23.01.2015 Views

rustem-cudi-ideoloji

rustem-cudi-ideoloji

rustem-cudi-ideoloji

SHOW MORE
SHOW LESS
• No tags were found...

You also want an ePaper? Increase the reach of your titles

YUMPU automatically turns print PDFs into web optimized ePapers that Google loves.

kirine. Yanî dîn bû nasnameya îdeolojîk a serdema feodalîzmê. Mînak dema Misilmantî û

Xiristiyantiyê. Ev jî dema ku Ewrûpa di çaxa navîn de bû wiha nasnameya xwe rave dikirin.

Di serdema Misilmantiyê de mirov lê temaşe dike nasnameya îdeolojîk dêr e yan jî mizgeft e

(camî), yanî ji dîn e. Yanî dînê Îslam û Xiristiyantiyê bûye. Jixwe dîn ji bo çaxa feodalîzmê çênebûye.

Divê mirov vê jî baş bizane. Mînak Muhemed dema behsa Misilmantiyê kir ma got bila feodalîzm

serwer bibe! Tiştê wiha qet negotiye, serweriya feodalîzmê ne ji ber vê ye. Îsa dema behsa

Xiristiyantiyê kir, behsa dînekî nû, wekhevî û biratiyê kir. Ev tişt hemû anîn ziman. Ne ji bo ku

feodalîzm serwer bibe Xiristiyantî hilhat.

Lê belê çîna serdest di dîrokê de ji bo ku hukmên xwe berdewam bikin, berfireh bikin timî ji xwe re

li sedem û fikran digeriyan. Li çêkerekî zîhnî digerin. Lêkolîna hinek tespîtan dikirin, da ku çi bikin,

wiha lêkolîn û lêgerînên xwe dimeşandin Ev hemû ji bo egeran ji serweriya xwe re peyda bikin,

dikirin. Bihaneya serweriya serdema feodalîzmê di wê demê de dînê yekxwedayî bû. Îslamiyet û

Xiristiyantî bû. Lewra dîn kirin nasnameya xwe ya îdeolojîk.

Fermîbûna Îdeolojiya Çaxa Navîn

Kengê dîn weke îdeolojiyekî resmî hate qebûlkirin, yan jî qebûl kirin Dema ku hêzên serwer dîn

di nava tewazinekê de bi berjewendiyên xwe re çêkirin, dîn fermî qebûl dikin. Îslamiyetê li gorî

berjewendiyên xwe eyar dikin û herwiha Xiristiyantiyê jî li gorî berjewendiyên xwe eyar dikin. Ne ku

dîn weke çawa heye, lê li gorî berjewendiyên xwe dîn qebûl kirin. Ji ber ku Îslamiyet û Xiristiyantî jî,

gelek nirxên baş di nav de hene.

Berî her tiştî li dijî xerabiyê, paşverûtiyê bang in. Mantiqekî nû ye, zîhniyeteke nû esas digirin. Li

gorî wê meseleyan şîrove dikin û ev jî li gorî wê çaxê ji mirovan re tiştekî nû û baş e. Ya rastî

lêgerîneke heqîqetê ye, di heman demê de ligerîneke azadiyê ye. Beramberî krîzan û xerabiyê di nav

civakan de derdikeve. Bangawazî û helwesteke nû ye, lewra tiştekî baş û nû ye.

Lê belê feodalîzm wek dewlet û desthilatî, dema ku Xiristiyantî yan jî Misilmantiyê dike

nasnameya xwe ya îdeolojîk, berî her tiştî Xiristiyantî û Misilmantiyê jî, ji cewherê wan ê wekheviyê,

li dijî sîstmbûnê û însanî serad dike. Teşeyekî nû didiyê, li gorî berjewendiyên xwe teşeyekî didiyê,

dejenere dike. Di moxila berjewendiyên xwe re derbas dike.

Mînak Xiristiyantî û Misilmantî jî weke di roja me ya îroyîn de nebûn. Lê Xiristiyantî çawa bû

Xiristiyantî di dema Îsa û hawariyên wî de dest pê dike. Wan ev doz belav dikirin. Behsa xwedayekî

dikirin, wekhevî, edalet û biratiyê dikirin. Behsa van tiştan hemûyan dikirin.

Ya rastî jî di gelek aliyan de ev tiştên nû bûn. Bi taybetî jî ji bo însanên kole, bindest, jin, çîna feqîr.

Ev hemû li vî dînî xwedî derdikevin. Yanî qebûl dikin. Lê belê îqtîdar li dijî wî dînî ye. Îqtîdara siyasî

li dijî wê ye. Bi taybetî jî wê demê çaxa serdema Împaratoriya Romayê bû. Roma li gelek cihî hikm

dikir. Li Afrîka, Asya û Ewrûpayê hikm dikir. Navenda wê împaratoriyê Roma bû, Îtalyaya niha bû.

Weke împaratoriyeke mezin a cîhanî li gelek cihan hikm dikir. Rast e ne tena xwe bû, weke din jî

dewlet û împaratorî hebûn, lê Roma împratoriyeke mezintirîn bû. Roma demxeya xwe li ser wê

serdemê da. Di aliyê endezyarî, leşkerî, fikir, di her aliyê de demxeya xwe li ser çaxekî sax hişt. Dem

dirêj kir, gelek qadên cîhanê kirin bin destê xwe. Bi vî rengî bi nav û deng bû.

Xiristiyantî bi rengekî rasterast em bêjin, li dijî Romayê derneket. Lê Romayê di hilhatina

Xiristiyantiyê de ziyana xwe dît. Çima ziyan dît Ji ber ku Xiristiyantiyê behsa wekheviyê dikir. Dema

behsa wekheviyê bike, wê demê çi dike Dewleta li ser esasên mijokdarî, kedxwarî û koledariyê di

aliyê fikrî de tê teşhîrkirin. Egerên wê ji dest wê tên girtin. Fikrên nû ji bo kesên bindest dibin wek

çavkaniyeke ku pê li dijî koledariyê û zilmê serî hildin.

Ev hilhatin Romayê diêşand, lewra jî li dijî Xiristiyantiyê bû xwedî helwest. Xiristiyan digirtin,

dikuştin, îşkence dikirin û hemû rengê xerabiyê bi wan dikirin. Ev hetanî sala 312‟yan wiha bû. Ger

em piştî mirina Îsa û bi demekî heta hewariyên wî xwe birêxistin kirin û fikir belav dikirin esas

bigirin, sê sed sal Xiristiyantî qedexe bû. Heta wê çaxê li Romayê Xiristiyantî qedexe bû. Dihatin

girtin, îşkence li wan dikirin. Ew dikuştin û davêtin ber heywanên dirinde. Sîstema desthilatdar kesên

Xiristiyan wiha dikirin.

Lê PZ‟ê di salên 325‟an de Romayê Xiristiyantî weke dînê xwe yê fermî qebûl kir. Împratorê

Romayê yê bi navê Constantîn, civînekê li dar dixe. Civîn bi navê Konseya Karê Dinî tê lidarxistin û

di vê civînê de Constantîn, dibe serokê konseyê. Dewlet bi vî awayî dest davêje Xiristiyantiyê. Ji

nîmetên dewletê tiştan didin rêveberên rahîban, bi vî awayî wan jî dikişînin gel xwe. Wan kom dikin

û di wir de dest pê dikin û Xiristiyantiyê di ber çav re derbas dikin. Weke dewlet Xiristiyantiyê qebûl

27

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!