You also want an ePaper? Increase the reach of your titles
YUMPU automatically turns print PDFs into web optimized ePapers that Google loves.
[yek î] -ek-î ji bo yekejimara zayenda nêr

Yek hespî giya xwar.

Hespekî giya xwar.

[yek ê] -ek-ê ji bo yekejimara zayenda mê

Yek mehînê giya xwar.

Mehînekê giya xwar.

[hin an] -in-an ji bo gelejimara herdu zayendan

Hin hespan giya xwar.

Hespinan giya xwar.

fiANEK

Xelkên çar herêmên Kurdistanê, botî, hacî beyrî, behdînî, hekarî

û klasîkên kirmancan veqetandeka navdêrên nebinavkirî ya ji bo

yekejimara zayenda nêr jî bi »ê«-yê ditewînin û dibêjin »zelamekê

nan xwar«, »ez hespekê dibînim«. Ji ber ko »yek« di eslê xwe de jimarnav

e gava ko ew dikeve pafliya navdêrekê zayenda jimarnavê

(ango »yek«-ê) dibe zayenda raser (domînant) û navdêr hemî li

gor zayenda »yek«-ê tête tewandin, ko ew jî »ê« ye.

Ji ber vê hindê ye ko Ehmedê Xanî di »Mem û Zînê« de veqetandeka

navdêrên nebinavkirî, ya ji bo yekejimara zayenda nêr, holê

ditewîne:

Di heqê Memo û Tacdînî de:

Willah yekê nemaye rahet

Billah yekê nemaye taqet

Di heqê daweta Tacdîn û Sitiyê de:

Her berderekê flemateyek lê

Her mecme‘ekê temaflayek lê

BINGEHÊN RASTNIVÎSANDINA KURDIYÊ • 89