rustem-cudi-ideoloji
rustem-cudi-ideoloji
rustem-cudi-ideoloji
- No tags were found...
Create successful ePaper yourself
Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.
dikin, dibêjin; “Em ê dînê Xiristaniyê bikin dînê dewletê yê fermî.” Li gorî wê zagonan jê re datînin.

Li ser vî esasî divê Xiristiyantî ji nû ve di ber çav re bê derbaskirin. Ji nû ve li ber çavan re tê derbas

kirin. Taybetmendiyên wê yên mirovhezî yên li dijî zulmê, taybetmendiyên wê yên şoreşgerî îhmal

dikin. Heta çavên xwe ji wan taybetmendiyan re digirin û li şûna wê tiştên wiha bi rastiya dewletê re

ne berovajî bin, dewletê bihêz bikin û rewa bikin esas digirin.

Gelek tişt wê demê di Xiristiyantiyê de tên rûniştin. Ji bo nimûne ew nerîna ku dibêje, Îsa xwedê

ye, yan jî kurê xwedê ye, nêzikbûna ji jinê re, herwiha nêzikbûna ji gelek tiştan re wê demê di dînê

xiristiyantiyê de tên tespîtkirin. Beriya ku dînê Xiristiyantiyê bibe dînê fermî cuda bû, lê piştî dibe

dînê fermî cudatir dibe. Beriya fermî bibe her kes bi taybet jî yên Xiristiyan li Îsa weke însanekî

dinihêrin.

Ev guhertin tê çi wateyê Dewletê Xiristiyantî qebûl kir, lê gelo ji ber çi qebûl kir Dewlet êdî

nedikarî weke berê bimeşe, nerazîbûnên li dijî dewletê zêde dibûn. Ev dewlet hem di aliyê fikrî de,

hem jî di aliyê ruhî de diviyabû xwe nû bike. Lê dev ji sîstema xwe jî bernedida. Wê sîstema desthilat

dixwest weke dewlet hebe. Lê ji bo ku hebûna xwe berdewam bike, hêzeke nû jê re pêwîst bû. Ew

hêza nû çi bû Ew hêz fikrê Xiristiyantiyê bû. Di vir de eger tam weke prensîbên Xiristiyantiya resen

qebûl bikin, wan taybetmendiyên wê yên li dijî zulmê, ji bo wekheviyê jî wê qebûl bikirina. Heke

dewletê ev tiştên Xiristiyantiyê esas bigirta wê çaxê dewlet bi xwe dê nebûna. Lewra ji bo vê çi kir

Xiristiyantî ji taybetmendiyên wê yên baş û cewherî dûr xistin, li gorî berjewendiyên dewletê teşe

danê.

Dînê Xiristiyantiyê bi vî rengî bû fikra dewletê. Dewleta feodal a li Ewrûpaya Rojava di serî de li

Roma, Bîzans, heta dewletên Ewrûpî yên din jî di Çaxa Navîn de hemû bi fikrê Xiristiyantiyê, bi dêrê

xwe dida meşandin û bi rê ve dibirin.

Misilmantî jî bi heman awayî ye. Misilmantî bi xwe weke prensîb dema derdikeve, ji bo çi

derdikeve Da ku tiştên xerab sererast bike. Xerabiya ku di nava sîstemê de heye, zilm û zordariya ku

heye ji holê rabike. Bi xwe weke mizginiyekî ye ji bo însanan. Di demeke kurt de her kes wî fikrî

dibihîze û tevlî dibe. Mirov ji wî fikrî bawer dikin û qebûl dikin. Ji ber çi hinde mirov bawer dikin û

qebûl dikin Ji ber krîzên civakê yên heyî, bê exlaqiya ku di civakê de heye, însan bêzar kiribûn. Însan

jî jixwe li xelasiyekê digeriyan. Ji ber ku di asteke bilind de tengezariyek dijiyan, însanan nema

dikarîn tehemul bikin û li xelasiyê digeriyan.

Ji nişkê ve dinihêrin ku fikrek derdikeve û behsa edaletê, wekheviyê û zanistê dike! Tiştê nû tîne

ziman. Jixwe mirov di rewşeke lêgerînê de bûn, ji nişkê ve ji bo pirsên wan bersiv tên. Bersivên madî

yên di jiyana mirov a rojane de tên dayîn û pirsgirêk tên çareserkirin. Mînak dibêjin filan kes li ser

filan kesî/ê zulmê dike, ev heram û ne baş tê dîtin. Divê her kes weke hev bin. Dînê Îslamê di bin

dirûşmeya “hemû mirov birayên hev in” de bi pêş ket.

Yek jî pirsên ku xweda çareser dike hene. Yanî kê em çêkirine û ji bo çi em çêbûne. Ev hemû tiştên

bi xweda tên ravekirin in.

Dewleta desthilatdar vê rewşê dibîne. Nikare li pêşiya wê raweste. Astengan datîne, kuştinê dike û

îşkencê dike, lê nikare li pêşberî wî fikrî raweste. Çima, ji ber ku di civakê de krîz heye û yek tê û rêka

çareseriyê nîşan dide, ji ber vê yekê mirov weke pêl bi pêl, lehî bi lehî tevlî vî fikrê nû dibin. Jixwe

desthilatdar nikare pêşî li vî fikrî bigire. Lê dikare çi bike Dikare wî fikrî ji rêka wê derbixe.

Ji bo vê Îslamiyet jî ji cewherê xwe derxistin. Rêbertî jî vê dibêje, bi vî rengî jixwe tiştên madî jî vê

îspat dikin. Piştî mirina Muhemed tu Îslamiyet li holê nemaye. Li şûna wê desthilatdarên Ereban dest

datînin ser desthilatiyê û Îslamiyetê jî ji bo desthilatiya xwe pê rewa bikin dimeşînin. Mînak, Emewî,

Ebasî hemû bi vî rengî ne. Heta roja me ya îro jî Îslama siyasî, desthilatdarên ku pala xwe didin

Îslamiyetê bi vî rengî berdewam dikin.

Lewra piştî wê bûye înkarkirin, zilm, dogmatîzm û xerabî. Niha ev bû weke nasnameya îdeolojiya

feodalîzmê. Feodalîzm pêvajoyeke sekinî ye û piştî wê rê ji pêşketinê re nahêle, disekinîne. Jixwe dîn

jî dogma ne, mutleq in, rê ji nîqaşan re venakin. Di dîn de zêde nîqaş çênabin. Ji ber çi wiha ye Ji ber

ku her tiştî bi xwedê rave dikin. Her tiştê tê gotin dibêjin, xwedê çêkiriye. Ji ber ku xwedê wiha

xwestiye wiha ye. Lewra mafê kes ê nîqaşê nahêle. Têkiliya di navbera mirovan de jî bi xwedê rave

dikin. Dibêjin, filan kes xwedê ew feqîr çêkiriye, bêvan kes xwedê ew dewlemend çêkiriye.

Eger yek zilmê dibîne, dibêjin wê demê ev çarenûs e, xwedê wiha daye û li wê cîhana din dê rehet

bijî. Feodalîzm jî sîstemeke bi vî rengî ye, sîstemeke ku nîqaş tê de lewaz e, mutleq e, qraliyet in,

monarşî ne, axa ne û beg in…

28