You also want an ePaper? Increase the reach of your titles
YUMPU automatically turns print PDFs into web optimized ePapers that Google loves.
– Xêzika axaftinê

145 Di teksta çapkirî de mirov xêzikeka dirêj bi kar tîne, navê wê xêzika

axaftinê ye. Mirov xêzika axaftinê li gelek cihan ji fonksyonên

cida re bi kar tîne.

Ferqeka diyar di nêvbera xêzika axaftinê (–) û bendikê (-) de heye.

Xêzikên axaftinê jî du texlît in. Yek ji wan himbe em-ê (—)

dirêj e û navê wê em-dash e. Ya dî himbe en-ê (–) dirêj e û navê

wê en-dash e. Em di kurdiyê de ya ko navê wê en-dash (–) e bi kar

tînin. Ji bilî ingilîziyê di zimanên dî de em-dash (—) nayêt bi kar

anîn. Û mirov ticaran bendikê (-) di flûna xêzika axaftinê (–) de bi

kar naîne.

fiANEK Û AWARTE

Heger mirov bixwaze mirov dikare di diyalog û veguhostinê de

xêzika axaftinê û xêzika bersivê bi em-dash (—) binivîse. Lê ji bîr

neke tenê di pêfliya bersiv û diyalogan de.

— Ka tu li kû mayî?

— Karê min hebû, dereng ketim.

Ji bo vêsih, nêvbir û lêzêdekirinan

146 Mirov dikare xêzika axaftinê ji bo vêsihê li pêfliya tifltekê bi kar bîne

ko mirov ne li hêviyê ye.

Keftelefteka gelek mezin – bêyî ti encam hebin.

Wekî diyarî wî bisiklêtek dixwest – kerek danê.

147 Mirov dikare xêzika axaftinê dayne dor nêvbirên ko wekî parantesan

e, yan jî dayne dor ravek, rezervasyon, kurtkirin û hw.d-yên lê

zêde bûyî. Divêt mirov xêzika axaftinê dayne pêflî û pafliya nêvbirê.

Lê heger pifltî nêvbirê komek xelas bibe ne pêwîst e. Divêt valahiyek

di pêflî û pafliya xêzika axaftinê de hebe.

Ez nikarim – herhal niho – ti sozan bidim te.

Demê çareserkirina wê problemê hatiye û boriye – heger niho ne dereng

jî be.

116 • BINGEHÊN RASTNIVÎSANDINA KURDIYÊ