Create successful ePaper yourself
Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.
Tewang di kurdiyê de hêmanekê bingehî ye. Terikandina tewangê

siqetiyekê diêxe gramera zimanê me. Gava navdêr neyên tewandin

mirov nikare bizane ka kirarê lêkerekê û bireserê lêkerekê

çi ye û kî ye. Heger em bibêjin »Hesen ker kuflt« ne diyar e ka

Hesenî ker kufltiye an kerî Hesen kufltiye. Ji bo em bizanin yê ko

ker kufltî Hesen e divêt em »Hesenî ker kuflt« binivîsînin.

96 Heger gelek navdêran dabe pey êk û ji yek mêjerê bin, lê ne ji yek

zayendê bin, hingê mirov dikare li gora navdêra pafliyê bitewîne.

Ez hesp û mehînê dibînim. Ez mehîn û hespî dibînim.

Heger gelek navdêran dabe pey êk û ne ji yek mêjerê bin, hingê

her navdêr cida û li gora mêjer û zayenda xwe tête tewandin.

Ez mihê û bizinan dibînim. Ez mehînan û hespî dibînim.

Tewanga navdêrên nebinavkirî

97 Tewanga navdêrên nebinavkirî bi arîkariya pronavên nebinavkirî

»yek« û »hin«-ê tête çêkirin. Navdêr bi xwe jî, wekî navdêrên binavkirî,

parkîtên tewangê distînin.

yek … -î ji bo yekejimara zayenda nêr

Bahoz yek hespî dibîne. Rizgar yek nanî dixwe.

yek … -ê ji bo yekejimara zayenda mê

Bahoz yek mehînê dibîne. Rizgar yek sêvê dixwe.

hin … -an ji bo gelejimara herdu zayendan

Bahoz hin hespan dibîne. Rizgar hin sêvan dixwe.

98 Bi pêflketina zimanî re pronavên nebinavkirî »yek« û »hin« wekî

veqetandek (-ek û -in) dikevin pafliya navdêran.

BINGEHÊN RASTNIVÎSANDINA KURDIYÊ • 83