Create successful ePaper yourself
Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.
. Niqte

Di pafliya komekê de

115 Mirov niqteyê datîne pafliya komekeka idiaker. Heger pifltî niqteyê

bêjeyeka nû bêt, divêt li piflt niqteyê valahiyek hebe.

fiANEK

Mirov niqteyê danayne pafliya sernivîsê, herçend sernivîs komekek

temam jî be.

Ehmedê Xanî feylesofekê mirovperwer e

Di 27-ê gulana 1995-ê de li Stockholmê, li ser daxwaza Komeleya Nivîskarên

Kurd û Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê konferansek

di heqê Ehmedê Xanî de hat çêkirin. Axêvera konferansê profesor

Juyce Blauyê bi kurtî wiha got:

— Ehmedê Xanî ne tenê helbestvan jî bû, herwiha ew feylesofekê

mirovperwer bû. Nêrîna wî li ser mirovan nêrîneka felsefî bû.

— Ehmedê Xanî kesê yekê bû ko Mem û Zîn bi ziman û motîfên kurdî

nivîsand. Ehmedê Xaniyî di Mem û Zînê de ne tenê behsa çîroka du

evîndaran kir, herwiha wî bi awayekê romantîk û dramatîk jiyana xelkên

demê xwe nîflan da û hest û xwestên wan teswîr kir.

Xalid, Birahîm (1995), »Ehmedê Xanî feylesofekê mirovperwer e«, Dîdar, hjm. 15

Heger ko sernivîs ji gelek komekan pêk bêt û komeka didoyê ne

ji rêza didoyê dest pê bike, divêt komeka pêfliyê bi niqteyê yan nîflandekeka

dî xelas bibe û hingê mirov niqteyê danayne pifltî komeka

pafliyê.

Ehmedê Xanî xudankitêb e. Ew pêxember e jî

Mela Camî di heqê Mewlana Celaledînê Rûmî û kitêba wî Mesnewîyê

de gotiye:

Men çi gûyem wesfî an alîcenab

Nîst pêxember welê dared kitab

Yanî: Ez di heqê wî alîcenabî de çi bibêjim, ne pêxember e, lê kitêba

wî heye.

Ev pesnekî bilind û hêja ye û bi her awayî li bejna Mewlana têt.

Di heqê Ehmedê Xanî û kitêba wî Mem û Zînê de, bi min be, mirov

BINGEHÊN RASTNIVÎSANDINA KURDIYÊ • 101