You also want an ePaper? Increase the reach of your titles
YUMPU automatically turns print PDFs into web optimized ePapers that Google loves.
Navê rêxistin, flirket û yên wekî wan

55 Navê rêxistin, komele, flirket, rojname û kovaran li gor nivîsandina

xweyê wan têt nivîsandin. Herwiha navê enstîtû û desgehên ilmî

yên bi karê perwerde, tib, lêkolîn, ekspozîsyon, derhênerî û

karên wekî wan ve mijûl dibin li gor xweyê wan têt nivîsandin.

Federasyona Komeleyên Kurdistanê Li Swêdê, Komeleya Nivîskarên

Kurd Li Swêdê, Yekîtiya Ciwanên Kurd Li Swêdê, Armanc, Welatê Me,

Nûdem, Enstîtuya Kurdî ya Parîsê, Heyva Sor

56 Heger xweyê navî ne belî be yan jî yekdengî di bikaranîna navî de

nebe, divêt mirov li pey van qaideyên li jêrê biçe. Eynî qaide ji bo

kesên navekê nû ji desgeheka xwe re bibîne tên pêflniyar kirin.

a) Qaideyê bingehîn ew e ko tenê tîpa pêfliyê ya bêjeya pêfliyê di navî

de girdek be.

b) Girdek di bêjeya didoyê de jî têt bi kar anîn heger ev flertê jêrê hebe.

• Di navên ko bi »Komeleya«, »Weqfa«, »Rêxistina« û pêflnavên

wekî van dest pê bikin de bêjeya didoyê bi girdekê têt nivîsandin.

Komeleya Nivîskarên kurd li derve, Weqfa Parastina mafê kevokan,

Rêxistina Paqijkirina daristanan

fiANEK 1

Di tekstê de divêt mirov navan li gor logotîpê nenivîse, ji ber ko

ew qaideyên nivîsandinê yên normal xirab dikin. Wekî fiirketa-

Caman, nûROJ û weflanxaneyaDENG.

fiANEK 2

Navê partiyên siyasî bi girdekê tên nivîsandin: Partiya Demokrat

ya Kurdistanê-Yekgirtin, Partiya Karkerên Kurdistanê, Partiya Sosyalîst

ya Kurdistanê, Yekîtiya Nifltimanî ya Kurdistanê.

Kurteka navê partiyan bi girdekan tên nivîsandin: PDK-Yekgirtin,

PKK, PSK, YNK. Lê belê Yekîtî, Partî.

58 • BINGEHÊN RASTNIVÎSANDINA KURDIYÊ