Create successful ePaper yourself
Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.
dikare jê bêtir jî bibêje. Belê Xanî jî xudan kitêb e. Lê Xanî pêxember e

jî. Pêxemberê diyaneta me a milî, pêxemberê ola me a nijadîn.

Xanî di wextekî welê de rabû ko – beriya niho bi sê sed û neh salan

– ne li cem me, lê li Ewropayê jî xelk hêj li miliyet û li nijadê xwe hiflyar

ne bûbûn û zelamên ji yek miletî hev û dû ji bo ketolîkî an protestaniyê

dikufltin. Di heyamekî welê de Ehmedê Xanî bîra miliyeta xwe, bîra

kurdaniya xwe biribû û ji kurdan re gotibû hon berî her tifltî kurd in,

rabin ser xwe, dewleteke kurdî çêkin û bindestiya miletên din mekin.

Azîzan, Herekol (1941), »Klasîkên me – an flahir û edîbên me ên kevin «, Hawar, hjm. 33

Lê belê mirov niqteyê datîne dawiya têbînî, tekstê binê resm û

grafîkan, heger ko tekst bêjeyek tenê jî be.

116 Mirov niqteyê datîne pafliya komekeka fermanker ya nerm.

Pifltî ko te pirtûka min xwend, wê li min vegerîne.

Ka xêra xwe qedehek flerab ji min re dagire.

117 Mirov niqteyê datîne pafliya komekeka pirsê ya endîrek.

Xifflê got ma ew dikare wî striyê bi keziya wê ve mayî jê bike.

Kojmelî pirsî ka Kerem dê kengê xwendina xwe xelas bike.

Bahoz dibêje ma wî nedikarî xwe li wî bigire.

118 Mirov niqteyê datîne pafliya pirseka retorîk.

Ma çima em di du rojan de Mem û Zînê nexwînin.

Ma qey Nalîn dê di parlamentoya Swêdê de jî pifltgiriya kurdan neke.

Di nêv û pafliya kurtekan de

119 Divêt mirov niqteyê dayne nêv û dawiya kurtekên wekî hw.d.,

y.d., y.w.v., w.n., w.v. û kurtekên wekî van. Lê belê mirov niqteyê

danayne nêvber û pafliya navên kurtkirî: PDK (ne P.D.K yan

PDK.), PKK (ne P.K.K yan PKK.)

Di nêvbera hinek reqeman de

120 Mirov niqteyê datîne nêvbera reqemên saet, deqîqe û saniyeyan de.

102 • BINGEHÊN RASTNIVÎSANDINA KURDIYÊ