rustem-cudi-ideoloji
rustem-cudi-ideoloji
rustem-cudi-ideoloji
- No tags were found...
Create successful ePaper yourself
Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.
Di nêvengekê de dema jin hebin divê di wir de rêzkarî hebe. Di wê nêvengê de her kes

rêkûpêkiyekê bide ramanên xwe û birêz be. Bi hesab gavan bavêje. Dema ku ew tişt tune bin, wê demê

ew jin cewherê xwe temsîl nake. Di vê çarçoveyê de divê em vê wek mijareke ne girîng nebînin. Yek

dibêje: “Min hîna xwe îqna nekiriye.” Yek dibêje: “Ez hîna bawer nebûme.” Yek dibêje: “Ez hîna

nizanim bûme çi!” Ev hemû jî tiştên çewt in. Ev mijareke îdeolojîk e, ne mijareke taktîkî ye.

Tu çawa PKK‟yî yî û ji vê mijarê ne bawer î! Çawa tu têkoşerê azadiyê yî û tu hîna ji vê mijarê

bêbawer î, tu yê xwe kîngê îqna bikî! Piştî ew qas têkoşîn û perspektîf û ew qas ked... Ji bo vê jî di

van xalan de mirov xwe bê tewîz kûr bike.

6- GIRÊDANA EKOLOJIYÊ BI ÎDEOLOJIYÊ RE

Xaleke din jî mijara girêdana îdeolojiyê bi ekolojiyê re ye. Ev jî mijareke bingehîn e. Ji ber ku

pêşketina kapîtalîzmê ya madî, bi pîvanên exlaqî ve negirêdayî ye. Yanî bi pêşketina madî û teknîkî ve

parelel, pê re ketineke mezin di aliyê exlaqî de çêdibe. Ji bo vê jî berdewamkirina sîstema kapîtalîst

weke çawa ziyan daye civakê, weke çawa ziyan daye gelên bindest; di heman demê de ziyan daye

tevahiya xwezayê jî. Ev çi ye, taybetmendiyên kapîtalîzmê yên li ser esasên kar û qezencê ne. Qezenc

bike di oxira vê qezencê de çi xerab dibe bila bibe. Nêzikbûna kapîtalîzmê ya ezez û ferdî ev e.

Niha pîşesazî dikare çêbibe, endustrî dikare çêbibe. Ekonomî dikare pêş bikeve, kes li dijî wê nîne,

lê divê eko-sanayî be. Yanî sanayî û ekonomiyeke bi hawirdorê ve girêdayî be, ne li ser hesabê

xerabkirin û talankirina wê be. Pêwîst e berhem û ekonomî li ser esasê eko-sanayiyê be.

Eko-sanayî çi ye Eko-sanayî ew sanayiya ku ew qas berheman derdixe, pê re jî ziyana dide

hawirdor telafî dike.

Çi dike, mînak ji bo gazên jehrî dernekevin tevdîran digire. Sanayiyên ku zêde ziyanê didin

hawirdorê esas nagire. Beşên yan jî sektorên ku gelek cinsên lawiran ji holê radikin, daran ji holê

66