rustem-cudi-ideoloji
rustem-cudi-ideoloji
rustem-cudi-ideoloji
- No tags were found...
You also want an ePaper? Increase the reach of your titles
YUMPU automatically turns print PDFs into web optimized ePapers that Google loves.
Lîberalîzm rast e azadî ye, lê gelo azadiya çi Lîberalîzm azadiyeke însanî nîne. Azadiyeke ji bo

çareserkirina pirsgirêkên civakê nîne. Heke bi vî rengî bûya û bi rastî lîberalîzm azadî bûya, wê hemû

pirsgirêk li cîhanê bihatina çareserkirin. Ji ber ku ev sêsed, çarsed sal in kapîtalîzm li her derê serwer

e, eger lîberalîzm azadî bûya wê pirsgirêka Kurd nebûya û pirsgirêkên welatên Efrîkayê wê tune bûna.

Wê pirsgirêkên welatê Emerîkaya Latînî tune bûna. Ji ber çi Ji ber ku ew welat hemû di bin destê

kapîtalîzmê de ne, hîna jî di bin destê kapîtalîzmê de ne. Dibe ku ev bi awayekî rasterast be yan jî

neyekser be, lê rastî bi vî rengî ye.

Lîberalîzm ne azadî ye, lîberalîzm çi ye Lîberalîzm serbestkirina tevgera sermaye û serbestkirina

fikrên mirovên kapîtalîst e. Lîberalîzm azadkirina van e. Dibêjin em naxwazin sînor hebin, ji bo çi

wiha dibêjin Ji bo însanê kapîtalîst, sermayeya kapîtalîst û berhemên kapîtalîzmê ye. Da ku fikrê

kapîtalîzmê bê asteng li hemû cîhanê belav bibe. Lê berovajiyê wê na. Mînak Rêbertiya me jî xwest li

cîhanê bigere, xwest biçe Ewrûpayê, çima nehiştin Wê demê serbestkirina tevgera mirovan qet qebûl

nake, di vir de tenê serbestkirina tevgera mirovên kapîtalîst qebûl dike. Ev di bin kontrola Emerîkayê

de çêdibe. Ji ber ku Emerîka hêza herî xurt û serwer e di nava sîstema kapîtalîst de. Lîberalîzm ev bi

xwe ye.

Ji ber vê pêwîst e mirov lîberalîzmê baş binirxîne. Dema ku di nava me de lîberalîzm pêş dikeve,

rêxistin ji xeta xwe derdikeve û ber bi radestbûnê ve diçe. Ji ber ku em nikarin lîberalîzmê qebûl bikin.

Em rêxistineke xwedî îdeolojî û xetê ne. Xeta rêxistinê ji yên lîberal cudatir e. Rêxistinên xwedî xet,

wiha her tiştî di nava xwe de qebûl nakin! Hedefên ku dane pêşberî xwe yên ku hene, li ser esasên

gihandina wan hedefan pîvanên însanan diyar dikin.

Pîvanên exlaqî, nêzikbûna ji têkoşînê re, nêzikbûnên ji erkê re, zanistîbûn… ev hemû tên

diyarkirin. Dema rêxistinê kêliyek be jî di van de tewîz dan, wê demê rêxistin çi dike Rêxistin di xeta

xwe de tewîzan dide. Wê çaxê wê kî bi ser bikeve Jixwe bi awayekî xwezayî wê xeta dijber bi ser

keve. Ya em dibêjin xeta dijber, çi xet e: Xeta dijber sîstema desthilatdariyê, dagirkeriyê, kapîtalîzmê

ye. Ji ber vê divê lîberalîzm baş were fêmkirin. Heta ev neyê fêmkirin, wê xeteriya wê jî neyê dîtin. Ji

ber ku kapîtalîzm di rêka lîberalîzmê de dixwaze hemû dijberên xwe ji holê rabike. Vê dike jî, yên ku

ber bi sîstema wê ve çûn, çawa kuna reş her tiştî dadiqurtîne, hatin daqurtandin.

Xwestin zemîneke wiha di Îraqê de ji bo me peyda bikin. Bi vî rengî ziyaneke mezin jî dane me. Bi

sedan însanî xwe avêtin hemêz û bextê wê sîstemê. Lê rêxistina me li xwe hayil bû, zanebûn çêkir.

Heger îro rêxistin heye û têkoşînê dimeşîne rojevê diyar dike, sedemê wê ev e. Ev sedem çi bûn Di

nav xwe de xwe ji lîberalîzmê xelas kir, careke din bû rêxistina xetê. Rêxistina xetê tê wê wateya ku

xwedî pîvan e, heta dawiyê di nav xeta wê de milîtantî heye.

Kapîtalîzm Xwe Bi Miliyetperestiyê Rave Dike

Jixwe lîberalîzm ji taybetmendiyên kapîtalîzmê ya sereke ye. Ev taybetmendiyên wê tenê nîne.

Taybetmendiyên kapîtalîzmê, nasnameya wê ya îdeolojîk tenê bi lîberalîzmê xwe rave nake. Bi

miliyetperestiyê jî xwe rave dike. Miliyetperestî teybetmendiyeke kapîtalîzmê ye. Rast e di dema xwe

de însanan li dijî hev şer dikirin. Komên civakî li dijî hev şer dikirin. Dema feodalîzmê, koledariyê

heta hinek cihan da hev qir kirine. Lê belê weke di serdema kapîtalîzmê de çand hatine wendakirin, di

tu serdemên din de nehatine wendakirin. Heta hinek netew ji holê rabûne, nijad ji holê rabûne û çand

hatine tunekirin. Tu caran bi qasî ku ev şerên nijadperestiyê di serdema kapîtalîzmê de çêbûye,

nehatiye kirin.

Ev miliyetperesiya kapîtalîzmê ye. Di jiyanê de li ser esasê înkarkirina mafê gelên din e. Xwe esas

digire, şovenîzm û nijadperestiyê pêş dixe, her diçe gur dike. Nijadperestiya ziman, fikir, ya biyolojîk

van hemûyan jî pêş dixe.

Kapîtalîzm navend dibîne. Nirxê nade çand, yan jî çandên civakên din. Di roja me ya îro de dema

ku Emerîka êrîşan dike, welatê Ewrûpa dema êrîşî cîhanê dikin, welatan mêtinger dikin, heta kîjan astê

nirxê didin çanda wan gelên ku wan mêtinger dikin Sîstema xwe esas digirin. Rojane bi vî rengî xwe

nîşan didin.

Mînak di partiyên Emerîkayê de taybetmendiyên îdeolojîk ên serwer çi ne Liv û tevgera wan

hemû li ser esasên pesindayîna Emerîkayê ne. Mînak, partiyeke wê ya Cumhuriyetê ye, ya din jî ya

Demokratîk e. Her du jî Emerîkayê welatê herî hêja yê di cîhanê de dibînin. Ji bo parastina Emerîkayê

her tiştên pêwîst dibînin dikin. Lewra şerê xwe li Efxanîstan, di Îraqê… di her derê cîhanê de di bin

sêwana parastina Emerîkayê de didin meşandin, bi vî rengî didin nîşandan jî. Gelê wir jî li ser wî esasî

dixin tevgerê. Eskerên Emerîkayê li Efxanîstanê ne û tu jê dipirsî; tu çima hatî vir Dibêje, “Ez ji bo

37