23.01.2015 Views

rustem-cudi-ideoloji

rustem-cudi-ideoloji

rustem-cudi-ideoloji

SHOW MORE
SHOW LESS
• No tags were found...

You also want an ePaper? Increase the reach of your titles

YUMPU automatically turns print PDFs into web optimized ePapers that Google loves.

welatê xwe hatime vir.” Welatê wî li serê cîhanê ye, ew qas dûr e, lê dîsa jî dibêje “ez ji bo welatê xwe

hatime vir”.

Yanî berjewendiyên bên parastin tenê yên welatê serdest in, ne yê welatên bindest in. Mafê gelên

bindest nîne ku xwe li hemberî vê dagirkeriyê biparêze jî. Ev miliyetperestî ye, rast e weke berê behsa

miliyetperestinê nakin, lê miliyetperestiya niha dikin ji ya berê xerabtir e. Ya berê vekirî bû, eşkere bû,

lê îro bi navê demokrasî û azadiyê dikin. Ev dihêle ku mirov zêde ne di zanebûna wê de be û li ber çav

diyar nake.

Ev miliyetperestî teybetmendiyeke kapîtalîzmê ye. Lê miliyetperestî ne gengaz e bibe

taybetmendiya tevgerên civakê. Miliyetperestî ne gengaz e bibe taybetmendiya kesên kedkar û çîna

jêrîn. Miliyetperestî di esas de tune ye, têgihiştineke ji aliyê kapîtalîzmê ve hatiye çêkirin e. Ji bo

desthilatdariya xwe pê mayînde bikin, şerên talanê li dijî gelên din bidin meşandin pêş xistine, hemû

armancê kapîtalîzmê ji bo vê dagirkirinê ye. Lewma timî desthilatdarî vê têgihîştinê pêş dixe, vê di

piratîkê de pêk tîne.

Nimuneyên vê yekê jî gelekî zêde ne. Di roja îroyîn de tu diçî bajarekî weke bajarê Kerkukê mirov

dibîne ku hemû gelên wir ên Ereb, Kurd û Tirkmen bi hev re dijîn. Zêde pirsgirêkên wan bi hev re

tune ye. Beriya vê bi demdirêjî bi hev re tevgeriyane û jiyane. Lê dema mirov li radyo yan jî TV‟yê

guhdar dike, mirov dibêje qey Kerkuk pêtek ji barûdê ye. Wisa ji mirov re tê ku ha teqiya, ha wê

biteqe! Hêzên ku vê nakokiyê gur dikin gelo kî ne Di serî de desthilatdariya Emerîka û Tirk vê bi vî

rengî bi kar tînin. Lewra em têdigihîjin ku di wir de tavilê dixwazin şerekî pêk bînin, li ser wî esasî

reforman çêdikin.

Di encama guhdarkirina van danezan û formulasyonan de, di bin hişê her însanekî Kurd de

beramberî yê Tirkmenan çi pêş dikeve, yan jî însanekî Ereb li hemberî yê din çi difikire Bi vî awayî

dijminayetiyek çêbibe. Ew bajar wiha ji bo teqandinê amade dibe, kengê hêzên desthilatdar, dijmin

bixwaze wê wî bajarî biteqîne. Bi van propagandayan her tiştî li gorî berjewendiyên xwe amade dikin.

Ji bo vê miliyetperestî ne taybetmendiya bindestan e. Tu bihaneya pêşketina miliyetperestiyê di

nava gelan de tune ye. Weke tevger tu têkiliya me bi vê têgihîştinê re ji binî ve tune ye. Miliyetperestî

cuda ye, niştimanperwerî, welatparêzî û têkoşîna ji bo welatparêziyê cuda ye. Miliyetperestî kûrkirina

nakokiya di navbera gelan de ye, ev nakokî hemû jî ji bo berjewendiyê çîna serdest e.

Pêwîst e, em baş bizanin ku têkoşîna ji bo azadiya welat têkoşîneke rewa ye. Felsefeya wê ya

bingehîn xelasbûna ji qeydên dagirkeriyê ye. Mirov dikare bêje ew têkoşîn heta asta dawiyê rewa ye.

Miliyetperestî heta dawiyê ne rewa ye. Lewra jî miliyetperestî taybetmendiyeke çîna birjuwaziyê ye,

yek jî taybetmendiyeke kapîtalîzmê ya esasîn e.

Kapîtalîzm Bazara Serbest Esas Digire

Kapîtalîzm di bin navê pêşbaziyê de, afirîneriyê de bazara serbest esas digire. Ev bazara serbest jî

qadeke ji qadên herî zêde talan tê de tê kirin, yanî qadeke talanê ye. Ji bo vê mirov lê temaşe dike di

nava civakê de gelek kes dewlemend dibin. Gelek kes jî feqîr dibin û kesên dewlemend dibin di rêkeke

rewa de dewlemend nabin. Li ser esasê talanê, xesbê dewlemend dibin. Dewlet wan diparêze, ya rastî

dewlet hêza wan temsîl dike û berjewendiyên wan diparêze.

Li şûna ku ev dewlet ji bo gel sîstemekî alîkariya civakê yên tendirustî, xwendin hwd pêş bixe,

mirov dibîne ku vê pêş naxe. Van tiştên ku dike jî di bin navê azadiyê de dike. Di bin navê têgihîştina

însan ji bo xwe serbest be, kî çi karî qezenc bike, ew mafê wan yê rewa ye. Dema ev têgihîştin pêş ket,

hemû rêkên exlaqî ji holê radibin, qezenc dibe esasê her tiştî. Lewma nêzikbûnên weke derew,

kedxwarî, zimandirêjî, jixwerazî pêş dikevin. Sîstema kapîtalê di vir de însanan li gorî çarçoveya

berjewendiyên xwe dike nav tevgerê.

Derewan weke rastiyê nîşan didin û li ser vî esasî pirsgirêkên ekonomîk her diçe pêş dikevin.

Lewra mirov lê temaşe dike hinek bê ku dilopekî tenê jî xwêdan birijînin, bi milyonan pere qezenc

dikin. Ev hemû jî li ser bingehê derew, xapandinê ne û ji exlaqê dûr dibin.

Pêwîst E Îdeolojî Ji Dogmatîzmê Dûr Be

Rast e, ev tiştên me anîn ziman hemû jî weke nasnameyên kapîtalîzmê yên îdeolojîk in. Kapîtalîzm

bi van derbasî nava civakan dibe, lê her tiştî cuda dide nîşandan. Di esas de jî xwe weke sîstemeke

mayînde nîşan dide. Bêguman pêwîst e mirov gelekî li ser van kûr bibe, lêkolînê bike. Divê mirov

rûyê wê yê rast bibîne.

38

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!