23.01.2015 Views

rustem-cudi-ideoloji

rustem-cudi-ideoloji

rustem-cudi-ideoloji

SHOW MORE
SHOW LESS
• No tags were found...

You also want an ePaper? Increase the reach of your titles

YUMPU automatically turns print PDFs into web optimized ePapers that Google loves.

Bê wê mirovheziyê însan dikeve nîqaşê. Hîna zêdetir bi awayekî şênber weke Kurd di mijara

ekolojiyê de erkên me yên cidî hene. Destwerdana li ser erdnîgariya Kurdistanê tê kirin, rê li pêşiya

trajediyên mezin vedikin. Mînak, bendav tên çêkirin. Bendav ji bo çi tên çêkirin Biryara Kurdan di

çêkirina bendavê de tune ye, dewlet çêdike.

Bendav sektorek e, lê av amûrê jiyanê yê sereke ye. Avê dixin bin kontrola dewletê. Dikin bin

serweriya dewletê. Ev ava ku milkê her kesî ye, her kes jê feydê dibîne, dikeve bin kontrola dewletê,

wê demê dewlet yên dixwaze dide wan, yên naxwaze nade wan. Mînak li Bîrecîkê, Bendava Ataturk

çêkirin. Bi navê Projeya GAP‟ê. Wê bandoreke mezin li ekolojiyê kir. Ji ber çi, ji ber ku ev ahengeke

xwezayî ye: av dema diherike, li gorî xwe têra xwe diherike. Damarên avê hene û ambarên avê yên bin

erdê jî tijî dike. Her sal av bi xwe wan ambaran tijî dike. Lewra mirov li her derê dikare feydê ji wê

avê bibîne. Lê dema bendav datînî pêşberî wê, tu wan damaran qut dikî. Herwiha gelek cih dibin çol.

Mînak, çoltareke weke ya Heranê, ku berê dikarî ew qas însan xwedî bike. Bi pembûyê xwe, bi zadê

xwe û her tiştê xwe ve. Lê mixabin îro dibe çol.

Gel ji wir bar dikin. Dewlet hem damarê ava xwezayî qut kiriye û hem jî qenala ku çêkiriye jê avê

nade wî gelî. Ji ber ku Kurdayetî û welatparêzî li wir heye. Ji ber vê dide derên ji wan dûrtir, lê nade

wan. Ji ber çalakiyên wan yê siyasî wan ceza dike. Bio-îqtîdar, bi birçîkirinê anîna rêzê ev e.

Ji milekî din ve jî dîroka vî welatî di bin avê de dihêle. Tiştên têkûz ên dîrokê, peyker… di bin avê

de dihêle. Mebesta dewletê ji vê jî hesabên wê yên stratejîk in. Çiqasî golên mezin çêbike, ewqasî

têkiliya di navbera eyaletan, di navbera erdnîgariyan de qut bûnê pêk tîne. Bi vî rengî tevgera gêrîla

asteng dike. Dixwaze di rêka van bendavan re rêka van av û golan re çi bike Dixwaze bi vî derfetê

mafê jiyanê ji destê Kurdan derbixîne.

Lewra têkoşîna ekolojîk li gel me mijareke sereke ye. Bi şiyariyeke mezin divê em nêzik bibin. Ji

ber ku dijmin dixwaze Kurdistanê û erdnîgariya Kurdistanê bi temamî di çarçoveya berjewendiyên

xwe de birêxistin bike. Gel çi dixwaze na, lê ew çi dixwaze wê dike. Mînak gelê Dêrsimê nexwest

bendav li ser Çemê Mûnzûrê çêbibe, herwiha naxwazin li ser Çemê Dîcle û Firatê jî bendav çêbibin.

Lê dewletê çêkir Bi vî rengî hem Kurdistanê xerab dike, Kurdistan weke erdnîgariyeke ku gelê wê li

ser bijî na, lê tenê ji bo dewlet jê feydê bibîne van bendavan çê dike.

Ev asta herî bilind a dagirkeriyê ye, li beramberî vê rewşê bêdeng mayîn, tewîz dayîna dijmin e. Ji

bo vê qada ekolojîk weke qadeke luks yanî vala ye, wer hewce nîne, bê hizirandin şaş e. Tam

berovajiyê vê, qadeke divê mirov zêde baldariyê bidiyê û zêde jî li ser bisekine.

Di vê çarçoveyê de bi rêka ekolojî, demokrasî û azadiya cinsan mirov dikare nasnameya îdeolojîk a

tevgera PKK‟ê nîşan bide. Ferq û cudatiya di navbera dewlet û rêxistinên din de ev mijar diyar dikin.

Baş e, wê bi çi awayî bigihînin gel Me gotibû metod, metodê xebata îdeolojîk çi ne Li gel me sê

metodên sereke hene ew çi ne

Yek zanistî, lêgerîn, lêkolîn, xuliqkarî, di aliyê zanyariyê de, di aliyê peydakirina perspektîfên

xebatê de ye. Duyemîn, metodên ragihandinê, ragihandin. Sêyemîn metodê çand û hunerê ye. Lewra

em ê ji ya yekê dest pê bikin:

7- AVAKIRINA CIVAKA EXLAQÎ Û POLÎTÎK

Avakirina civaka exlaqî û polîtîk, di pratîkeke birêxistinî û zanistî re derbas dibe. Bi bîr û baweriyê

pêk tê. Zanistîbûn çi ye Zanistîbûn akademî ne, lêkolîn in û şîrovekirin in. Di van aliyan de,

Rêbertiya me di aliyê fikir de, di asta volqanekê de pêşketin çêkir. Bi taybetî ev deh, yanzdeh salên

dawiyê, parêznameyên Rêbertiyê di asta hilhatineke nû de ne. Ev rêze parêzname heta asta dawî

şîrovekirineke kûr ji civakê re ye, danîna rêkên çareseriyê ye. Li ser van parêznameyan gelek tişt

dikarin bên şîrovekirin. Lewra Rêbertiyê li ser zanistperestî, miliyetparêzî, dîngerî, Îslama siyasî,

dîroka Kurdistanê û pirsgirêkên Rojhilata Navîn gelek nirxandin û proje pêş xistin. Li ser van

hemûyan beş bi beş mirov dikare hem metodên perwerdê peyda bike, hem jî ji gel re bike nirxên

jêneger.

Di nav pratîka têkoşîna me de gelek kesayetên ku karibin rêveberiya xebatê bikin her demê hebûne.

Bê asteng kadroyên ku karibin xebatê bikin hene. Ew kadro yên em behsa wan dikin, di dibistanên

dijmin de mezin nabin, di heman demê de di saziya malbatê de jî mezin nabin. Ew kadro ancax di

zemînê akademiyan de perwerdeyeke bi bîr û baweriya girêdayî zanistê de mezin dibin. Di van aliyan

de qadeke me ya îdeolojîk heye. Ev qada îdeolojîk çi ye û çi di nav de ye

68

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!