadiyê ye. Ji bo vê, însanên ku bi

zanistê re mijûl dibin divê her demê bi sîstema desthilatdar re nakokiyên wan hebin.

Lê di roja me ya îro de em lê temaşe dikin ku bi rengê artêşan însan û zanyar di bin xizmeta

sîstema desthilatdar de ne. Em dikarin ji vê re çi bêjin Em dikarin bêjin ku ev zanistperestî ye.

Kapîtalîzm li gorî feodalîzmê zanist esas girt, lê ji bo aramiya civakê esas negirt. Ji bo tundkirina

desthilatdariya xwe, hikmê xwe, zanebûna civakê kir bin yekdestiya xwe. Berhemên zanistê ji bo kar û

qezencan ji xwe re esas girt.

Ji bo vê dema ku nasnameya îdeolojîk a kapîtalîzmê tê nîqaşkirin û mirov dibêje yek ji bingehê

nasnameya îdeolojîk a kapîtalîzmê fikrê zanistî ye, ya rastî bi mirovan fikrê zanistî rast tê. Fikrê zanistî

tiştekî li xweşiya mirov pê tê. Lê nêzikbûna kapîtalîzmê ya ku ji zanist re diyar dike, ka heta kîjan astê

nêzikbûneke ne zanistî ye, nêzikbûneke zanistperestiyê ye û li ser esasê ku li gel xwe bihêle, bi kar

bîne.

Ji bo vê hişmendîparêzî (aqilcîtî-rasyonalîzm) û zanistperestî (îlmcîtî) weke gotin yan jî têgîn dema

em hişmendî, hişmendîparêzî, zanistî û zanistparêztî digirin dest divê mirov wan ji hev cuda bike.

Dema em weke têgîn digirin dest çi tê bîra me Tişta tê bîra me ev e, zanistî û xebata aqil a ku

navenda wê Ewrûpa û Rojava ye, zilamê bi rengê xwe spî derxistiye, tavilê ev tê bîra me. Yanî

hişmendîparêzî û zanistperestiya ku navenda wê Ewrûpa ye, Rojava ye, Bakurê Emerîka ye, li ser

esasê xwe navend esas digirin. Ew agahiyên ku gihanê weke rastiyeke mutleq esas digirin. Ev jî

encama lêkolîneke wiha bi gelemperî ya mirovahiyê na, encama hewldaneke ji aliyê zilamê spî ve

hatiye kirin e. Yanî ne encamên lêkolînên hemû civak gihîştiyê ye. Tenê çînek cihê xwe tê de digire û

ne civak. Lewra di wê zanistê de desthiltdarî heye, serwerî heye, nijatperestiyeke biyolojîk heye.

Desthilatiya zilam heye, ji bo vê ne zanista azad e, lê zanistperestî ye. Ji bo vê ne aqilê azad e,

hişmendîparêzî ye. Weke têgihîştin mirov wiha bigire dest wê rastir be.

Ji ber vê tiştê ku îro em nîqaş dikin û li dijî wê derdikevin di esas de ev e! Ne ku em li dijî zanistê

ne, mînak carna dema em dibêjin ev nêzikbûneke ne zanistî ye, zanistperestî ye, hişmendîparêzî ye,

hinek kes dibêjin PKK li dijî zanist û aqil derdikeve. PKK heta asta dawiyê bi aqil û zanistê re ye. Ji

bo xwe metodên zanistî esas digire. Lê PKK zanistê tenê di çarçoveya agahî û zanistiya zilamê spî yê

ku di Rojavayê Ewrûpa, Bakurê Emerîka dijîn de nagire dest! Ew ji zanistê re nêzikbûneke yekdestî

ye, lewra em wê red dikin.

Bingehê Din Ê Nasnameya Kapîtalîzmê Teşkîl Dike Ferdparêzî ye;

Esas cewherê nasnameya îdeolojîk a kapîtalîzmê ferdparêzî ye. Ferdparêzî esasê wê ye. Lewra

kapîtalîzm heta dawiyê ezeziyê derdixe pêş. Ji bo ferd, weke maf, kesayet, qada tevgera wê ye. Ji ber

ku bi taybet di dema kevn de, di serdema feodalîzmê de, di serdema ku dogmatîzm dînê yekxwedatî tê

de serwer bû, ferd heta asta dawiyê dihate înkarkirin. Civaka kevneperest, desthilatdarî li ser ferd heta

dawiyê serwer e. Tevgera ferd, çûn û hatina wî/ê, teşegirtina ferd, şêwazê jiyana wî/ê hemûyî ji aliyê

xwe ve diyar dike. Ji ber vê mirov nikare rastî hebûn û îradeya ferd bê. Ferd wek kopya ye. Qadeke ku

ferd bi awayekî azad xwe tê de îfade bike tune ye. Yanî mafê civaka kevneşop serwer e. Mafê civaka

serwer jî çi ye Mafê desthilatdariyê ye. Yanî mafê civakî yê xwezayî nîne, mafê desthilatdariyê tenê

heye. Desthilatdarî serweriyê, îqtîdarê di bin tekela xwe de dihêle. Ji bo vê jî maf di sînorê hinek

însanan de dimîne.

Însanê wiha azad, jêhatî karibin tiştekî derbixin û maceraperest bin, desthilatdarî van tiştan

hemûyan asteng dike. Di serdema feodalîzmê de desthilatdarî, bi taybetî jî tîpekî mirovan ê bê îrade

derdixe. Tîpekî ji însanên bê îrade, bê hewldan, tenê li ser esasê kopyakirinê çêdike.

Bingehîn e û divê mirov ji wê xetê û çarçoveyê dernekevin. Ev çi ne, ev tu demê rê ji pêşketinê re

venakin. Mînak, çawa mirov çavên xwe li jiyanê vedikin, bav û dayîkên xwe çawa dibînin weke wan

dikin. Ji rêka wan derketin weke mezintirîn guneh tê dîtin. Lewra ji bo ferd pîvanên malbata xwe,

desthilatiya ku di bin serweriya wê de esas girtin pîvaneke exlaqî ye. Wê çaxê di serdema feodaliyê de

însanên baş çawa tên nirxandin; dibêjin filan kes di hedê xwe de ye, gavên pêş de ji xwe zêdetir

navêje, çep û rastê xwe temaşe nake, dayîk û bavê wî/ê çawa dikin ew jî wiha dike. Desthilatdar yan jî

serwer çi dibêjin ew wiha pêk tîne. Îtaetê esas digire. Yanî qebûlkirinê ji bo xwe bingehîn digire.

Şêwaz û lêgerînên wî/ê bi xwe tune ne. Çalak nîne, înzîwayê esas digire, di çarçoveya sînorên xwe de

ye.

32

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!