Create successful ePaper yourself
Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.
nivîsandina zimanê fransî, ingilîzî, swêdî û tirkî peyda kirin. Paflê

jî min hemî hejmarên »Hawar«, »Ronahî« û »Roja Nûyê« bi hûrahî

berçav kirin, da bizanim ka Celadet Alî Bedir-Xan û birayê

wî Kamiran Alî Bedir-Xanî çi bingeh bi kar anîne.

Ji min re gelek zû diyar bû ko Celadet Alî Bedir-Xanî hema bibêje

ji % 95 bingehên fransiyê bi kar anîne. Bingehên fransiyê û

swêdiyê bi hinek ferqên gelek kiçik wekî êk in. Bingehên tirkî û

ingilîziyê jî bi hinek cidahiyan wekî yêk in.

Bi vê lêkolînê careka dî mezinahiya Celadat Alî Bedir-Xanî wekî

zimanzan û rewflenbîr derdikeve meydanê. Digel hinek vederiyan

ew di bikaranîna bingehan de misteqir e û heta niho jî min ti

nivîskar nedîtiye ko bingehan wekî wî serast bi kar bîne.

Di vê kitêbê de, hingî ji min hatiye, min termînolojiya Celadet

Alî Bedir-Xanî bi kar aniye. Heger min kurdiya termekê peyda

nekiribe, min navekê raveker jê re dîtiye û ji ferhengokan diyar

dibe ka me‘neyên wan çi ne.

Celadet Alî Bedir-Xanî »komek« ji bo »cümle« û »hevok« ji bo

»yan cümle-ya« bi zimanê tirkî bi kar anîne. Pifltî Celadetî piraniya

kurdan dest pê kirine ko »hevokê« ji bo herduyan jî bi kar tînin.

Min wekî Celadetî kiriye, da ferqa wan diyar bibe.

Herwiha min gihaneka »ko-yê« jî wekî Celadetî nivîsandiye.

Hem Celadetî û hem Kamiranî heta mirina xwe jî ev gihanek wekî

»ko« nivîsandine. Ji ber ko »u« di eslê xwe de di kurdiyê de nîne

(mirov dikare »kwirdî« jî binivîsîne) û dengekê biyanî ye. Miadilê

wî dengî di kurdiyê de »wi« ye. Di hinek bêjeyan de ev »wi«

pêk ve kelayî ne û bûne »u« (kurd, kufltin, kulav), di hinek bêjeyan

de jî »w« ketiye »i« maye (gihan, kirmanc, kirm, hingivî). Ji

ber ko »o-ya« di »ko-yê« de ne ew »wi-ya« pêkvekelayî ye nikare

bibe »u«. Pifltî mirina Celadetî û Kamiranî bi çi awayî »ku« belav

bû ez nizanim.

Heta ko ji min hat, min nimûneyên xwe ji tekstên ko Celadet

Alî Bedir-Xanî bi xwe nivîsandine, bijartin. Min guhortin di tekstên

Celadetî û brayê wî Kamiranî de nekirin, da xwendevan bizanin

ka wan bingehên rastnivîsandinê çawa bi kar anîne.

Hêjayî gotinê ye ko Celadetî û Kamiranî ji bo nivîsarên xwe navên

miste‘ar bi kar anîne. Hinek ji navên Celadetî ev in: Herekol

Azîzan, Bavê Cemflîd, Bavê Cemflîd û Sînem-Xanê, Nêrevan, Ha-

14 • BINGEHÊN RASTNIVÎSANDINA KURDIYÊ