23.01.2015 Views

rustem-cudi-ideoloji

rustem-cudi-ideoloji

rustem-cudi-ideoloji

SHOW MORE
SHOW LESS
• No tags were found...

You also want an ePaper? Increase the reach of your titles

YUMPU automatically turns print PDFs into web optimized ePapers that Google loves.

Em bala xwe bidinê, serdest dema ku dinêrin bi reng û şêwazê berê nikarin li civakê hikm bikin,

xwe diguherin. Lîberalîzmê pêş dixin, rengereng şêwazan tînin û pê guhertinan çêdikin. Çîna serdest

her dem wiha dike.

Li vir gelek caran çîna bindest nikare xwe nû bike. Ji ber vê sedemê têkoşîna wan çi dibe, têkoşîna

wan dişikê. Lewaz dimîne û li dijî serdestan nikare serkeftinê bi cih bînin. Ji bo vê divê îdeolojî wer ji

dogmatîzmê heta dawiyê xwe dûr bixîne. Qaliban, jiberkirinê, veguhezandinê pêk neyne. Ji bo xwe

lêpirsîn, rexne, hînbûn û nûbûnê esas bigire.

Yanî îdeolojî divê şênber be, tiştê ku got divê tiştên şênber îfade bike. Ne wek Sovyetê, bi zimanekî

wiha neyê fêmkirin. Di îdeolojiyê de zimanê zelal û tiştên şênber gotin mijareke gelek girîng e.

Îdeolojî Bê Wijdan Û Zanyarî Nabe

Xala din a ku di îdeolojiyê de esas bê girtin çi ye Gelekî girîng e ku mirov li ser milê îdeolojiyê yê

wijdanî û zanyariyê bisekine. Yanî îdeolojî divê du tiştên esasî bigire nav xwe. Wijdanê mirovan

dewlemend bike û aqilê wan hişyar bike. Dema îdeolojî van karan neke, ew îdeolojî wê demê baş

nameşe. Eger xebat û têkoşîna îdeolojîk di welatekî de nebe sersebeba yekem a dewlemendkirina

wijdanê mirovan, firekirina aqilê mirovan jî nabe. Wê demê xebatên tên meşandin, xebatên lewaz in.

Tu çiqasî pirtûk bixwazî biweşînî jî biweşîne, bila ragihandin jî bên kirin, rojname, form, çiqas

propaganda, ajîtasyon hebin bila hebin, eger neket xizmeta van tiştê me gotî, wê çaxê tê wê maneyê ku

xebat lewaz e.

Di Îdeolojiyê De Rola Aqil Û Wijdan Çi Ye

Ev xal divê esas bên girtin. Niha mijara wijdan û aqil çi ye Beriya her tiştî aqil çêkereke qayîşokî

û nerm e. Bawer dike, tê guhertin, ji nerînan re vekirî ye. Lê belê di roja me ya îro de nerîn bi şêwazên

cuda cuda derdikevin pêşberî mirov. Mînak, ragihandin ewqasî pêşketiye ku her însanek her roj

mehkûm e ku gelek agahiyan bigire. Di vir de gelek agahî berjewendiyên te beralî dikin. Hemû jî aqilê

însanan hedef dikin. Di cîhanê de hêza ragihandinê ya mezintirîn ya ku aqil hedef dike ye. Niha divê

ev aqil bê parastin. Aqilê mirovan divê li hemberî beralîkirinên emperyalîzm û desthilatdariyê bê

parastin. Dixwazin li ser mêjiyê însan serwer bibin û wan li gorî berjewendiyên xwe beralî bikin. Bi vî

rengî mirovan bikin nav tevgerê, pêwîst e li hemberî van êrîşan mêjiyê însan bê parastin!

Bi çi awayî wê bê parastin Bi dîwaran nayê parastin, Sovyetê dîwar çêkirin, lê nekarî mêjiyê

însanan biparêze. Wê demê bi dîwaran nayê parastin. Bi zorê û îşkencê jî nayê parastin. Mînak,

demekî li Çînê gotin em şoreşa çandê çêdikin û wiha gotin: “Yên stranên popê guhdar dikin em ê wan

bikin girtîgehê.” Xistin girtîgehê jî. Gotin ên cilekî nizanim çawa li xwe bikin em ê bikin hepsê. Lê

gelo encam girtin Na qet jî encam negirtin. Wê demê aqil bi van têgihîştinên çors nayê parastin.

Aqil bi çi tê parastin; bi peydakirina agahiyên rast tê parastin. Yanî li hemberî êrîşên çewt,

dejenere, jirêderketinê, beralîkirinê yên berjewendiyên emperyalîzmê, dagirkeran û desthilatdaran tên

meşandin, divê tu aqilê civak û neteweya xwe bi agahiyên nû yên rast tije bikî. Aqilê wê civakê bi

agahiyên nû dagirî, bi awayekî tendurûstî tu tije bikî. Çewtitiya wî fikrê xerab tu nîşanî wan bidî. Ew

tiştên xerab çiqas li dijî civaka te ye, divê tu wan baş eşkere bikî.

Îdeolojî peydakirina modela jiyanê ya nû ye. Bi zîhniyeteke vekirî, ne bi redkirinên çors tevbigerî;

redkirina çors bi ser nakeve. Sovyet û Çînê red kir, lê mixabin bi ser neketin.

Îro jî eger em ji mirovan re bêjin heval vê muzîka xerab guhdar neke, wê bêje: Temam ez guhdar

nakim. Lê wê biçe û guhdar bike. Li gel radyo heye, wê guhdar bike. Wê demê bi vî rengî çênabe. Ya

girîng peydakirina alternatîfê ye. Dema ku tu fikrekî ji însan re bidî diyarkirin û baweriya wan pê bê û

rastiya xwe tê de bibînin, xeleka xwe ya wendayî tê de bibînin, wê çaxê tu bi ser dikevî.

Ew jî divê tu di veguhestinê de ji xwe bawer bî. Tu zane bî, tu ji aliyê zanistî ve têr bî. Mînak li

gelek cihan hevalên me propaganda dikin, lê bi xwe ji axaftinên xwe ne bawer in. Ji bo vê propaganda

wan ji mirovan re bawerker nayê. Ji ber vê yekê însan qebûl jî nakin. Yan jî dixwazin tiştên nû ji însan

re bêjin, lê nizane, xwe perwerde nekiriye, xwe amade nekiriye. Ji bo vê di veguheztinê de lewazî

derdikevin. Bi xumam e, nepenî ye û mirov tiştekî jê fêm nakin, nizanin ka çi ji wan re dibêje. Ji bo vê

pêwîst e îdeolojî amûrên xwe yên karibe xwe bigihîne mêjiyê mirovan peyda bike. Ev di rexê mêjî de

ye.

Milekî girîngtir heye ku ew jî milê wijdan e. Divê wijdan dewlemend bibe. Xebata me ya îdeolojîk

pêwîst e bikeve xizmeta dewlemendkirina wijdan. Dewlemendkirina wijdan çi ye Dewlemendkirina

wijdan bilindkirina asta hesasiyeta li hemberî nirxan e. Bilindkirina asta hesasiyetê, şiyariyê li

20

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!