23.01.2015 Views

rustem-cudi-ideoloji

rustem-cudi-ideoloji

rustem-cudi-ideoloji

SHOW MORE
SHOW LESS
• No tags were found...

Create successful ePaper yourself

Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.

dikare pîvanên exlaqî bigire dest. Lê ew xalên din ne exlaqî ne. Lewra divê mirov li hemberî wê

bêdeng nemîne.

Taybetmendiyên weke bindestî, serdestî yanî hiyerarşî û kedxwarî qerekterê mirovan nîne, ev

jirêderketin û xerabiyek e. Tu carî mirov pê razî jî nebûne. Yanî jirêderketinek çêbûye, teqez divê

mirov bi van teybetmendiyan nejî. Ji ber tu demî nehatine qebûlkirin. Li ser vî esasî jirêderketin timî

mehkûmê sererastkirinê ye. Tiştên ji rê derketibin neçarî sererastkirinê ne û nabe ku mirov pê re bijî.

Wê çaxê mehkûmê hilweşandinê û ketinê ye. Di vir de, di esas de tevgera şoreşgerî ya ku serî hildide,

têkoşînê dike mehkûmê binekftinê ye Tu demî têkoşînên şoreşgerî neçarî binkeftinê nînin. Lê yên

bêmafiyê dikin, ji rê derketinekê dijîn, wisa derveyî qerekterê însanî dijîn, ew mehkûmê binkeftinê ne.

Gelek mijarên din jî hene, mesela dîrokek heye, divê ew bê jiyîn, gelek heye divê bi nasnameya

xwe, xwe îfade bike hwd. Gelek babetên din jî hene ku pêwîst e mirov li beramberî wê berpirsiyariyê

bijî. Heke ev tespît bûn û şûnde, em bala xwe bidinê qerekterê rejîmê tê nirxandin. Neyînîbûnên heyî

hemû tên nirxandin. Ev hemû jî ji bo ku tiştên rast li şûna yên xelet bên rûniştin in. Di serî de di

mêjiyê mirovan de tên çareserkirin. Di mêjî û îradê de tên çareserkirin. Wê demê mêjiyê ku bi

mêtîngeriyê re, bi dagirkeriyê re, bi bindestiyê re bijî, êdî tune ye! Mêjiyek wisa çêdibe ku êdî bi

dagirkeriyê re najî, nikare bijî. Wê demê divê dagirkerî hilweşe, bi çi hilweşe Dema biryar û hedefên

te bilind bin, hedefên te tund û radîkal bin, tu yê wê çaxê di peydakirina şêwazên têkoşînê yên serkeftî

de tu carî bêçare nemînî. Heger tu bi hedefên giranbiha kilît bûbî, wê çaxê di peydakirina rêbaz û

şêwazê serkeftî de tu neçar namînî û tu yê wan jî peyda bikî.

Lewra PKK tenê bi nirxandina rejîma dagirker û rewşa gel, gihandina tespîtên rast ji bo

çareserkirina pirsgirêkê bes nema. Ji wê bêtir PKK‟ê çi kir Da ku ev fikrê hanê firsenda jiyanê bibîne,

bi şêwazên serkeftî yên têkoşînê temam kir. Ji ber vê her tiştê PKK‟ê balkêş bû. Fikrê wê, behskirina

wê ji bindestiya Kurdistanê re, şêwazê wê yê têkoşînê jî balkêş bû. Şêwazê tevgerê, jiyanê, fedakarî,

qehremanî, çûna bi ser hedefê ve, rûxandina dîwarê tirsê, ev hemû jî li Kurdistanê tiştên nû bûn, nûjen

bûn. Ev hilhatin li ser xaka Kurdistanê pêş ket.

Lewra wê demê PKK‟ê dizanibû ku bi dubarekirina şêwazê têkoşînê yê derbasbûyî, wê tu carî

çareserî çênebe, tevgerê ev baş dizanî. PKK‟ê ev jî dizanî ku bi kopyakirina şêwazê têkoşînê yên li

cihên din çêbûne, bi wê jî nikare çareseriyê pêk bîne. Bêguman ders ji dîrokê tên girtin, ji têkoşîna

gelên bindest gelek tecrûbe û dersan mirov digire. PKK‟ê jî ji van tevgeran qasî pêwîst bû girt. Lê

PKK‟ê ev jî zanîbû; rastiya Kurdistanê, rastiyeke serbixwe ye! Rastiyek û heqîqeteke Kurd heye.

Heqîqet jî şert û mercên wê cuda ne. Ev heqîqet di çarçoveya şertên xwe de, yên madî yên ku pêwîst e

di çarçoveya wê de xwe îfade bike. Dema xwe îfade dike divê ji hinek tiştan dûr bikeve Tevgereke

Kurd heye, li her derê Kurdistanê jî têkoşîn kiriye, lê mixabin bi ser nektiye. Divê tevgera PKK‟ê

teqlîda wê tevgera Kurd an jî yên din neke. Yanî xwe jê dûr bixe. Ji ber ku teqlîd bike wê ew jî heman

çarenûsa binkeftinê bijî. Lewra divê xwe jê cuda bike û taybetmendiyên cudatiyê bijî.

PKK divê li gorî tevgera Çepê Tirk kar kirî kar neke. Ji ber çi Ji ber ku nexweşiyeke wê tevgerê

ya kronîk heye, ew jî hin caran germ dibe û paşê hildiweşe. Her deh salan gavek davêt, dema dewlet bi

ser de diçû, vê carê jî nedikarî zêde li ber xwe bide, yan jî têkoşîneke mayînde bide meşandin. Li ser vî

bingehî hilweşiya.

PKK‟ê wê ev çarenûs parve nekiriba. Ji bo xwe ji vê xelas bike divê PKK li tiştên nû bigere. Lewra

di destpêkê de PKK‟ê baweriya serkeftinê bi xwe re da rûniştin. Çima wiha kir Ji ber ku ew xalên

lewaz ên bûne sedemê hilweşandin û binkeftina tevgerên Kurd û çep di herêmê de, PKK‟ê ew xal baş

derxistin zanebûnê. Ji bo wan xalan dubare neke û nekeve nav wan kêmûkurtiyan, tevdîr girt. Lewra

têkoşîna îdeolojîk û zelalkirina xetê, milîtanê xetê ev bi xwe ne. Tevdîr ew e ku tu nehêlî ev lewazî peş

bikevin. Li beramberî wan tevdîran deynî.

Sermayeya Navnetewî Di Rojhilata Navîn De Ji Xwe Re Hevkaran Çêdike

Di vê çarçoveyê de naskirina PKK‟ê û fêmkirina wê pir girîng e. Ger bala we kişandibe dema dawî

hinek guhertin çêbûn. Ev guhertin çi ne Nakokiyên emperyalîzm, Emerîka welatên Yekîtiya Ewrûpa

yanî bi gelemperî sermayeya navnetewî û hêzên herêmê çêbûn. Bi miliyetparêziyê re, dîngeriya

Ereban re çêbû. Bi Îranê re jî ev nakokî heye. Ew nakokî bi hêzên herêmê yên statûkoparêz re çêbû.

Berê ew û hêzên herêmî dostên hev bûn, di bîst salên dawiyê de hêdî hêdî ew nakokî gur bûn. Li şûna

dostaniyê, nakokî pêş ket.

Da ku sermaya navnetewî hêzên statûkoparêz di herêmê de lewaz bike, pêdivî bi hêzeke ku wê

destek bike dît. Yek ji wan hêzên ku sermayeya navnetewî destek bike tevgera miliyetparêz a Kurd bû.

46

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!