23.01.2015 Views

rustem-cudi-ideoloji

rustem-cudi-ideoloji

rustem-cudi-ideoloji

SHOW MORE
SHOW LESS
• No tags were found...

You also want an ePaper? Increase the reach of your titles

YUMPU automatically turns print PDFs into web optimized ePapers that Google loves.

Em di serî de li ser hinek tespîtên îdeolojîk sekinîn. Kar û xebata îdeolojîk çawa wê bê kirin,

bi gelemperî li ser esasên tiştên baş jî me nêrîna xwe diyar kir. Ya rast her tişt wiha nîne, ew tiştên em

dixwazin bêjin, em ê hîna bi awayekî berfireh li ser rawestin. Mînak em dibêjin divê îdeolojî ji

dogmatîkbûnê dûr be. Tevlîbûna wê ya wijdan û aqil di neteweyekê de pêwîst e hebe. Divê hêza

berxwedanê ya di wî welatî de bihêz be. Pêşketinên ku çêbibin wê xîtabî kîjan hêzê bike, van xalan em

esas digirin. Tiştên ku tevgerek ji bo azadkirina gelekî bindest û civakeke têdikoşe pêwîstî ne û girîng

in.

Lê dema em van tînin ziman, nayê wê wateyê ku wiha ye û timî jî xwestekên gelan û tevgeran pêk

nayên. Ji ber ku îdeolojîyên li dijî têkoşînên gelan jî hene. Di bingeh de jî li dij in. Sîstem her tim

îdeolojiyên ku serwer bin jî dide. Di gelek pêvajoyan de jî ev pirsgirêk derdikeve. Mînak, em tespîtekê

di aliyê îdeolojîk de dikin û li ser vê nirxandinên me pêş dikevin. Tespîtên me di derbarê civak,

netewe, jin, mêr û xwezayê de çi ne

Gelek tespît di her demê de ne rast in. Di roja me ya îro de gengaz e em bi rastiya wê dihesin, lê

piştî demekê mirov lê temaşe dike ku ew tespît ne rast e. Ji ber ku zanist pêş dikeve, dema mirov li

tespîtên xwe vedigere û temaşe dike, dibîne ku tespîtên di wê demê de kiriye ne rast in. Me duh tiştek

dizanî, lê îro em tiştekî din dizanin. Ji bo vê me got divê îdeolojî bi ruhê çaxê re be, bi ruhê zeman ve

girêdayî be. Ji bo ku berovajî nebe. Ji bo ku ev tespît li pêşiya pêşketinan nebe asteng. Nêzikbûna rast

ev e. Lê belê her îdeolojî li gorî vê tevnagere yan jî van nêzikbûnan pêk nayne.

Hinek kes hene ku ji bo tespîtên xwe yên îdeolojîk liv û tevgera dîrokê disekinînin. Dixwazin wê

zagona gerdûnê ya xwezayî di cîhana me de diqewîme rawestînin. Ev hemû, ji bo tespît û xwestekên

wan rast derkevin in. Rastiyan ji nedîtî ve tên. Dibêjin ev tişt ne rast e, xwe lê hayîl nakin. Ji ber çi

wiha dikin Ji ber ku heke wan rastiyên heyî qebûl bikin, divê tespîtên xwe yên îdeolojîk di ber çavan

re derbas bikin. Lê mixabin, li xwe danaynin û vê nakin.

Ev nêzikbûn êşeke mezin bi serê civakan de tîne. Dibe ku îdeolojî berovajî bin, bêguman

îdeolojiyên berovajî jî hene. Weke nijadperestî, miliyetperestî hwd, gelek xalên ku em rexne dikin

hene. Ev hemû dibin sedem ku ziyanê bigihînin civak û mirovan. Mêjiyê hinek însanan tevlîhev dikin,

kêm dihêlin û biçûk dihêlin, nakokiyan kûr dikin. Hema bêje ziyana mezin ew digihînin civakê û

mirovan. Mirov dîsa dikare ziyana wan qebûl bike, bi awayekî xwezayî îdeolojiyeke wiha hebûye

îdîayên wan wisa ne. Em dibêjin ev gav bi gav, bi rêka îqnayê û bi têkoşînê gengaz e bê guhertin. Lê

di vir de pirsgirêk kengê derdikevin û cidî dibin Dema ku ew îdeolojiya çewt dibe îqtîdar wê demê

pirsgirêk derdikevin. Her diçe kûr dibin. Ji ber ku ew îdeolojî di esasê xwe de bi vî rengî ye. Ji xwe re

dibêje; “min heqîqet keşîf kir û ez bûm xwediyê heqîqetê.”

Tu dibêjî tiştek nabe, te bi rengê xwe heqîqetek keşif kiriye, min jî bi rengê xwe keşif kiriye. Lê

nerîna min li ser heqîqetê ev e, ya te jî ev e! Ev mijareke têkoşînê ye, yan em ê hev îqna bikin, yan jî

em ê hev îqna nekin. Di encamê de wê wiha bibe. Lê pişt re dibe desthilatî û dibêje min heqîqet girt û

di destê min de ye, heqîqet ez bi xwe me, ev fikrê ez dibêjim ew e. Niha ez desthilat im û êdî xala îqna

û neîqnakirinê nema ye. Pêwîst e tu jî bibî weke min. Eger tu weke wî nebî, te dikuje, darizîne, te

teşhîr û tecrîd dike û derveyî her tiştî dihêle. Hemû rengên şîdetê yên fizîkî, fikrî li ser te dide

meşandin. Ev şêwazê nêzikbûnê ziyaneke mezin dide civakê. Ji lewra divê em şiyar bin û bizanin ku

îdeolojî di her demê de baş nînin.

Niha me tim pesin da, me got bê îdeolojî jiyan nabe, bê îdeolojî têkoşîn nabe, serkeftin çênabe

hwd. Ev rast e, lê ev serkeftin û têkoşîn di encamê de li dijî hinek îdeolojiyên din in. Lewra şerê tê

meşandin, şerê îdeolojiyan e. Şer beriya ku di qada leşkerî de dest pê bike, berî di meydana şer de dest

pê bike di mêjî de dest pê dike. Di aliyê îdeolojîk de dest pê dike.

Di aliyê îdeolojîk de çiqasî argumanên te nêzikî rastî û heqîqetê bin, tu çiqasî bikarî biparêzî, bi

qasî tu bikaribî xîtabî gel bikî. Ev, encamên qada şer jî bilind dike. Yan tu yê bi ser kevî yan jî bin

kevî. Encamên vê têkoşînê jî meydana şer diyar dike. Lewra serkeftina bingehîn di îdeolojiyê de ye.

Dema îdeolojiyek negihabe rastiyê tiştek ji vê xerabtir nîne. Lê wer bide diyarkirin ku rast e,

mûtleq e û di heman demê de bibe desthilat; ev pir xerab e. Ev yek civakê ji hal dixe. Civaka ku

lêgerîna wê ya heqîqetê cuda be, civaka ku li gorî xwe heqîqetê cudatir dizane, ji nişkê ve xwe di bin

hukmekî de dibîne, hikmê ku xwe bi zorê li ser ferz dike, civakê neçar dike ku weke xwe bide

fikirandin. Di esas de ev nerast e. Ji vê encamên xerab derdikevin.

Lewra em ji vê re dibêjin îdeolojiyên fermî yên serdest, yên serwer. Îdeolojiya ku navê wê derbasî

fermiyetê bû, têkiliya wê îdeolojiyê bi rastiyê re namîne. Rastî ew be, ne ew be, di encamê de ew fermî

39

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!