You also want an ePaper? Increase the reach of your titles
YUMPU automatically turns print PDFs into web optimized ePapers that Google loves.
Xêzika xwehr

Wekî alternatîf

195 Di hinek tekstan de xêzika xwehr wekî nîflandeka alternatîfê têt bi

kar anîn. Û hingê ew cihê yan jî-yê digire.

mêrkirî/mêrnekirî

jinanî/jinneanî

sax/mirî

Lê di tekstê de çêtir e ko mirov binivîse yan jî û xêzika xwehr bi

kar neîne.

Hemî zelamên jinanî yan jî jinneanî hatibûn dîlanê, lê cardî jî wan nekarîn

eqilê ti »tifltîran« bixirigînin.

Bi maneya »her …«

196 Mirov dikare xêzika xwehr bi maneya »her …« bi kar bîne.

10 km/saet (bilêvkirin: deh kîlometre di her saetekê de)

100 000 DM/sal (bilêvkirin: sed hezar markê elmanî

di her salekê de)

100 kes/km2 (bilêvkirin: kîlometreyeka çarçik

ji her sed kesan re)

Di agahdariyên demî de

197 Mirov dikare xêzika xwehr di agahdariyên tarîx, periyod û demê

guhorîna demî de bi kar bîne.

27/11 1994

sala bacê 1994/95

dor sala 1993/94-ê

di nîsan/gulanê de (yan jî: nîsan–gulan)

Bikaranîna wekî dî

198 Mirov dikare xêzika xwehr di kurteka ingilîzî c/o (care of, yanî ’li

nik’) de bi kar bîne.

BINGEHÊN RASTNIVÎSANDINA KURDIYÊ • 135