23.01.2015 Views

rustem-cudi-ideoloji

rustem-cudi-ideoloji

rustem-cudi-ideoloji

SHOW MORE
SHOW LESS
• No tags were found...

You also want an ePaper? Increase the reach of your titles

YUMPU automatically turns print PDFs into web optimized ePapers that Google loves.

Kapîtalîzm Lîberalîzmê Ji Bo Xwe Esas Digire

Ji bo vê gelek metodên wê hene. Metodê sereke yê ku îro kapîtalîzm esas digire, lîberalîzm e. Niha

lîberalîzm Rêbertî jî dibêje: Bi lîberalîzmê kapîtalîzmê karîbû hemû dijberên xwe tesfiye bike. Yên

herî zêde li hemberî wê şer dikirin bi lîberalîzmê hemû ji holê rakirin.

Lîberalîzm ji bo ku kapîtalîzm desthilatdariya xwe berdewam bike, weke metodeke bingehîn tê

bikaranîn. Lê eger mirov wek peyv lîberalîzmê bigire dest, tê wateya „azadî‟yê. Însanê lîberal „însanê

azadiyê dixwaze‟ ye. Wiha lîberalîzm tê terîfkirin. Lê ev têgîna lîberalîzmê tiştekî cuda ye, wek têgîn

di nasnameya îdeolojîk a kapîtalîzmê de weke metodeke ji bo tunekirina dijberê xwe bi awayekî tund

bi kar aniye. Bi vî rengî karibûne her kesî di nav modernîteya kapîtalîst de bihelînin û helandin jî. Ji bo

kapîtalîzmê ya esas jî ev e. Lewra Rêbertî dibêje: “Ji lîberalîzmê re na, lê ji azadiyê re erê.” Yanî em ji

bo azadiyê dibêjin erê, em azadiyê dixwazin, ne lîberalîzmê.

Lîberalîzm gotineke biyanî ye, weke taybetmendiyeke sîstema nû ye, ya kapîtalîzmê xwe nîşan

dide. Li ser esasê tesfiyekirina dijberê xwe pêş dikeve. Kapîtalîzm dibîne ku di cewher de nikare

dijberên xwe tesfiye bike, di cewher de hewldana tesfiyekirina dijberên xwe dibe sedema reaksiyonan

û nerazîbûna dijminê kapîtalîzmê kûr dibe. Kapîtalîzm vê yekê nikare bike, her demê nikare bi ser jî

bikeve. Ji bo vê çi dike Dijminê xwe dikişîne hundirê xwe.

Kapîtalîzm li dijminê xwe naxe û nakuje, lê wî dadiqurtîne. Çawa dadiqurtîne, mecalê jiyanê jê re

vedike. Dibêje: Were tu jî bijî, tu dijminê me yî û li dijî me propaganda dikî, lê tu dikarî bijî. Bi demê

re çi dike Bi demê re dijminê xwe diguhere. Dike parçeyek ji xwe. Di serî de dijber û paşê tu dinêrî

yên li dijî wê bûne parçeyek ji wê sîstemê û parazvanê wê yên herî pêş. Em dikarin bêjin lîberalîzm ev

e.

Însanê zêde di aliyê îdeolojî de ne kûr be û ne girêdayî armanca xwe be, bi rengekî radîkal ne

xwedî sekin be, vê sîstema kapîtalîzmê weke nûbûnekê dibîne. Dibêje ev baş e, dijmin duh em

dikuştin, lê îro dibêje hûn serbest in, hûn dikarin fikrê xwe bînin ziman. Werin bi me re kar bikin.

Kapîtalîzm dikare vê bike, ji ber çi dikare bike Bi rastî jî derfetên kapîtalîzmê yên madî zehf in.

Sîstema kapîtalîst derfetên wê yên madî pir zêde ne.

Em bala xwe bidinê hinek kes krîzan dijîn, li Yewnanîstan, Îspanya, Îrlanda krîz hene, lê em bala

xwe bidinê tevî van krîzan jî derfetên madî pir in. Mînak di vê dema dawiyê de li Elmanyayê tê gotin

bi deyn sed milyon dolar ji bo filan derê daye. Wê demê pereyên wê yên ku deyn bide derve bi

trîlyonan heye! Hemû welatên cîhanê deyndar in, lê yê wan dikarin pereyan deyn bidin. Emerîka bi vî

rengî, Japonya bi vî rengî… wê demê talana ku ji civakê kirine û heta roja îro bê navber berdewam

dike, komkirineke mezin di aliyê madî de çêkirine.

Ewqas komîserhev kirine ku dikarin hinekan jî xwedî bikin. Dikarin hinekan, ên ne ji gelê xwe jî

xwedî bikin û wan kedî bikin, wan bikin bin kontrola xwe. Vê jî dikin, ev derfetên wan hene. Yanî

derfetên wan ên madî zêde wê firsendê dide wan ku karibin dijberê xwe ne bi şer, lê bê şer daqurtînin

û wiha bikin hundirê xwe û bihelînin. Bi vî rengî nêzik dibin. Lîberalîzm ev e.

Yê ku sekna wan a îdeolojîk ne xurt be dibêjin temam, em ê fikrên xwe jî bêjin, em ê bi wan re jî

bixebitin. Nêzikbûn yan jî fikirandina bi vî rengî çênabe. Ev rêka xwe radestkirinê ye. Kapîtalîzm ji bo

xwe ye, ji bo kesên din nîne. Kapîtalîzm tima ye, xêran nake. Pîvanên wê yên exlaqî tune ne û tenê ji

bo xwe dijî. Talan û sermayeyê zêde dike. Wê çima destekê bide te Tenê ji bo tiştekî wê destekê bide

te, ji bo te bike bin kontrolê. Lê gelek vê sîstema wê fêm nakin û dibêjin: Ev sîstemeke xwezayî ye,

cîhan hatiye guhertin ji bo vê jî dibe. Demek derbas dibe tu lê temaşe dikî ku va kapîtalîzm bûye

dijmin. Mînak em li Turkiyê temaşe bikin, bi sedan derdikevin TV‟yê, diaxivin, serok-komar in,

serokwezîr in her kes di dema xwe de di nava tevgerên çep de bûne û têkoşîn kirine… Dibe ku di

îşkenceyê de li ber xwe dabin û radest nebûbin. Lê ya em behs dikin çi radestbûn e, di ketina nav

sîstemê de radest bûne. Ketina nava sîstemê ev e.

Li gorî xwe dibêje ez ê biçim û bikevim nav sîstemê û ez ê bikaribim weke xwe bimînim û xwe

radest nekim. Lê ev xwe xapandineke mezin e. Pêwîst e, nekeve nava sîstemê, divê derveyî sîstemê

bikaribe têkoşîna li dijî sîstemê bide meşandin! Tu bibî parçeyek jê, tu yê nikaribî li hemberî wê şer

bikî. Tu wiha paçeyek jê yî, tu yê çawa li hemberî wê şer bikî! Wê demê tu parçeyek jê yî.

Ji bo vê lîberalîzm hem di milekî de van derfetan vedike û hem jî çi dike Êrîşeke îdeolojîk dike da

ku însan bê bingeh bihêle û însan beramberî fikrên xwe bêbawer bin û zûka karibin tevlî kapîtalîzmê

bibin. Hêza sereke ya çalak, kesayetên zane, wiha dixe nav xwe. Yên mayî jî çiqas nezan bin ew qas

baş dibe da ku karibe li ser wan kontrolê bike.

36

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!