Create successful ePaper yourself
Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.
Jêgirtin û veguhostin

9 Maneya jêgirtinê ji sedê sed jêgirtina tifltekê ye ko hatiye nivîsandin

an gotin. Jêgirtinek dikare bêjeyek yan jî teksteka ji bêjeyekê

dirêjtir be. Navê jêgirtinên dirêj iqtibas e. Navê veguhostina gotin

bi gotin ji axaftina hinekan veguhostina dîrek e; navê veguhostina

ko mirov hinek bêjeyên xwe tevil kirî be veguhostina endîrek e. Ji

bilî vê, veguhostina dîrek ya serastkirî jî heye. Navê veguhostina

kurtkirî û jinûveformûlekirî kurteveguhostin e.

Forma klasîk ya jêgirtin û veguhostinê di kurdiyê de

10 Di kurdiyê de forma klasîk ya jêgirtin û veguhostinê forma »got«-ê

ye. Gava mirov tifltekê ji axaftina yekê digire an vediguhoze, mirov

dibêje filan kesê »got« û paflê jî jêgirtinê an veguhostinê dinivîse.

Wekî têt zanîn jêgirtina ji tekstên nivîsandî hertim bi nîflandeka

jêgirtinê têt nîflan kirin û veguhostin ne flert e bi nîflandeka jêgirtinê

bêt nîflan kirin.

Forma »got«-ê bi çend awayan têt bi kar anîn. Li jêr bi nimûneyan

diyar dibe ka mirov bi wê formê çawa dikare binivîse.

Got’ê: Navê te bi xêr?

Got’î: Navê min ‘Emer e.

— Tu xelkê k’î re y?

Got’î: Wella, ez nizanim.

— Tu kurê kê y?

Got’î: – Ez nizanim.

Got’ê: – Pa, tu çi dikey li vêrê?

Got’î: – Wella, ma ejî hema… rîzqê min jî wê hat’iye vêrê û wê xo dibînim

li vêrê.

Blau, Joyce (1992), »‘Emer«, Hêvî, hjm. 8, rûp. 74

67 – Gava Mûsayî ji miletê xwe re got: Xwidê bi flerjêkirina çêlekekê ji

we re emir kiriye, wan got: Ma tu henekê xwe bi me dikî? Mûsayî got:

Xwidê min jê bisitirîne, yê ko henekê xwe bi bawermendan dike, dibe

ji xelkên gunehkar û nezan.

Bedir-Xan, Kamiran Alî (1941), »Tefsîra Qur’anê«, Hawar, hjm. 29

BINGEHÊN RASTNIVÎSANDINA KURDIYÊ • 29