rustem-cudi-ideoloji
rustem-cudi-ideoloji
rustem-cudi-ideoloji
- No tags were found...
Create successful ePaper yourself
Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.
Tevgera miliyetparêz a Kurd û hevkarên Kurd dît. Ev tevger her demê li ser esasê desteka

emperyalîzmê û sîstema kapîtalîst li ser piyan sekinî. Berê jî Emerîka Şahê Îranê destek dikir, di roja

me ya îro de Emerîka û Îngiltere wan destek dikin.

Wê demê di vir de çi heye, van hêzên hevkar wisa bi hêza xwe, bi rêbazên xwe yên siyasî yên rast,

bi xeteke îdeolojîk a rast û bi şêwazên têkoşînê yên serkeftî tu serkeftin qezenc nekirine. PDK‟ê,

YNK‟ê ev serkeftin qezenc nekirine. PDK‟ê û YNK‟ê bi tank û firokên Emerîkayê tişt qezenc kirine.

Yanî li ser esasê xeteke siyasî ya rast, rêxistineke wisa bihêz, yan jî şêwazên têkoşînê yên cidî, bi

xeteke îdeolojîk a zelal tevnegeriyane. Li ser van bingehan têkoşîn kiribûna û qezenc kiribûna, wê

demê me yê ji wan re li çepikan bida. Lê mixabin tiştek wiha nîne! Berovajiyê vê ew qezencên ji biçûk

heta mezin, her tiştên ku qezenc kirine bi temamî girêdayî Dewletên Yekbûyî yên Emerîka û

Îngiltereyê ye.

Kes nikare vê yekê bêje: “Van têkoşîn kirin û bi ser ketin.” Wan di bingeh de dev ji têkoşînê

berdabûn û binkeftî bûn, li derveyî welat bûn. Emerîkayê ew komî ser hev kirin, ji wan re qadeke bi

ewle peyda kir. Bi rêka hêza ku ji derve ve mudaxele kir ew kirin desthilatdar.

Ev desteka wan hêzên mêtinger kengê bi pêş ket Dema ku tevgera PKK‟ê şaxên xwe li her

deverekî Kurdistanê vedida, wan jî ev tevgerên din dane pêş. Bi taybetî jî ji ber ku bi navê gel, maf,

azadî û tevgera azadiya gelê Kurd, di pêşengiya PKK‟ê de li Bakurê Kurdistanê mezin dibû, vê dihişt

ku bandora xwe li ser her sê parçeyên Kurdistanê yên din jî bike. Da ku emperyalîzm tevgera PKK‟ê

bisînor bike, astengan li peşberî wê çêbike û nehêle mezin bibe, nehêlin di hemû Kurdistanê de serwer

bibe. Lewra hinek hêzên herêmê weke alternatîf dane pêş û nîşan dan. Bi taybet jî Dewleta Tirkiyeyê û

hêzên navnetewî Emerîka û Îngiltere ji nû ve tevgera miliyetparêziya Kurd birêxistin kirin, destek

kirin û ew kirin desthilatdar. Ji bo çi wiha kirin Ji bo çalakiya Kurd ji xeta azadiyê dûr bixînin û ber

bi xeta hevkariyê ve bajon.

Niha hinek kes derdikevin, heta ji nav me diçin, bi awayekî rihet dikarin vê bêjin: “Wê demê mirov

weke PDK‟ê be jî mirov dikare qezenc bike, weke YNK‟ê be jî mirov dikare qezenc bike.” Ev xwe

xapandinek e, meztirîn çewtî ye! Yanî gelek hevalên me jî dikevin nav van nêrînên xelet û dikarin

wiha bibêjin: “Ma di nava PDK‟ê de rexnedayîn heye, ma pîvanên azadî û exlaqî hene, lê va dîsa bûne

desthilatdar”. Ev nêrîn tê vê wateyê, mirov dikare van mijaran esas negire û dîsa jî kar bike. Dema

mirovek wiha fikirî wê demê meztirîn xerabiyê di hizrê xwe de pêk tîne. Ev xerabiyeke mezin e, tê çi

wateyê Ev vegera li lîtavê û tarîtiyê ye.

Pirtûkeke Lenîn bi navê “Em Çi Bikin” heye, di pirtûkê de derbarê pirsgirêkên rêxistinî, bi taybet

jî li hemberî tevgerên cidî di nav tevgerê de em çi bikin de gotineke wî ya wiha heye: “Em ketin rê, em

ji lîtavekê derketin û em ketin rê. Ji ber ku em ji wê lîtavê (bataklik) derketin li her derê êrîş li ser me

çêdibû, lê tevî van êrîşan jî em ji wê lîtavê derketin.” Niha dibêje, hinek di nav me de hene dibêjin ka

em vegerin lîtavê. Yanî wê lîtava ku em jê derketine em vegerin wir. Dema em ji wan kesên dixwazin

em vegerin lîtavê re dibêjin, şerm e, vegera li lîtavê ji me nexwazin! Dibêjin: “Hûn azadiya me qebûl

nakin, hûn li dijî azadiyê ne.” Lê rastî ne wiha ye, tevgera me ne li dijî azadiyê ye, em jî azad in hûn jî

azad in. Lê heke bi israr hûn dixwazin vegerin lîtavê biçin, heta em dikarin dehfekî jî li we bidin. Lê

em tika dikin ku hûn me berdin, ji ber ku em azad in û em ê rêka xwe berdewam bikin. Dema hûn çûn

lîtavê me jî li pey xwe nekişînin.

Lewma tevgera PKK‟ê jî ev e, tevgera PKK‟ê ji lîtavê derket! Em dikarin bêjin ji kîjan lîtav ji ya

binkeftinê derket. Yanî bawer kir, da bawerkirin jî ku şopandina şêwazên têkoşînê yên ku tevgera

miliyetparêziya Kurd û tevgera çepê Tirk ji bo xwe esas girtine, ber bi serkeftinê ve naçin. Li ser vî

esasî PKK‟yîbûn çêbû. PKK‟yîbûyîn di çarçoveya li dijî miliyetparêziyê û şovenîzma sosyal de çêbû.

PKK‟yîbûn di vê têkoşînê de çêbû. PKK‟yîbûn tenê di şerê li dijî dagirkeran de çênebû. Esas

PKK‟yîbûn, zelalbûna xeta PKK‟ê di têkoşîna li dijî şovenîstên sosyal ên dewletên serdest, partiyên

komunîst ên klasîk li Tirkiye, Îraq, Suriyê û li dijî xeta miliyetperestiya Kurd bû. Ev her du xetên ku

rêbaz û şêwazên wan ên têkoşînê têra serkeftinê nedikir, heman weke lîtavekê bû. PKK ji wê rewşê

derket, ferq û cudatiya xwe wiha da nîşandan. Niha em lê temaşe dikin, bi rastî jî hinek ji me dixwazin

em careke din vegerin lîtavê. Em ê çawa vegerin wê lîtavê Wê çaxê em ji PKK‟yîbûnê derdikevin.

Yanî PKK ji PKK‟yîbûnê derdikeve. Ji bo vê têkoşîna îdeolojîk di vê demê de bi awayekî pir dijwar tê

meşandin.

Ji ber çi têkoşîn dijwar tê meşandin Ji ber ku dijmin û gelek kesayetên din jî dixwazin beramberî

wan qezencên PKK‟ê pêk anîne ji nedîtî ve nêzik bibin! Em bala xwe bidinê dijmin bi israr vê dibêje:

“Berê siyaseteke me ya çewt hebû, me Kurd înkar dikirin û me navê wan qedexe dikir, me zimanê wan

47