Create successful ePaper yourself
Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.
Nivîsandina navên kesan,

girdek, hûrek, hejmar, tewang,

veqetandek û kurtekan

Navên kesan

41 Navên kesan, ji bilî mîr û melikên dîrokî, li gor navhilgiran têne

nivîsandin. Xweyê navî çawa dinivîse divêt mirov jî welê binivîse.

42 Navên kesên elfabeya latînî bi kar tînin li gor zimanê xweyê xwe

tên nivîsandin. Lê belê hinek navên ji zimanê erebî derbasî zimanê

kurdî bûyîn hatine guhortin û formeka nû girtine, ew nav bi

forma kurdiyê tên nivîsandin.

Mihemed, Ehmed, Evdirehman, Evdila, Emer, Evdo, Heso, Xelo, Celo

Lê belê: George Bush, John Major, Winston Churchill

Girdek yan hûrek

Di destpêka komekê de

43 Di destpêka komekê de girdek têt bi kar anîn.

fiANEK

Di paflnavên wekî de Goya, van Gogh û von Döbeln de kîtên wekî

de, van û von-an bi hûrekan tên nivîsandin. Û ev kît gava komekekê

jî bide dest pê kirin hûrekiya xwe diparêze.

Rehîmoyî hinek tabloyên hêja û spehî çêkirine. van Gogh di xewnên

Rehîmoyî de dijî.

Martin van Bruinessenî pirtûkek bi navê »Axa-fiêx-Dewlet« li ser jiyana

kurdan ya civakî nivîsandiye. van Bruinessen di nêrînên xwe yên di

heqê flêxan de gelek caran xelet e.

Lê gava gotinên kurtkirî bikevin serê komekê ew bi girdekê dest

pê dikin.

BINGEHÊN RASTNIVÎSANDINA KURDIYÊ • 53