23.01.2015 Views

rustem-cudi-ideoloji

rustem-cudi-ideoloji

rustem-cudi-ideoloji

SHOW MORE
SHOW LESS
• No tags were found...

You also want an ePaper? Increase the reach of your titles

YUMPU automatically turns print PDFs into web optimized ePapers that Google loves.

Wê demê îdeolojî çi ye Hinek formulasyonan mirov dikare pêş bixe. Di esas de îdeolojî hezkirin

e, xurtkirina nerazîbûna gel e, bi gelemperî ya civakê ye. Li beramberî hemû tiştên ne rast, rakirina

civakê ye. Lewma divê beriya her tiştî em wiha îdeolojiyê fêm bikin û baş derbixînin zanebûnê. Lê ev

jî heye, dibe ku yek derkeve û wiha bêje: “Têkiliya îdeolojiyê bi xwendin û pirtûkan re nîne” Têkiliya

wê pê re heye û pir jî heye, bi kûranî pê re heye. Ya divê em bizanin çi ye Gelo ev têkilî ji bo çi ye,

çawa pê re heye Ev pirseke girîng e, lewra pêwîst e mirov wê baş fêm bike.

Di serî de zanistiya ku nakeve xizmeta çareserkirina pirsgirêkên gel, ne îdeolojîk e. Ew ne îdeolojî

ye, ew dûvik e. Tu dibî dûvika/ê hinekên din.

Mînak di roja me ya îro de TV‟ya me heye. Lê dema naveroka weşana wê ji ya sîstemê cudatir

nebe, ew weşan xizmeta gelê me nake. Rast e îdeolojîk e, lê ya serdestan e. Ne îdeolojiya aydê civakê

ye. Ji ber ku guhertinê çênake, însanan nade fikirandin. Li ser êş û elemên wan, wan nake lêhûrbûnê.

Li şûna bala mirovan bide ser van tiştan, wan ber bi milekî din ve dibe.

Bala xwe bidinê, Papayê Jean Poul ê duyemîn ê ku mir, hemû cîhana Katolîk, ji aliyê wî ve, ji aliyê

ruhî ve dihat birêvebirin. Ew Papa dijminê komunîzmê bû. Weke çawa Fetulahî di roja îroyîn de dikin,

li dijî komunîzmê di nava misilmanan de kemera kesk pêş xistin. Di aliyê Xiristaniyê de jî Papa û

Katolîkan li dijî komunîzmê wiha pêş xistin. Çi dikirin Navendeke pembe, mexmelî, bi awayekî sanal

formule peyda dikirin, bi vî rengî eleqeya însanan a ji rastiyê re dûr dixistin.

Mînak Emerîkaya Latîn; birçîbûn, cinayet, fihûş, xerabî û bindestî, her tişt tê de hebû, Papa diçû

wir û bajar bi bajar digeriya. Diçû Şîlî, Arjantîn, Brezîlya û Kostarîkayê, li van welatan hemûyan

digeriya. Dema digeriya ji gel re çi digot: “Em hemû birayên hev in, em dewlemend bin, yan jî feqîr

bin, em hemû birayên hev in. Ya girîng em ji dêrê (kilîse) dûr nekevin, ji ruhê pîroz dûr nekevin.

Weke din ev jiyan demokratîk e.” Her dem Papa van wezan dikir, di esas de da ku gel êşên xwe yên

bingehîn nebînin.

Carekî li welatekî Emerîkaya Latîn li Kostarîkayê papazekî ji Papa re wiha dibêje: “Tiştê tu dibêjî

baş e, lê li vir nan nîne ku miletê me bixwe.” Piştî demeke kin ew papaz hate kuştin. Ji ber çi papaz

hate kuştin Ji ber ku ew ji tiştê razber (soyut) dûr bû, dixwest Papa bikişîne rastiyê, ji ber ku milet

birçî bû. Lê ew naxwaze ber bi rastiyê ve biçe. Ji ber ku dema te mirov ber bi rastiyê ve kişand, wê

demê nerazîbûna Papa jî pêş dikeve, têkoşîn mezin dibe. Wê demê bi mezinbûna têkoşînê re sîstema

desthilatdar dikeve aloziyê û Papa vê naxwaze.

Lewra divê îdeolojî çawa be Divê nakokiyan eşkere bike, derxîne holê û bide jiyîn û li ber çavên

mirovan raxe. Mirovê nabîne, pê nahese divê pê bide dîtin da ku nerazîbûna wan çêbibe. Îdeolojî ev e,

ne weke demogojiyê ye.

Îdeolojî ne peydakirina rojeveke sunî ye, yan jî însan bi êşên xwe nehese. Îdeolojî şênber e, wer

formuleke ji bo jiberkirinê nîne. Rastiya jiyanê bi rengekî di asta herî jor de temsîl dike, îdealîze dike û

digihîne mirovên cur bi cur. Li ser wî esasî bi zimanekî guncaw, nerazîbûna însanan li hemberî

bêmafiyê pêş dixîne. Li hemberî bêmafiyê nerazîbûna însanan çêdike.

Lewra beriya her tiştê girîng, şertê yekemîn ew e ku em naskirina xwe ji îdoelojiyê re biguherin.

Yanî wiha îdeolojî tiştekî bi zimandirêjiyê re hemwate nîne. Îdeolojî tam berovajiyê vê ye. Îdeolojî

bilindkirina asta nerazîbûna însan li hemberî bêmafî, desthilatdarî, asîmîlasyon û înkarkirinê ye.

Lêgera li heq, edalet, zanist û azadiyê ye. Divê ev beriya her tiştî bê fêmkirin.

Îdeolojî Xebateke Her Demî ye

Îdeolojî mijareke wisa demkurt nîne. Bi taybet jî têkoşîna îdeolojîk li her derê divê bê navber bê

meşandin. Tu carê navber nekevê. Dema ku navber bikeviyê, pirsgirêk derdikevin. Pirsgirêkên

derdikevin çi ne Em bala xwe bidinê îro dijminê me çi herêmî dibe, çi jî cîhanî dibe, dijminê gelan

hêzên di cîhanê de serdest, bê navber gelan di bin bombebaraneke fikrê de dihêlin. Armanca wan ji vê

bombebaranê ev e ku bikaribin şêwazê jiyana xwe, ya ku ew dixwazin li her derê serwer bikin e.

Herwiha da ku karibin serweriya xwe hîn zêdetir qayîm bikin. Lewra dema ku tu têkoşîna îdeolojîk

îhmal bikî, wê demê tu fersendê didî dijmin da ku mewziyê bi dest bixe. Di civak, welat û rêxistina te

de dijmin karibe mewziyê qezenc bike.

Îdeolojî, bi taybet di têkoşînê de, ji bo peydakirina şêwazên çareseriyê xwedî roleke esasî ye. Heke

em îro bi azadiyê bawer bin, ji bo azadiyê têdikoşin, gelo sedema vê çi ye Sedem ew e ku me ji doza

xwe bawer kiriye. Em êdî dizanin dagirkerî mêtingerî, kedxwarî, desthilatdarî tiştekî çewt e, me bi vê

bawer kiriye. Dibe ku ev çewtî bê mehkûmkirin û alternatîfên wê derkevin. Li şûna wê sîstema azadî,

wekhevî, edalet û demokrasî serwer bibe. Têkiliyên di navbera gelan de, yên di navbera însanan de

16

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!