rustem-cudi-ideoloji
rustem-cudi-ideoloji
rustem-cudi-ideoloji
- No tags were found...
Create successful ePaper yourself
Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.
Di nav rêxistinê de îdeolojî hêza parastina bingehîn e. Îdeolojî her tim rêka rast nîşanî mirov dike,

her dem şaşitî û rastiyan ji hev cuda dike. Ji bo vê dema ku perspektîfên navgîna rêxistinî, yên

îdeolojîk hebin, ew navgîn saxlem dibe. Lê dema perspektîfên îdeolojîk nebin ew navgîn ne bi

tendurûstî ne. Ji ber çi Ji ber ku bê pîvan e û pîvanên wê cuda ne. Mînak, têkoşîna îdeolojîk di nav

tevgera me de demekî sekinî. Çi bû Renge reng şêwazê jiyanê, yê rêxistinê di nav me de derketin. Me

nekaribû mehkûm jî bikin, ji ber ku pîvanên em pê mehkûm bikin me nehiştibûn. Îdeolojî tune bû,

xebata wê hatibû rawestandin. Ji bo vê dema te ji yekî re bigotiba: “Ev çewt e.” digot na ev li gorî min

rast e. Ev li gorî min rast e, ev li gorî min rast e… Bi vî rengî çênabe, rêxistin parçe dibe.

Weke din îdeolojî moral û ruh peyda dike. Hêza çareseriyê peyda dike. Mirovê ku xwe ji aliyê

îdeolojî ve her dem terbiye bike, xitimandinê najî. Baweriya xwe wenda nake. Yanî her dem li

çareseriyê digere. Di wan aliyan de her dem girîngî heye ku mirov bibe xwedî îdeolojî. Wiha bi

dewreyekê perwerdê, derxistina rojnameyekê, bi rengê henekwarî û henekî îdeolojî çênabe. Her dem

divê navendên xebatên îdeolojîk yên weke dibistanên perwerdê hebin. Materyalên perwerdê divê

hebin, her tim pêşketin bên şopandin, li gorî wê bersiv bên dayîn. Lewra divê xitimandin tê de çênebe,

rê ji xitimandinê re jî neyê hiştin. Lewra pêwîstiya hebûna îdeolojiyê divê her dem hebe.

Divê bi taybet xebata îdeolojîk ji ruhê demê ne dûr be, timî bi ruhê demê re be. Wer ne dogmatîk

be, ne di nav qaliban de be, şênber, berbiçav û diyar be.

Bala xwe bidinê felsefe zagonên gelemperî pêk tîne. Mînak felsefe têkiliya di navbera made û ruh

de tîne ziman. Felsefe têkiliya navbera însan bi zanistê tîne ziman. Felsefe van ferq û cudatiyan yanî

qanûnên gelemperî esas digire.

Felsefeyek heye li ser esasê dogmatîzmê ye, ev felsefe di nav kîjan welatî de serwer be, di wî

welatî de pêşketinên zanistî çênabin. Felsefeyek heye li ser esasê zanyarî, lêkolîn, hûrûkûrbûn û

diyalektîkê ye. Ev felsefe li ku serwer be di wir de hemû qadên jiyanê pêş dikevin. Felsefe qanûnên

bingehîn diyar dike. Lê îdeolojî ne wiha ye, îdeolojî tenê bi diyarkirina qanûnên bingehîn re namîne.

Tenê bi diyarkirina wan qanûnan ve namîne. Hîn zêdetir berbiçav dike. Hîn zêdetir bi dem û cih ve

têkildar e. Bi êş û azarên mirovan re têkildar e, bi şêwazê jiyana însanan ve têkildar e. Berbiçav e,

parçeyek ji jiyanê ye. Îdeolojî tiştekî wiha ye, bi vî rengî li ber çav e, şênber e.

Îdeolojî Li Gorî Tevgera Demê Xwe Nû Dike

Divê her dem têkiliya îdeolojiyê bi tevgera demê re hebe, bi ruhê wê re be. Dem ne tevgerek tenê

ye, ne tê rawestandin, ne jî paş de dizivire. Tevgerek wiha ye ku nayê rawestandin. Hêzeke ku wê

rawestîne jî tune ye, lewra dînamîk û zindî ye. Têkiliya vê bi tevgera civakê re jî heye, jixwe civak jî

bi wî rengî ye. Civak jî bi tevger û zindî ye, dînamîk e. Ji bo vê, tespîtên me yên îro derbarê mijarekê

de ji bo sibê ne derbasdar e. Ji bo îro dibe ku rast be, lê ji bo sibê dibe ku ne rast be. Ji ber wê sibê wê

çi bi xwe re bîne nediyar e. Çiqas zanebûn, tişên nû, îro dema ku em li ser tiştekî hikum dikin ka rast

e, yan jî çewt e. Li gorî daneyên heyî yên di dest me de, li gorî nêrîna ku em tê de dibînin em hikum

dikin. Mînak nêrîneke me heye, em di wir de dibînin filan tişt rast e, filan tişt şaş e. Lê sibê dibe ku

asoya me ya nerînê firehtir bibe. Lewra tiştê îro em nabînin dibe ku sibê em bibînin. Ev dibe sedema

ku em di hinek xalan de israr nekin. Bi taybetî jî tiştên bi zanistê ve girêdayî divê em li ser israr nekin.

Em van ji tevgera demê re bihêlin. Lewra divê îdeolojî bi tevgera demê ve girêdayî be. Ji derveyî

tevgera demê nemîne.

Mînak bala xwe bidin îdeolojiya dînê misilmantiyê yê beriya 1400 salî, 2000 sal berê jî Xiristiyantî,

3000 sal berê Yahûdîtî, ji aliyê hin kesan ve tê xwestin di roja me ya îro de bê pêkanîn. Îdeolojiyek bi

ruhê demê re nemeşe, ew îdeolojî bi rastiya civakê re jî berevajî ye. Herwiha krîzên cidî bi xwe re tîne.

Civaka ku mezin dibe, ew her demê dixwaze bi pîvanan wê civakê heps bike. Ev nêzikbûneke

dogmatîk e.

Di mîtolojiyê de jî gelek tiştên ku wiha tên gotin hene. Yekî zalim hebûye, textekî wî bi pîvan

bûye. Ew pîvana textê wî standart bûye. Însan girtine û li gorî textê xwe pîvane. Dema ew mirov dirêj

bûya, li gorî textê wî ew mirovên dirêj jê dikir. Eger kurt bibûya ew dikişand. Lê qet textê xwe di ber

çavan re derbas nedikir. Weke çawa em bêjin nimra lingê wî çil nimre be, yan jî çil û pênc be,

pêlaveke çil nimre bistîne. Lê nabêje ez ê pêlaveke çil û pênc nimre bistînim ji bo lingê xwe. Lê

dibêje, ez ê lingê xwe jê bikim da ku pêlava çil nimre li lingê min bê.

Lewma dogmatîzm tevgera demê di ber çavan re derbas nake. Ji bo vê agahiyên xwe, teşedana xwe

ya zîhnî li ser esasên guhertinên ku di demê de çêdibin nagire dest. Bi rengekî çors, jiberkirî li ser

esasê veguhestinê her tiştê xwe çêdike. Ji nifşekî heta nifşê bi veguhestinê, lêpirsîn, rexne, di ber

18